ŞEHBA – Bi sedan Şêniyên herêma Efrînê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Barîn Botan a ku 22`yê di êrişa dagirkeriya Tirk li ser rêya di Qamişlo Şehîd bûbû, li deriyê ketina navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê kom bûn.
Şêniyan, bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan cenazeyê şehîd Barîn pêşwazî kir.
Piştre girseya gel bi karwanekî ji sedan erebeyan ber bi nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê bi rê ket.
Cenaze dê îro saet di 06:00`an de bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê were oxirkirin.