BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir pergala êşkenceya psîkolojîk a Îmraliyê ne sîstemeke asayî ye. Di nava xwe de qirkirin û faşîzm dihewîne. Di heman demê de, êrîşên ku pêktînin jî tenê bi Îmraliyê re sînordar nahêlin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiva pirsên Radyoya Dengê Welat da. Nirxandina Mûrat Karayilan ya di beşa duyemîn de wiha ye;
* Pergala êşkenceya li ser Rêber Apo her ku diçe kûr dibe. Ev rewşa li Îmraliyê gav bi gav li zindanên din ên Tirkiyeyê jî belav bû. Rojek derbas nabe ku cenazeyên girtiyan ji zindanan dernekevin. Hûn ê li ser vê mijarê çi bibêjin?
Em her tim dibêjin; pergala êşkenceya psîkolojîk a Îmraliyê ne sîstemeke asayî ye. Di nava xwe de qirkirin û faşîzm dihewîne. Di heman demê de bi Îmraliyê re sînordar namîne. Yanî sîstema ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo û hevalên din ên li Îmraliyê pêk tîne, hêdî hêdî li ser hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê hat serwerkirin, tenê bi zindanan re jî sînordar nema, belavî her aliyê jiyanê hat kirin. Ji sîstemeke faşîzan, zordar û dîktator rejîmek siyasî ava bû. Ji ber vê yekê ev tiştekî giştî ye û divê li dijî wê têkoşîn bê kirin. Rêber Apo 24 sal in bi vîn û sebireke mezin li dijî vê yekê li ber xwe dide. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Rêber Apo û hevalên wî silav dikim. Di heman demê de rêhevalên ku li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê berxwedanê dimeşînin silav dikim û silavên gerîla ji wan re dişînim.
Em li hemberî rastiya Rêbertiyê di nava rewşeke yê rexnedayînê de ne. Em baş dizanin ku ger têkoşîna derve di asta pêwîst de bihata meşandin, dijmin nedikarîbû heta niha êrîşî Rêber Apo bike; wê nekarîba bi vî rengî pergala li Îmraliyê li hemû zindanan belav bike. Yanî li hemberî hemû hevalên di zindanan de rewşa me ev e. Haya me ji vê heye. Lê îro hem Rêber Apo û hem jî rêhevalên me yên di destê dijmin de dîl in, berxwedaneke pir girîng û dîrokî bi rê ve dibin. Û heta niha gelek şehîd dane. Di bin navê ‘xwe kuşt’ û ‘nexweş ket’ de gelek şehîd hatin dayîn. Kadrî Ekîcî şehîdê dawî bû. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez di şexsê Kadrî Ekîcî de soza ku me daye hemû şehîdên xwe yên zindanê dubare dikim.
Bi kurtasî, di zindanan de têkoşînek girîng heye. Divê hemû rêhevalên di zindanan de vê zanibin. Em di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin. Têkoşîna me di asta herî jor de ye. Li çiya, li kolanan, li zindanan têkoşînek heye. Dijmin dixwaze polîtîkaya qirkirin û tasfiyeyê serdest bike; em li dijî wê li ber xwe didin û îro ev berxwedan gihîştiye lûtkeyê. Bi taybet di berxwedana ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin de ev yek tê dîtin. Bê guman serdemeke wiha zehmetiyên xwe hene. Em dizanin ku hevalên me yên di zindanê de di wan hucreyan de di bin zextan de ne. Rêbertiya me di bin tecrîd, îzolasyon û zextên giran de ye. Weke me berê jî behs kiribû, ev rewş tenê bi tecrîdê nayê ravekirin. Mînak, 16 meh in me agahî ji Rêbertî nestendiye. Têkiliya wan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Êşkenceyeke wisa giran heye. Bê guman ev ne hêsan e. Em dizanin ku ji bo vê fedekarî hatine kirin. Lê di şert û mercên wiha de divê bi taybetî jî rêhevalên di zindanê de bi ruhê rêhevaltiya Apoyî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yanî çawa ku em dibêjin ruhê rêhevaltiya Apoyî çavkaniya sereke ya şerê ku îro ji aliyê gerîla ve tê meşandin e, ger ev ruh bê xurtkirin, li her ku derê dibe bila bibe dikarin pirsgirêk û zehmetiyan re bibin bersiv. Pêşniyara me ji bo rêhevalên di zindanê de ev e. Em di wê baweriyê de ne ku ger rêhevalên me yên di zindanan de ruhê rêhevaltiyê û rêxistinbûna komunal di nava xwe de pêş bixin, bêguman wê li hemberî her cure êrîşên dijmin li ser esasê ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser bikevin. Ez di wê baweriyê de me ku rêhevalên me di vê çarçoveyê de kûr bûne û dikarin bibin bersiv, ez careke din rêhevalên me yên di zindanan de silav dikim, bi taybetî jî silav û dilsoziya xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim. Ez diyar dikim ku berxwedana gelê me ya li çiya, li zindan û kolanan wê teqez vê faşîzmê têk bibe.
EM BI TÊKOŞÎNA XWE DIXWAZIN PEYMANA LOZANÊ JI HOLÊ RAKIN
* 24’ê Tîrmehê salvegera Peymana Lozanê ye. Di heman demê de we diyar kir ku di sala 2015’an de di vê rojê de dewleta Tirk muzakereyên bi tevgera we re qut kir û konsepta şerê topyekûn da destpêkirin. Dewleta Tirk di vê demê de encameke çawa bi dest xistiye, gelo encama ku tê xwestin bi dest xistiye?
