BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir dewleta Tirk ji bo ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bibe serwer mirovan dide tirsandin û bal kişand ser vî tiştî ku dema ku dewleta Tirk vê konseptê dike, ferqê naxe navbera leşker û kesên sivîl. Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku ji ber heta niha nerazîbûn nehatiye nîşandan, dewleta Tirk bi rihetî tevgeriyaye û ji ber vê bi qestî li seyrangeha li Perexê daye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiva pirsên Radyoya Dengê Welat da. Nirxandina Mûrat Karayilan ya di beşa yekemîn de wiha ye;
* Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk êrîşî gundê Perex ê li Heftanînê kir. Di vê bûyerê de 9 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Armanca dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser sivîlan çi ye?
Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên hemû kesên ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Rehma Xwedê li wan be! Ev mirovên bêguneh û bêsûc bi destê mêtingeriya Tirk hatin şehîdkirin. Ez vê qetlîama dewleta Tirk bi tundî şermezar dikim. Bê guman ne tenê divê bê şermezarkirin, divê li dijî vê zîhniyeta xwînmij û dagirker jî têkoşîn bê dayîn.
Ev çend roj in li ser vê bûyerê nîqaş tên kirin. Ev mijar bi taybetî li Iraq, Başûrê Kurdistanê û bi giştî Kurdistanê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Berî her tiştî divê bê zanîn ku gundê Perex li Heftanînê ye. Yanî herêma Heftanînê Perexê jî digire nava xwe. Her wiha kîlometreyek û nîv dûrî sînorê Tirkiyê ye. Li wir baregeheke mezin a leşkerî ya Tirkiyeyê ya Kiryareş heye. Dewleta Tirk niha 23 girên Heftanînê dagir kirine. Yanî li 23 cihan baregehên leşkerî çêkirine û piraniya wan jî li derdora Perêxê ne. Yanî li pişt Perexê hêzên mêtinger ên Tirk hene û ji aliyê rojava jî ji xwe sînor heye. Yanî herêmek di bin kontrola leşkerên Tirk de ye. Rast e; li jêr Hêzên Sînorî yên Iraqê li ser xeta Kêrê hene; hin pêşmerge jî hene, lê bi giranî di bin kontrola dewleta Tirk de ye.
Niha hin tişt hene ku pir zelal in:
Ya yekem, tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re nîne. Dewleta Tirk li wir serwer e.
Ya duyemîn jî, weke ku rayedarên Iraqî gotin, ev bûyer ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev teqez e.
Ya sêyem, dewleta Tirk ev yek bi xeletî nekir; bi zanebûn lê da. Ev jî teqez e.
Ji ber ku li ber wê ye; di vê heyamê de 400-500 wesayît li wir radiwestin. Nêzî hezar geştyar li wir hene. Dewleta Tirk jî dizane ku ev der cihekî geştiyarî ye. Baş e; dewleta Tirk bi teknîka xwe ya niha dikare mirovekî di bin darekê de bibîne û bi sûîkasê lê bide, çawa dibe ku li qada pîknîkê ya ewqasê mezin bêhemdî lê bixe? Yanî ti xeletî di vê bûyerê de tune ye, yan jî fermandarekî yê li herêmê ji ber ku dilê wî xwestiye li wê derê daye. Ew îhtîmal jî pir lewaz e.
DEWLETA TIRK DIXWAZE GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ BITIRSÎNE
Ev nêzîkatiyeke yê siyaseta dewleta Tirk e. Siyaseta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê û Iraqê serdestiya xwe ava bike. Bi vî awayî dixwazin gel bitirsînin, birevînin û xwe serdest bikin. Bi her awayî ev ne êrîşa yekem e; ev çend sal in li ser esasê vê siyasetê li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê gelê me yê sivîl qetil dike. Lewma dixwazin gel bitirsînin. Û xuya ye ku naxwazin ew der jî bibe qada pîknîkê; Dixwazin ew der bê terikandin û vala be. Bi taybetî jî li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, siyaseteke wan a bi vî rengî heye. Li Metîna û Xakurkê jî heman tişt heye. Bi gotineke din, ew kesên li wan deveran naxwaze; dixwaze serweriya leşkerî ya tam ava bike. Bi kurtasî dewleta Tirk ev êrîş bi zanebûn pêk anî.
Dibe ku ew ne li bendê bûn ku wê bertekên wiha derketin holê. Ne li bendê bûn ku bertekek wiha çêbibe. Ji ber ku beriya wê jî gelek komkujî kirin, lê kesî bertek nîşan neda. Mînak li derdora Qendîl, Şêladizê û herî dawî jî li Bamernê gelek komkujî pêk hatin. Mînak par li nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê xistin; 8 welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Ger dewleta Iraqê û hikûmeta Kazimî wê demê bertek nîşan bidaya îro ev bûyer pêk nedihat. Dîsa di Tebaxa 2020’an de her du fermandarên leşkerî yên artêşa Iraqê Zubeyîr Halî û Muhammed Reşît ji aliyê dewleta Tirk ve bi zanebûn hatin qetilkirin. Lê paşê serokwezîrê Iraqê çû û stûyê xwe li ber Erdogan xwar kir. Yanî bertek nîşan nedan. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi rehetî tevdigere. Lê vê carê bi taybetî gelê Iraqê bertekek gelek bi nirx nîşan da. Ji ber vê yekê got ‘êdî bes e’. Di vê wateyê de ev bûyer hate asta ku êdî nayê qebûlkirin. Bertekek wisa çêbûye. Helbet dema gel bi girseyî helwestek wiha pêş xist, hem rayedarên Iraqî û hem jî yên Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û li ser vê bingehê êdî ji aliyê hikûmetan ve bertek çêbû.
