NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Asta nav-netewî heye, hemû netew xwedî hêmana biryara herî bilind a netewî ne. Wexta Yekîtiya Sovyetan a mezin hat tasfiyekirin jî, biryara dawî Meclîsa Sovyetê da. Welatê emperyalist ê herî mezin Kongreya DYE jî bi ser her tiştî re ye. Lewra netew, ji netewên biçûk-mezin hinek dibêjin kongre, hinek dibêjin parlemento, hinek dibêjin meclîs, ev hemû heman tiştî rave dikin. Ger bixwazin netewekî binasin, li meclîs û parlementoya wan digerin. Çima Kurd di dîplomasiyê de hêjayî nayên temsîlkirin? Ji ber dîplomasî di asta hinek saziyên siyasî de xwe dide der. Dewlet dibe yan na, milet di asta meclîs de muxatab tê girtin. Mînak ji bo Kurdan dibêjin; “Madem netewek zêdeyî sih milyonane, kanî nûnerên van? De başe, em jî alîkar bin, pişgirî bidin, lê nûnerê sih milyonî kiye? Berjewendiya netewî ya van sih milyonan li kure, berjewendiya wan a nav-netewî çiye? Hêza nûnertiya van dike kîye?” Mafdar van pirsan dikin. Elbet nikarin alîkariya her ferdek sih milyonî bikin. Nikarin alîkariya her partiyê jî bikin. Hêza nûnertiya netewî ya rasteqîn, ji bo pêwendiyên dostanî yên nav-netewî pêş bixe, pişgiriya cemiyeta nav-netewî bigire û heta ger dixwaze hêz tevkarî hêza wan bike, divê bikare xwe di asta nav-netewî de weke muxatabek rewa ferz bike. Rewşa em behsê dikin, ancex dema xwe bigihîne asta meclîsa netewî pêkane. Lewra ji bo roja me ya herî girîng ji bo pişgiriya navnetewî girtin û di cemiyeta nav-netewî de cîh bigire, meclîsa netewî saziyek pir hewce ye. Min ji ber wê got: Em van nûnerên sexte, kevnar ên eşîret, qabîle û axayên ji sedî salan ve mayî tine bikin, li şûna van ji jor heta jêr girêdayî berjewendiya netewî nûnerên milet ên nû, rêberên wan derbixin holê. Bila ev di asta netewî de bi şêweyek bêhempa nûnertiyê bikin. Bila ev vê bihizirin: Di dîroka welat û miletê me de çi hat û derbas bû? Ji nirxên dîroka herî kevin heta erdnîgarî, çem û hewayên wê, ji ajalvanî heta çandiniyê û madenên binerd tevî ku her tişt hebû, miletê me çiqas ji van sûd werdigire? Bi zanebûna van a kûr ve jiyîn û bi hemû hestan ve jiyîn hewce dike. Ya herî girîng jî divê bihizirin; “Divê bazirganî û pîşesazî ji bo me be.” Her wiha ji bo em xwe amade bikin, divê em bibin xwediyê van tevan. Lê çawa? Dagirker, mêtînger û xirabkar hene. Heta ku ev hêza dijmin neyê hilweşandin, em çawa dikarin xwedî li dîrok, erdnîgarî û her cure dewlemendiya xwe ya netewî derbikevin? Ev qet negengaze. Nexasim em nikarin xwe li bazirganî û pîşesaziyê –ji ber hemû di destê wan de ne- derbikevin. Nexwe şoreşek rizgariya netewî hewce dike. Nexwe, ger em dixwazin ji qada nav-netewî jî pişgiriyê bigirin, di asta netewî de xwedî li van hemû nirxên xwe derbikevin, li hember dagirkeran li ber xwe bidin û wî ji rewşa êrîş û dagirkeriyek evqas sînornenas derbixin, pêdivî bi vê heye. Ji bo serxistina vê jî, pêdivî bi xebatên şoreşgerî, rêxistinbûna şoreşê û bi vî rengî jî pêşxistina şoreşê heye. Lewra ji bo me meclîsa netewî, tê wateya meclîsa şoreşa netewî. Ango karê meclîsa me ya sereke di derbarê şoreşa netewî de xwedî gotine, biryardayînê ye, şopandinê û venêrînê ye. Ji bo