NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêber kesên cuda ne. Herçendî ji nava civakan derkevin jî, lê ne tenê nûnerê wê civakê ne, nûnerê mirovahiyê ne. Rêber ne herêmî, gerdûnî ne. Ne teng, fireh in. Çavkaniya hêvî û baweriyê ne jî…
Mirov û civak di nava hevsengiyeke de dimeşin. Ji bo zindiyekê serî çibe, ji bo civakan jî Rêber heman tişt e.
Rêber serî, raman, hêz, hêvî û qudreta civakan e. Di civakbûnê de rêber xwedî erkên sereke ne. Ji bo civakan wateya rêbertî; sedema derfet, pêşketin û jinûve afirandinê ye. Ji dema civakên xwezayî, heta civakên roja îro ticaran ji wateya xwe tiştek wenda nekirine. Bi gotineke din civak bêserok nabin û nikarin bimeşin û serketinan çêbikin.
Lê belê di tevahiya dîroka mirovahiyê de rêber hatine takakeskirin. Ji van re jî qiral, padişah û împarator hatiye gotin. Di roja me ya îro de derdê xweda, ango serok û rêberên şaristaniyê, ne pêşxistina civakê ye, derdê wan îqtîdar û berjewêndiyên kesî ne.
Serdestan bi siyaseta xwe ve hîmê civakan rizandine. Civak ji xwezaya xwe dûr xistine û li gor pêdiviyên xwe bikar anîne.
Ji bo vejîn û pêşxistina civakan erka kes gelek girîng e. Mezinbûn û pêşketina civakan mezinbûna rêberan, raber dike.
Gelê kurd weke civak, çand, huner û ziman bi kinahî ji dîrokê dihat rakirin. Ango hebûna wî dihat înkarkirin. Gelo kesekê bawer dikir ku gelê Kurd, wê careke din weke civak di nava dîroka mirovahiyê de cih bigre.
Di Demekî ku hemû hêvî bibûn xeyal, di dil û mêjiyan de tirs û xof hatibûn bi cih kirin, ji diyarê pêxemberan warê xweda û xwedawendan li ser axa bibereket dergûşa şaristaniyê hêvî jinûve xuliqî. Zarokê ku her kes li bendê bû, çavên xwe ji bindest û jaran re vekir.
Ev zarok weke xençerekê li dil û mêjiyê qeşa girtî, berjewendîparêz û sar ket. Ev zarok mezin bû û wek rojê tîrêjên xwe berda nav axa bibereket. Li dora xwe tovê zanistî, xweşikbûn, hêvî, bawerî, hêz û civakbûnê çand.
Rêber APO derketina xwe wek sê zayînan pênasedike: Zayîna yekemîn zayîna xwezayî, ango ji dayîkbûnê ye. Di temenê xwe yê biçûk de li dijî neheqiyê rawestiya û di nava lêgeran de bû. Lewre îsyana yekê li dijî paşverûtiya civakê û kevneşopiya malbatê pêş xist. Rêber APO vê îsyana destpêkê weke ‘li dijî qedera kor, guleya yekem û qîrêna namûs û rûmetê’ pênase dike…
Rêber APO di temenê xwe yê piçûk de ji hemû zarokên gund cuda ye û bala herkesi/ê dikşine ser xwe. Bi nêçîra çûkan û lîstokên zarokatiyê, li dora xwe bingeha civakbûnê ava dike. Rêber APO ji zarokatiya xwe ve di nava nakokî û lêgerînên mezin de jiyaye.
Bi Zayîna Duyemîn re jî, ji civaka burjûva û dewletê xwe qut dike û civakbûna xwe ya hemdemî bi derketina PKK’ê ava dike. Li hember zihniyeta qederê, înkara dîrokê û zilm û zordariya hezaran salan jinûve çarenûsa gelan nivîsand û bingeha jiyana azad avêt.
Ji ber ku li ser vê axa pîroz û bibereket mirovahî peyda bûye. Ev ax bûye cih û werê xweda û xwedawendan. Û gelek zanyar di hembêza xwe de afirandiye û xwedî kiriye. Îro jî li gor wateya xwe di dilê azadîxwazan de cihê xwe girtiye
Bi zayîna Sêyemîn re jî, li dijî komploya 15’ê Sibatê derbaskirina pergala dewlet-netewê û avakirina paradîgma jiyana komînal, li dijî hemû şewazê jiyana modernîta kapîtalîst destpêkê paradîgma li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk ava kir.
Bi hezar salan e dijminê mirovahiyê civak ji cewherê wê dûr xistiye. Lewre li dijî vê pêwîstî heye jiyana azad li dora civaka exlaqî û polîtîk bê hunandin.
Her kesê pişta xwe da komploya navnetewî wisa jê bawer kirin ku wê PKK di 6 mehan de xilas bibe. Û dîrok wê xwe dubarê bike. Lê belê Rêber APO careke din mezinahiya xwe nîşanî her kesî/ê da. Bi sakna xwe ya bêhempa ve hemû dîwerên zilmê şikand û her kes matmayî hişt.
Rêber APO ji destpêka zarokatiya xwe heta roja îro ji bo avakirina kesayetiyeke azad û civakeke azad bênavber têkoşiya ye. Rêber APO dema li dijî dayîka xwe dest bi îsyanê kir, di eslê xwe de heskirina bimuqabil ret kir û bingeha kesayeta xwe avakir. Lêger û lêhûrbûn di Rêber APO de ticaran ranaweste. Lewma jî hosteyê jiyana azad hemû bêdewiyên jiyanê li dora xwe avakiriye. Dostê xwezayê, parêzvanê ekolojî û zindiyan e.
Rêber APO ji destpêka jiyana xwe heta roja îro hevaltiya rast bi jinê re bêmiqabil meşandiye. Jin cara yekê bi ked û xebata Rêber APO bêhna azadiyê nasîn. Rêber APO dibejê ‘min ji dayîka xwe re metrek paç nekirî, lê belê ji jinan re bexçê azadiye avakir’. Lewra jî Rêber APO bi felsefe û rêbazê jiyana xwe bûye hêvî ji bo hemû jinan. Rêber APO bi keda xwe û mazinbûna xwe bûye hêviya azadî ji hemû beşên civakê bi taybet jî bindest û jaran. Bûye evîn û rehê xwe berdaye dilê azadîxwazan.
Ji pênûsa Aysel Avesta…