KOBANÊ – Ji bo sersaxî ji malbatên şehîd Amara Tolhildan, Berxwedan Kobanê û Kendal Rojava kona sersaxiyê hat vegirtin.
Di konê de nûnerên hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û yên leşkerî ên bajêr û welatî bi awayeke girseyî berê xwe dan konê. Li wir di şexsê her sê şehîdan de ji bo tavahî şehîdên rêya azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Di çarçoveya axaftinên ku hatine kirin de hate destnîşan kirin ku ji bo xwedî derketina li nirxê şehîdan, wê riya şehîdan were şopandin û hate gotin; “Şehadeta şehîdan ji bo me jiyaneke azad û bi rûmet e, ji ber wê îro ji bo ku gelê me bi azadî jiyan bike em keç û xortên giranbuha feda dikin. ji bo ku em xwedî li nirxê şehîdan derkevin, divê em şopdarê xeta şehîdên xwe bin.”
Axaftin di çarçoveya dilsoziya bi şehîdan re û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bûn.
Şêniyên Kobanê ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdan derbasî kona sersaxiyê bûn.