NAVENDA NÛÇEYAN – Ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nû ne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan de rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin, lê radestiyê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejirînin.
Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: “BERXWEDAN JIYAN E”.
Di girtîgeha Amedê de êşkenceyên giran, sivkatiya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bê edaletî tev bûn yek, lê Mazlûm û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurte Jiyana Mazlûm DOGAN
Mazlûm DOGAN di sala 1955’an de li gundê Teman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li Bakûrê Kurdistanê di nava malbateke nîv halxweş de çavên xwe li vê cîhana tijî zilim û neheqî vekir. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlûm û Delîl ew zarokê malê yê pêncan e. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê de wek Hosata Kazim mirovekî bi disiplîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê de kesên jêhatî bin. Dayika malê Kebîre DOGAN jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya Mazlûm DOGAN di nava etmosferekî germ û xweş de derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlûm û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlûm û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlûm piştî bi dawî anîna xwendina xwe ya destpêk, navîn û amadeyî (lîsê) çû zankoya perwerda mamostatiyê ya bi navê Balikkesîr ê. Pişt re di sala 1974’an de bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê de hat pejirandin. Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li Bakûrê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava şoreşgerên Apo’cî. Di dawiya sala 1976’an de Mazlûm DOGAN xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKK´ê de cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî, Mazlûm bê rawestan dixwend û dixebitî.
Mazlûm çendî ku pir ciwan bû jî, lê bi kesayet, zanabûn û xebata xwe ya bêhempa bala hemû rêhevalên xwe dikşînê ser xwe. Mazlûm di heman demê de, ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin. Cihê ku Mazlûm lê kar û xebat bikirbûya, li wir aliyên dijber nediman û ji wir direviyan. Mazlûm hemû derên ku diçûyê vedikir û dost û heval qezenç dikirin.
Apociyan ji destpêka xebata xwe de bala hemû aliyan kişandin û derdorên dijber û dewleta faşîst dest bi plan û êrîşan kir. Di aliyekî de grupên çep û nîjadperest û di aliyê din de jî xayînên Kurd êrîşî ciwanên Apocî dikirin. Şehadeta rêheval Hakî jî encama vê yekê bû. Jixwe dewlet jî destgirtî ranediwestiya. Her tim dixwest ku vê tevgera ciwan ji holê rake.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li Bakûrê Kurdistanê sîstemeke sîtemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî, di manîfestoya wan a şovînîstî de qedexe û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî gunehekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xort û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyê ne.
Di sala 1980’an de Kenan Evren bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. Bi sed hezaran şoreşgerên Tirk û Kurd ji tirkiyê derketin derve û bi sedhezaran jî ketin zindanên faşîstan, bi êşkence û hemû curên nêzikatî û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînê re rû bi rû man.
Êşkencekaran hemû rê û rêbazên derveyî exlaq û dûrî pîvanên mirovahiyê li hemberî şoreşgeran bi kar dianîn. Ew ji rûmeta wan dixistin, ji mirovahiyê qutdikirin û jiyan li wan dikirin dojeh.
Di aliyê din de, bi taybetî li ser şoreşgerên PKK’ê hemû cûreyên êşkenceyê bi kar dianîn û teslîmiyet li wan dihat ferzkirin. Helbet şoreşgerên PKK’ê mirovên bilind û şanaz in û bi êşkenceyan teslîm nayên girtin. Li aliyê din jî, hin kesayetên lewaz û pûç teslîmbûn, ketin rewşa xiyanetê û rêhevalên xwe firotin. Dewletê dixwest ku hemû girtiyên PKK bi êşkence û hin sozan bixapînin û teslîm bigrin û berxwedaniya wan bişkînin. Li hemberî êşkence û ferzkirina teslîmiyetê rêhevalên me yên qehreman dest bi çalakiyan kirin.
Helwesta şorşegerên PKK’ê di dadgehan û li hemberî hakiman pir bi wate bû û di tevayî cîhanê de deng vedida. Êdî li cihê ku hakimê dadgehê hevalan bidarizînê, hevalan ew dadrezandin. Parêzname û goftûgoyên di navbera heval û dadgeran de vê yekê bi eşkere radixe ber çavan.
21’ê Adara sala 1982’an Mazlûm DOGAN li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixatê(kibrît) cejna netewî ya Newrozê pîroz kir û ji bo protestokirina cinayetên bê sinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd dawî li jiyana xwe anî. Pişt re jî, di 18’ê Gulana sala 1982’an de Eşref ANYÎK, Ferhat KURTAY, Necmî ONER û Mahmut ZENGÎN bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de endamên komîta navendiya PKK’ê Kemal PÎR, Xeyrî DURMUŞ, Alî ÇİÇEK û Akif YİLMAZ jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanên şehîdên rêya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewam in, berhemê dilop-dilopên xwîna wan qehremanên me ne. Newroz newroza wan e, PKK, PKK’ya wa ne,
Kurdistan ya wan e, gerîla yên wan in, azadî berhema xwîna wan e.
Îro jî, bi hezaran Mazlûm li çiyayên Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst a Tirk şer dike. Bi hezaran Mazlûm li kolanên bajarên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker di nava serhildanê de ne…
Hîn jî banga Mazlûm « Berxwedan Jiyan e » li tevayî Kurdistanê bilind e û gelê Kurd ji berxwedanê jiyanek hemdem û azad afirandin.