WAN – Li Wanê ku nifûsa xwe nêzî milyonek û 500 hezar e, nifûsa wê ya ciwan ji sedî 22 ye û ji sedî 85’ê ciwanan jî bêkar in. Krîza aborî ya li Tirkiyê, xizanî, bêkarî, fikara paşerojê û bêhêvîtiyê ciwanan ber bi bikaranîna maddeyên hişber ve dibe.
Li gorî daneyên fermî li bajêr nêzî 15 hezar kesên girêdayî maddeyên hişber in hene û roj bi roj ev hejmar zêde dibe. Lê hejmarên rastîn ji vê yekê zêdetir in. Hat diyarkirin ku li bajêr hejmara kesên ku girêdayî maddeyên wek vê maddeyên hişber in ji 30 hezar kesî zêdetir e.
DEWLET ÇAVÊ XWE JÊ RE DIGIRE
Sedemeke din a zêdebûna bikaranîna maddeyên hişber jî bandora hêzên dewletê ye. Hema bêje li her gund, tax û navenda bajaran bi taybetî li Wanê û navçeyên derdora wê bi dehan qereqolên leşkerî û polîsan hene. Li Wanê ku pir zêde hêzên leşkerî û polîs hene, firotin û bikaranîna maddeyên hişber zêde dibe. Tekane sedema vê yekê jî ev e ku ji bo firotina maddeyên hişber ciwanan teşwîq dikin an jî çavê xwe lê digirin. Îro li Wanê firoşkarên maddeyên hişber û hin hêzên dewletê bi hev re maddeyên hişber difiroşin. Ev hêz bi taybet ciwanan dikin hedefa xwe.
TAXÊN WELATPARÊZ Û XIZANAN DIKIN HEDEF
Navçe û taxên xizan ên li Wanê cihên ku bazirganiya maddeyên hişber û bikaranîna maddeyên hişber lê zêde dibe ne. Li navçeyên Ebex û Elbakê bikaranîna maddeyên hişber her ku diçe zêde dibe, li navçeya Erdîşê, li taxên ku erdhej lê dijîn û bi taybetî jî li Yeşîlova (Sûlî) ku wek taxeke welatparêzan tê naskirin, bikaranîna maddeyên hişber zêde dibe. Her wiha hat zanîn ku li navenda Wanê û taxên wê û li cihên ku şêniyên ji ber erdhejê lê hatine bicîhkirin, bikaranîna maddeyên hişber zêde dibe. Di demekê de ku firotina maddeyên hişber bi taybetî li kolan û taxan bi awayekî vekirî tê kirin, hêzên dewletê jî bi awayeke eşkere li hemberî firotina maddeyên hişber ya ji ciwanan re, bêdeng dimînin.
MALBAT BI FIKAR IN
Bi taybetî malbatên ku li malên erdhejê û taxên xizan û welatparêz dijîn bi fikar in. Malbat bi awayekî eşkere dibêjin ku ciwan bi taybetî êvar û bi şev maddeyên hişber dikirin û bikar tînin. Malbatan diyar kirin ku hemû kesên li taxê bi vê rewşê dizanin, lê ne pêkan e ku dewlet jî pê nezanibe û gotin ku dewlet ji firotina maddeyên hişber a ji ciwanan re çavê xwe girtiye.
Herî dawî di 5’ê Çileya 2022’an de li navçeya Riya Hevrîşimê (Îpekyou) ya Wanê 2 ciwanên ku li otelekê ji ber bikaranîna dozeke zêde yê maddeyên hişber, jiyana xwe ji dest dabûn.
ÇAVKANÎ: ANF