Her çiqasê kêmasiyên wê hebin jî, asteke ya berteka ku derdikeve holê heye. Lê ger beriya wê ev bertek nîşan bidana dewleta Tirk wê nikaribûya komkujiyên bi vî rengî pêş bixista. Ger hûn dewleta Tirk asteng nekin, ew dikare her tiştî bike. Ji ber ku dixwazin li qadan serdestiya xwe ava bikin. Dixwazin gel bindest bikin. Ji ber li gorî konsepta xwe xwedî armanceke wiha ne û dema hewce bike bêyî ku leşker û sivîlan ji hev veqetîne, li wan dixe.
Niha dewleta Tirk ev komkujî înkar kiriye. Bi ser de got ‘PKKê kir’. Tevî ku dewleta Iraqê îspat kir ku dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye, lê red kir. Lê ev înkarkeriya Tirkiyeyê dibe sedem ku cîhan rastiyên wan bibîne. Ev rastî çi ye? Tişta ku Tirkiye her tim dike ev e. Li Kurdistanê terorê pêk tîne, lê ji me re dibêje terorîst. Gelê me qetil dike, lê bi zelalî dibêje ‘ez sivîlan nakujim’. Bi her awayî gelê Kurd bi tevahî înkar dike û bi tiştekî nahesibîne. Rastiya dewleta Tirk înkar, komkujî û derew e. Dewleta Tirk terora dewletê pêk tîne. Ev rastiya dewleta Tirk e. Binêrin, jixwe ev bûyer jî înkar kir. Niha rayedarên Iraqê tespît kirine; Dibêjin ‘Te kir’ lê hesabê vê yekê jî nakin. Wek mînak heta niha jî bersiv nedan Iraqê. Weke ku hûn bi zarokekî re dipeyivin jî digotin, ‘Nekevin xefikê, werin em hevkariyê bikin’. Ji ber vê yekê jî hurmeta wan nîne. Ewqas komkujî kirin, lê hurmeta wan nemaye. Lê vê bûyerê rûyê rastî yê dewleta Tirk hinekî din eşkere kir.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ SÎ HEZAR LEŞKERÊN TIRK HENE
Niha bi giranî piraniya biryarên rayedarên dewleta Iraqê yên li ser vê mijarê rast in. Lê hejmarên ku ew didin hinekî kêm in. Dibe ku agahî ne temam in. Rast e; hejmara nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin derdora 100’î ye. Lê hejmara leşkerên li ser axa Iraqê bi cih bûne û çalak in herî kêm 30 hezar e. Niha jî hêzên taybet, komando û hwd hemû tûgayên pispor ên dewleta Tirk niha li Başûrê Kurdistanê, yanî li Iraqê ne. Wê baş be ku mirov vê yekê rast bizane. Mijareke din jî ew e ku di pêvajoya sê mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tîrmehê hejmara bombebaranên bi balafirên şer li ser axa Iraqê 2 hezar û 574 û hejmara êrişên bi helîkopteran jî 1933 ye.
Niha ez naxwazim zêde bipeyivim ka kî berpirsiyar e ku ji ber wê dewleta Tirk bi hêsanî tevbigere. Ev jixwe diyar e. Lê ya girîng ew e ku niha gelên Iraqê, dewlet û hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan dane.
Bi dîtina min ev ji bo hikûmeta herêmê û PDK’ê firsendek e ji bo helwesteke nû. Ger bixwazin derfetek ji bo wan derketiye û dikarin li hemberî mêtingeriya Tirk helwesteke nû pêş bixin. Bi gotineke din, li hemberî zêdebûna serdestiya mêtingeriyê û êrîşkariya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hem helwesteke neteweyî ya Kurdistanî û hem jî ya Iraqî pêş bixin, hem jî dikarin destketiyên nû bi dest bixin. Di vê wateyê de beşek ji siyaseta Başûrê Kurdistanê jixwe xwedî helwest e; lê yên ku heta niha helwest diyar nekirine, yên ku hevkariyê jî dikin, dîsa dikarin helwestên nû nîşan bidin. Çawa ku ev yek pêkan e, di heman demê de hêvî jî hene ku vê siyasetê bibînin û destketiyên nû çêbikin. Em hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de pêşketinek çêbibe.
