NAVENDA NÛÇEYAN – RJAK’ê li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê û qetilkirina sê fermandarên jin ên QSD’ê daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û hat gotin; “Dewleta Tirk tevî komkujiyan ziyanek mezin bi jîngeha Kurdistanê jî gihandiye. Her wiha helwesta hikûmet û parlementoya Herêma Kurdistan ya li beramberî van êrîşên dewleta Tirk cihê şermê û nerazîbûnê ye.
Her wiha RJAK’ê banga yekrêziyê li jinan kir û daxwaz kir jin li beramberî êrîşên dewleta Tirk helwestek xurt nîşandin.