DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li ser esasê xwe perwerde kirina di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, perwerdeyên leşkerî ya bikaranîna çek vekirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Dêrîkê, di çarçoveya amadekariyên gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de dewreyên perwerdeya leşkerî vekirin.
Bi tevlîbûna 15 ciwan û jinên ciwan ve, dersên teorîk û pratîk kirina bikaranîna qilêşê hate dayîn.