NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Geşan Abdullah Ocalan……
Sala em di navê re derbas dibin, sala pêngavek mezin û raperîna mezin a miletê me ye. Jixwe miletê me ji sersalê ve destnîşan kir ku, berf û zivistan jî be dê bikare heta mirina xwe li ber xwe bide. Em jî girêdayî vê biryardariya dîrokî ya miletê xwe, ji her cure raperînê re amade ne. Miletê me ji bo armancên wisa berz rabûye serhildanê. Emê ya herî mezin jî bi şêweyek berfireh li her quncikek welat û li nav miletên cîran berfireh bikin. Mirov tenê bi coşek mezin nêzî salên wisa dibe. Ji bo miletek wisa çarenûsa xwe diyar dike, dikare gelek tişt bên gotin. Mirov silav dide pêvajoyek wisa weke cejnê. Xwîna ku bê rijandin wê tenê me pak bike, lê dijmin jî bixeniqîne. Ya herî xirab jî, ya ku heta niha hatî jiyîn bû. Ya heta niha jî jiyan bû, lê jiyanek şipirze bû, heywanî bû û bi navê hinek din xwîn hat rijandin, jiyanek wisa hatî domandin bû. Niha jî ev rewş ji holê radibe. Ji vir û şûn de xwîna ku bê rijandin ji bo pakbûna me ye, ger hewce ye bi qasî hewce bila birije. Tirsa me ya heta niha, ji bo armancên herî pak xeteriya rawestandina xwîna ku hewce dikir bê rijandine. Me tevdîrên vê girtin û bi îhtiyadek mezin tevgeriyan. Lewra me partî berfireh û amade kir. Niha jî em dibînin, dê ev xwîn heta dara jiyanê saxlem bi kok neke, raneweste. Heta ku dara serxwebûn û azadiyê tam şîn nebe û her kes têra xwe cîh di bin siya wê de peyda bike, dê ev xwîn vê axê av bide. Ev jî çalekiyek dîrokî ku me daxwaz kiriye û her tiştê xwe ji bo wê feda kiriye. Em xwedî lê vê derdikevin. Vaye vê salê jî ev wisa tacîdar kirin û ji bo wisa pêk were çi hewce be, ji bo vê hewce dike çi biqede, ji bo em bikarin wê derbixin holê, emê rabin serhildanê. Dema miletê me ji bo vê rabû ser piyan, peywira ku dikeve li ser milê pêşeng û rêberên milet, ji qonaxên wisa dîrokî re nêzîkbûnên rast kirin, berpirsyariya wê ya mezin jiyîn, yek dilop xwîn ger ne di cîh de be nerijandin, lê dema hewce jî kir ji bo armanca eslî û jêneveger heta ferdê dawî jî xwe fedakirin û bi vî rengî nasnameyek hêjayî pêşeng bidestxistine. Ez vê jî jiyan binav dikim, ger wisa bijî ezê ji vî miletî re bêjim, miletê mine. Ger wisa bijîn, ezê ji van rêhevalan re bêjim rêhevalên minin. Ji bilî vê heta niha xwe çawa digirim, ji vir û şûn de jî wisa bigirim. Nexwe emê jî hem weke partî û ya herî girîng jî weke miletê her tişt ji bo wê hatî kirin, wisa bi ser pêvajoya pêşiya me de biçin. Emê xwe ji raperînên mezin re amade bikin. Emê hemû teknîk û amûrên rêxistinkirina raperînê amade bikin. Dê gêrîla jî bi çar destan ve dest bavêjiyê. Dê hêzên pêşengên partiyê jî bi çar destan ve xwedî li raperîna milet derbikevin. Ji gund heta bajêr, ji ya hêsan heta tevlîhev li her beşê welat, ji Bakur heta Başûr, dîsa wê hemû hêzên me bikevin seferberiyê. Dê weke seferberiyek mezin û weke çalekiyek raperînek mezin lê binêrin.
