KOBANÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, li dijî gefxwarinên êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker, ku li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ku yek ji dewletên garantor e, li ber balafirxaneya hêzên Rûsyayê ya li navçeya Sirîn a Kobanê çalakiyek li darxistin. Di heman demê de şandeyek jî li ser navê şeniyên Kobanê derbasî bargeha leşkerên Rûsya bûn. Hevdîtina şeniyên Kobanê û leşkeren Rûsya nêzî seatek berdewam kir.
Şandeyek ku ji Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîdan Eyşe Efendî, Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn û Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziyê Ebdî li ser navê xwepêşanderan bi şandeya Rûsan re civiyan. Piştî hevdîtinê li ser navê şandeyê Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto endamên hevdîtinê ji raya giştî re ragihand.
Mûstefa Îto di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi rojane, gelê sivîl hedef digire û got; “Ew dewletê garantor yên ku ji bo parastina mafên mirov dikin. Gelê me li ber balafirxaneya Rûsyayê dijî êrîşên ku rojane ku li ser gel tê kirin nerazîbûna xwe nîşan didin. Bersivên wan ji me re, ew e; emê daxwaza gel bi cih bînin û li dijî van êrîşên ku tên kirin bisekinin.”
“Em ji tu kesî natirsin ev ax, axa me ye”
Endama Meclîsa Malbata Şehîdan Cîhan Bozan diyar kir ku ew weke gelê vê herêmê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Dewleta Tirk ji me kurdan çi dixwaze her roj balafirên xwe yên bê mirov keç û xortên me şehîd dixin. Em ji bo Rûsya alîkariya me bike ne li vir in, em ji bo ku Rûsya bi erka xwe rabe, piştgiriyê nede van êrîşan û êrîşan li ser me qebûl neke, li vir in. Ger erkê xwe pêk nayîne li vir çidike. Em wek Kurd destê xwe bidin hev û bihevra şoreşa xwe bi ser bixin. Em tu kesî natirsin ev ax, axa me ye.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin’ bi dawî bû.