Niha hin derdor dibêjin ku PKK’ê şerê bi dewleta Tirk re derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye. Li ser vê mijarê li parlamentoya Iraqê jî hin nîqaş hatin kirin. Li ser vê yekê jî divê hin tişt bên gotin: Yanî bi mêyzandinek ya ku tu yê bêjî qey PKK ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe, li wir li dewleta Tirk dixe û paşê vedigere Başûrê Kurdistanê, nîqaş tê kirin. Vê gavê tiştek wisa tune. Di van 10 salên dawî de tiştekî wisa çênebûye. Beriya 10 salan di navbera me û dewleta Tirk de agirbest hebû. 2 sal û nîv dom kir. Li gorî wê agirbestê me yê hemû hêzên xwe bikişandana Başûrê Kurdistanê. Me berê hinek hêzên xwe vekişand, lê dema me dît ku dewleta Tirk nêta xwe nebaş e, me vekişîn rawestand. Di wê demê de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava wê pêvajoya vekişîna hêzên me de bû; haya wê pê hebû û erê kiribû. Iraqê jî bi awayekî defakto ev yek erê kir. Her kes vê yekê dizane.
EM AXA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ DIPARÊZIN
Ji bo çareseriyê divê gerîla xwe vekişîne Başûrê Kurdistanê. Piştre Erdogan, yanî dewleta Tirk tevî ku li Dolmabahçeyê peyman hat îmzekirin jî pêvajo xerab kir. Binêrin, em niha di salvegera vê yekê de ne. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de rasterast êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin. Û ji wê demê ve dewleta Tirk bi awayekî yekalî êrîşên xwe li ser herêmên ku hêzên me lê heye, dike. Em jî bi awayekî rewa xwe û axa Başûrê Kurdistanê diparêzin. Yanî di vê çarçoveyê de şer diqewime. Me şer neanî Başûr; dijmin ev şer aniye vir. Ne wisa ye ku em biçin li wan bixin û ew jî bersiv bidin. Êrîşên yekalî dikin û bi giranî dixwazin sînorên ku jê re dibêjin Mîsaqî Mîllî dagir bikin. Em jî li dijî vê yekê ne; em axa Iraq û Başûrê Kurdistanê diparêzin. Ji ber ku dixwazin wan dagir bikin. Yanî rewş di esasê de ev e; divê di vê çarçoveyê de were fêmkirin.
Baş e, madem ku her tim em dibin sedema êrîşan; wê demê navenda leşkerî ya Tirkiyê li Başîqa li çi digere? Mînak, tevî ku dewleta Iraqê 3-4 sal berê ji wan xwest ku leşkerên xwe ji Başîqayê vekişînin, çima dewleta Tirk leşkerên xwe venekişand? Çawa ku venekişand, berovajî niha jî bi dizî ve dixwaze Kerkûkê bi leşkeran tije bike. Dixwaze wê derê jî bi rêya leşkerên ku weke sivîl şandiye û bi xebatkarên MÎT’ê ve dagir bike. Li wir hêzê ava dike û wan perwerde dike.
Yanî planên dewleta Tirk li ser van axan heye; divê ev bê dîtin. Dibe ku aliyekî meselê PKK be, lê PKK ne hemû pirsgirêk e. Ev jî rastiyek e û divê were dîtin.
EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ YE
Îro piştî vê berteka gelê Iraqê yê hêja hinek rastî derketine holê. Ev çi ne? Li dijî vê konsepta Tirkiyeyê ya ku Neo-Osmanîzm jî digire nav xwe, di serî de gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hemû gelên herêmê dikarin tifaqê bikin; divê tifaqê bikin jî. Ji ber ku ev konsept ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî Ereb û Asûrî-Suryaniyan e. Li dijî hemû gelên herêmê ye. Lewma bi vî awayî zemîna tifaqa di navbera gelan de jî hatiye xurtkirin. Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê Perspektîfa Neteweya Demokratîk tifaqek hatiye avakirin, lê bi giştî li dijî êrîşên dewleta Tirk divê tifaqa gelan bê avakirin. Careke din ev alî derketiye holê.
Ya duyemîn, her çiqas niha dewleta Iraqê pirsgirêkên navxweyî hene jî, li hemberî dewleta Tirk di pozîsyoneke xurt de ye. Mînak ger 2 mehan sînor bigirta û bi Tirkiyeyê re ticaretê nekiriba, dikaribû desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşîne. Niha Tirkiye bi saya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikare hilmê bistîne. Ji ber ku ew hemû tiştên xwe tîne û li vir difiroşe. Eger niha dewleta Iraqê dest ji vê yekê berde, êdî nikarin di bin vê qeyrana aborî de dewam bikin û wê hilweşin. Yanî Iraq xwediyê karta aborî ye û ev kart destê Iraqê bihêz dike. Iraq dikare li ser vê esasê helwestê bigire û bi vî awayî bersiva pêwîst bide dewleta Tirk. Bi vî awayî ne tenê Perex, di heman demê de di serî de ruhê 138 mirovên me yên di encama êrîşên dewleta Tirk ên 7 salên dawî de li ser xaka Iraqê şehîd bûn û hemû şehîdên Başûr, Iraq û Rojava yên ku ji aliyê mêtingeriyê ve hatin qetilkirin, dikarin bên şad kirin. Ji ber vê yekê jî divê helwesteke wiha bê pêşxistin.