NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Rêya Hevrîşimê (Îpekyolu) ya Wanê wesayîteke ayîdê “hevkarê AKP-MHP’ê” şewitandin.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê silav kir û got, “Ev şoreşa jinê bi kûrahiya civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di vê pêvajoya ku gefên êrîşên dewleta Tirk zêde dibin de parastina Şoreşa Jinê ya Rojava ku şoreşeke gerdûnî ye, erka hemû jinan e.”
Însiyatîfê diyar kir ku di 16’ê Tîrmehê de li taxa Cevdet Paşa ya navçeya Rêya Hevrîşimê (Îpekyolu) ya Wanê wesayîteke “hevkarê AKP-MHP’ê” R.E.A şewitandine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî ku çalakî bi ser ket, yekîneyên me bi awayekî ewle ji herêmê derketine. Divê dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê zanibin ku em ê çalakiyên xwe bilind bikin û derbeyên bi vî rengî yên giran bidomînin.”