şoreşê jî pêdivî bi meclîsek wisa heye. PKK’ê heta niha ji bo şoreşê gelek şehîd dan. Rêxistinbûn, propagande û çalekiya wê pêk anî. Dê weke partî hîn zêdetir jî bike. Lê divê êdî milet bikeve meriyetê. Niha em bal bidinê, hûn dibêjin lêgerînên milet hene û li her alî milet li nûnerên xwe digere û dipirse. Ji bo gelek pirsgirêkan çareseriyê digerin. Ev tê çi wateyê? Gel di derbarê şoreşê de dixwaze pir tiştan bike, lê sazîbûna wê nîne. Mînak ji niha ve yên ku bace nedin nîne. Bi qasî hûn dixwazin dikarin ji dewletê zêdetir jî bi bace ve girê bidin. Ji bo vê jî tiştên pêwîste bên kirin eşkere ne. Ev jî karek ku saziya netewî bike ye û milet ji vê re jî vekiriye. Karê ku niha partî dike, elbet saziyek netewî baştir dikare bike. Nexwe dibe ku meclîs ji bo şoreşê hêmanek sûdmend be. Lê divê partî bi temamî xwe nexe dewsa hêmanek wisa jî. Em nikarin hemû netewê bixin nav yekîtiya partiyê. Rêjeyek zêde miletê me ne xwendiye. Ango ev civateke, ancex dikare yekîtiya wî ya bîrdozî, siyasî û rêxistinî pêk were. Em nikarin bêjin; “Bila hemû PKK’yî bin.” Ev nepêkane û hewce jî nake. Lê dîsa jî pêdivî bi yekbûnek vînê û yekbûnek netewî heye. Nexwe berjewendiya şoreşa ku partî ji pêkana wê berpirse, serkeftina şoreşê û yekîtiya netewî bi tena xwe di nav partiyê de pêk naye. Partî hêzek pêşenge, hêza kurmaye. Ji bilî vê pêdivî bi hêzekê heye. Ev jî yekîtiya netewî ya milete û weke sazî jî qada milet a herî zêde xwedî gotin, biryar girtin û venêrînê ye, ev jî meclîsa milete. Nexwe, berjewendiyên netewî ancex bi şoreşê tê sazkirin, şoreş jî ancex bi yekbûnek vîn û netewa milet ve pêk tê. Ji vê hêlê ve dê partî ji her demê zêdetir giraniyê bide nirxên şoreşgerî. Me her tim ev got: Nirxên vê şoreşê, nirxên netewî ne. Dîsa berjewendiyên şoreşê jî, berjewendiyên netewî ne, berjewendiyên miletin. Ger em bixwazin vê rastiyê gavek din pêşve bibin, hemû berjewendiyên welatê me girêdayî serkeftina vê şoreşê ne. Serkeftina şoreşê jî, girêdayî yekîtiya netewî ya milete. Êdî berjewendiyên welat, milet, serfirazî, ked û hemû
tiştên jiyanî, rizgariya her tiştî di şoreşê de veşartî ye. Ev şoreş çiqas pêdiviya partiyê bibîne, dê ewqas jî pêdiviya yekîtiya milet bibîne. Ev yekîtî hêmana yekbûna netewî ya herî berz, herî zanyar, herî wêrek û herî fedekare. Ew jî meclîs tê binavkirin û parlemento tê binavkirin. Ger miletê me hinekê xwe nas kiriye û dest bi dîtina berjewendiyên xwe kiriye, emê jî jê re bêjin vaye mirovên xwe
yên wisa hilbijêre. Bila partî dîsa pêşengiyê bike, bila partî dîsa weke hêman navenda bîrdozî, polîtîka û taktîk be. Lê hêza wê sînordare, rêjeya te milyonane, bi navê milyonan ji bo te yekîtî hewce ye. Heta ev yekîtî çênebe, şoreş jî ser nakeve. Wexta serkeftin jî nebe, tiştek nayê bidestxistin. Di parlementoya dijmin de fermana kuştinê, di artêşa dijmin de ji bo te dagirkerî û îmha, ji axa û reîsên te jî ji bo te îxanet heye. Ev ne çarenûse. Nexwe nûnerên xwe yên herî baş hilbijêre. Mirovên ku xwedî wesfek bikare nûnertiya tevahî netew bike derbixe holê yan jî ger li Kurdistanê komek mirovên wisa bi namûs hene, wan bibîne, derbixe holê û ger hewce jî kir divê em bikarin ava bikin.