Dê hêzên me jî ji bo vê hemû çiyan amade bikin. Ger hewce kir dê gêrîla bi qasî bikare milyonan li çiyan bide şerkirin amadekariyê bike. Wê artêşbûna milet a netewî bigihînin radeyên mezin. Li wan lutkeyên Kurdistanê yên nayên gihandin, sefer bên lidarxistin jî xwe di gihandina zehmetiyan de, emê her tiştî li ser bingehek serkeftinek saxlem bi heve girê bidin. Ev pêkane, hatiye selmandin û hewce bike heta dawî qiyamet bê rakirin. Emê wan gund û bajarên ji bo me navendên mirinê ne, şaristaniyê her tim em lê xistine yan ji bo me bikin qadên jiyanê yan jî wêran bikin. Li ber miletek ku ev berçav girtî û ji bo pêkanîna vê rabûyî ser piyan cîhan jî nikare raweste û jixwe pêwîstî bi rawestînê jî nîne. Pêwîstiya vê bibîne jî, dê hêza wî têra vê neke. Miletên ku wisa radibin ser piyan teqez ser dikevin.
Vaye em jî li ser vî bingehî ji bo serkeftinê hewl didin rabin ser piyan, miletê xwe bi qasî carek din nekeve bikin xwedî meş û şerek saxlem, ji heft heta heftî salî bêku cudabûnê bixin navbera wan jin, zilam, îxtiyar, zarok, gundî, bajarî, Bakurî, Başûrî, Rojhilatî, Rojavayî, ji nav welat, dervî welat, şivan, xwendevan, tevlî şerkirinê û hesabxwestinê bikin, di çarçoveya hêza her kesî de beşdarî berxwedaniyê û birêxistin bikin. Ji duakirinê heta çalekiya herî dijwar pêkanînê, ji lêdana kevir û dar heta lêdana çeka herî xedar, ji mizgeft heta zeviyan, ji dibistan heta kargehan, ji deştê heta çiyayên ku nayên zeftkirin, emê hemûyê têkilhev bi hevgihînin û ji bo vî karî bikar bînin. Ji ber vê jî ji bo tiştek xwe nede paş di nav têkoşînê de bikin xwedî parekê. Emê li ser vî bingehî yan bi rastî jî jiyanek serbixwe û azad, an jî mirina me tevan pêk bînin. Em bangî hemû miletê xwe dikin li ser vî bingehî bimeşe û şer bike, bi vî rengî ji dîrokek pir lenetî ya paşerojê hesab bixwaze û bi dijminek pir ketî re dijwar şer bike. Pêwîste hemû hêzên me yên partî, gêrîla û şer dikin, nexasim milîtanên di asta berpirsyar de ji her demê zêdetir vesazbûna xwe li ser vî bingehî ya sala em têre derbas dibin biparêzin, pêş bixin, ji bo vê jî hemû hêza xwe bidinê, hemû kêmasiyên ku heta niha hatine jiyîn û ferasetên ku paşve dikişinin bên dawîkirin. Bi vî rengî em bang dikin miletê me jî beşdarî pêngava raperîna bi şêweya xurt a cara yekemîn û şer bibe, rista xwe ya hêjayî pêşengî û peywira xwe serkeftî pêk bîne.
Cardin dibêjim, emê li ser vî bingehî ji bo vê gava şerê gele me ya pir girîng û encamgir bi qasî ji destê me tê pişgirî û hewl bidin. Emê li ser vî bingehî partiyê perwerde, amade bikin û kirina pêşeng esas bigirin. Emê di wextê de bersivê bidin kêmasî û astengiyên heyî, misoger pêşketinan jî di xala serkeftinê de bigirin. Vaye wexta em weke gel û partî bi vê biryardariyê ser pêvajoya pêşiya me de dimeşin, bi rastî jî em pir bi hêvî ne, çoşin, ji bingehek rast û mafdar tevdigerin. Kesên li ser bingehek wisa rast û bi çoş dimeşin, misoger ser dixin. Di vê manê de emê jî bi baweriyek mezin teqez ser bixin, teqez ser bixin.