Madem em êdî bi berjewendiyên bêhempa yên jiyanî û rastiyên bêhempa ku êdî devjê nayê berdan re rûbirû ne, nexwe dê hinek mirovên bi namûs jî derbikevin. Mirin her tim heye. Jixwe her roj li kolanan weke bûnewirek ji rêzê mirin çêdibin. Hem jî ji bo dijmin. Gelo dê mirovek bi namûs derbikeve û bêje; “Jixwe mirin her tim heye, ez bi şêweyek namûs ji bo berjewendiyên berz ên miletê xwe, ji bo berjewendiyên netewî, bi navê mirovatî amade me?” Di nav miletek xwedî şêniyek zêdetirî sih milyonî de, ma dê kesên wisa dernekevin? Yeqîn nakim ku dernekevin, misoger dê derbikevin. Kesên weke me di tengaviyê de, di wê rewşê de ye nikare vî karî bike jî, evqasî daxive. Ez bêjim, bi navê netew, bi navê her cure çîn û tebeqe jî min karî baxivim. Bi vî rengî min ji xwe da destpêkirin. Min dikariya wisa bikim, vêca çima ji nav miletek xwedî şêniyek sih milyonî zêdetir dernekeve? Dê derbikeve, hem jî zêde derbikevin û xurt derbikevin. Divê em bizanin derbixin. Di vê mijarê de divê milet hemû kesan tengav bike. Divê zû bihizirin û bêjin; “Karên netewî çawane, kî li ser karên netewî kar dike, divê mirov cîh bide kî û kî bên derbaskirin?” Yek ji kesên herî nêzî wan jî be, reîsê nav malê jî be, divê bê zelalkirin ev kes astenge yan jî alîkariyê dike. Ger alîkariyê dike qebûle, na ger astenge emê bavêjin aliyekê. Emê pêşiya kesên dibêjin; “Herî baş ez amade me” vekin. Emê partiyê li ser vî bingehî bikar bînin. Emê gêrîla jî bikar bînin. Ger em bikarin baş bikar bînin, yeqîn dikim, wê nûnerên milet jî li ser vî bingehî derbikevin holê. Hîn pratîk û girîng dikare çi bê kirin? Yekser di bin roniya rastiyên bingehîn ên dîrokî de em nîqaşekê di nav miletê xwe de pêş bixin. Dîsa divê miletê me di roniya van rastiyên bingehîn ên dîrokî de hûrûkûr nîqaş bike. Çi li gund dibe, çi li bajêr dibe, divê ji heft salî heta heftî salî her çîn û tebeqe tevlî van nîqaşan bibin. Li şûna ku fitne-fesadiyê bikin, bila rastiyên bingehîn ên dîrokî bên axaftin. Dibe ku em xerîbê vê ne, lê em ji bîr nekin, miletên cîhanê ji sedî salan ve ev pir baş çareser kirine. Weke ku tevî em nû vê dikin û xerîbê vê ne rastî û hemdemtiya vê naguhere, berovajî emê bigihin encamek ên di nava jiyanek şerim, paşketî, nayê pejirandin de mayî ne. Encama ku em ji vê jî derbixin heye. Madem em dereng mane, madem em kêşane nav jiyanek nayê pejirandin, madem em pir dervî serdemê ne, nexwe emê hemû hêza xwe ji bo ev rewş ji holê bê rakirin bikar bînin. Em hatin xapandin, çewsandin û di encamê de hatin rewşek wisa. Nexwe em neyin xapandin, em nehêlin biçewsînin û bi hemû hêza xwe ve nîqaşên netewî, berjewendiya netewî, vîna netewî, nûnertiya netewî û meclîsa netewî baş nîqaş bikin û pêş bixin. Li gund û bajaran kî herî zêde ji xwe bawere, emê wî bidin pêş û bêjin; “Ma tu nikarî bikî? Wêrekiya te baştire. Tu hinek din jîrî, quwetê bide xwe, em li pey te ne, hemû endamên partiyê û gêrîla jî li pey te ye.” Em yekser bikevin navê, hewce kir em xwe weke namzet destnîşan bikin û bi vî rengî jî nîqaşek mezin derbixin holê. Wexta em encamên wê bibînin, emê bêjin; “Em heta niha hatibûn xapandin, jirêderxistin, tirsandin, lê dîsa jî em ji vê rizgar bûn.”