Beriya her tiştî divê li ser Peymana Lozanê tiştek bê gotin. Têkoşîna me ji jiholêrakirina Peymana Lozanê û tinekirina wê ye. Lê Serokê CHP’ê pêşniyar kir ku roja ku Peymana Lozanê hat îmzekirin wek cejnê bê ragihandin. Ev ji nêzîkatiya neteweperestiyê tê. Peymana Lozanê înkarkirina gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê ya 4 parçeyan e, di heman demê de planeke hêzên emperyalîst a li hemberî hemû gelên herêmê ye. Yanî ne tenê li hemberî Kurdan, di rastiyê de xerabiyeke ku li hemberî hemû gelên herêmê hatiye kirin. Mînak vê peymanê gelê Ereb anî asta çîna duyemîn. Li ser maseyê nexşe çêkirin; Ereb kirin 22 parçe û Kurdistan kirin 4 parçe; hemû mafên kêmneteweyan înkar kirin. Yanî zîhniyeta netew-dewletê esas girtin; ji ber vê yekê her tim li herêmê mirin û qetlîam çêbûn. Ev 99 sal in li Kurdistanê xwîn nesekinî. Vêca ev peymaneke wiha ye; divê ev bê zanîn.
Mînak dewleta Tirk di Sibata 1922’an de biryara xweseriya Kurdan da. Yanî xweseriya Kurdan li Tirkiyeyê tiştekî rewa ye, lê piştî vê peymanê gava dewleta Tirk dît ku hêzên navneteweyî qebûl nakin, ew jî înkar kir û ji arşîva xwe derxist da ku kes nezane. Yanî tişta sereke ya ku li Kurdistanê rê li ber vê pergala jenosîdê vekir û bû sedema ewqas komkujî ev Peymana Lozanê ye. Divê em vê zanibin.
Dewleta Tirk di her pratîka nû ya ku li hemberî me dike de rojên wiha girîng hildibijêre; salvegerên wiha dihesibîne. Ji bo vê jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî me dest bi êrîşan kirin. Bi rastî jî 2 sal û nîv danûstandin hebûn; Peymana Dolmabahçeyê hat kirin; êdî pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçû; hatibû astekê ku çek bi temamî ji holê bê rakirin. Lê dewleta Tirk û Erdogan dixwest rêbaza Srî Lankayê bi kar bîne. Srî Lankayê jî bi gerîlayên Tamîlê re pêvajoya diyalogê da destpêkirin û piştî demekê gerîlayên Tamîlê sist bûn û bawer kirin ku wê bi rastî çareserî pêş bikeve. Yanî ew ketin xefletê. Û Srî Lankayê ji nişka ve komkujiyek mezin û paqijiyek pêş xist. Tiştê ku Tirkiye dixwest bike ev bû.
SED ROJ IN LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ YA GERÎLAYAN HEYE
Vêca ew di vê yekê de bi ser ketin? Na. Wana wê demê bi fermî bi devê wezareta navxweyî ragihandin; gotin ‘Wê bi Nîsana 2017’an re kesek navê PKK’ê neyîne ser ziman; ji ber ku wê tiştek bi navê PKK’ê nemîne’. Yanî wê demê wana xwestin me tasfiye bikin. Di ser vê yekê re 5 sal derbas bûn. Niha şerê herî berfireh diqewime û AKP-MHP di vê erka ku ji dewletê standiye de bi ser neket. Niha salek maye û şansa xwe ya dawî diceribîne. Ji sala 2022’an ve bi hemû hêza xwe êrîş dike ku bigihêje encamê. Lê nikarin bigihin encamê. Ev 100 roj in li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna şerekî pir dijwar diqewime. Dewleta Tirk tu carî windahiyên ku di vî şerê 100 rojî de nedaye. Yanî di dîroka xwe de li Başûrê Kurdistanê ewqas windahî nedane. Dîsa tevî bikaranîna teknolojiya pêşketî û çekên qedexekirî yên wekî çekên kîmyewî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên termobarîk, berxwedan û şerekî wiha mezin a ku 100 roj in bê navber didome, nehatiye jiyîn. Û di vî şerî de jî dewleta Tirk heta niha tu encam bi dest nexistiye. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk tevî alîkarî û teknîka ku ev 7 sal in li hemberî me îlan kiriye û pêk tîne, li hemberî rastiya gerîla bi ser neketiye.
Ji ber ku rastiya Kurdistanê rastiyeke mezin e; rastiyeke civakî ye. Ji ber ku îdeolojî û fikrên Rêber Apo ji ciwanên Kurd, jinên Kurd û tevahiya civaka Kurd re bûye îlham û ruhek afirand. Zîhniyeta ku li ser esasê fikrên Rêber Apo ava bûye, dihêle ku afirîneriya mirov pêş bikeve, egîdî bê jiyîn û ruhê fedaî derkeve holê. Bi ser de jî hişmendî pêş dikeve. Yanî ev şer di warê rêbaz û stratejiyeke taktîkî de bi hişmendiyeke mezin tê meşandin. Stratejiya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û tevgera me li dijî stratejiya mêtingeriya Tirk bi ser dikeve. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku vî şerî da meşandin û ferman da, îro ber bi hilweşandinê ve diçe. Yanî tişta ku hat serê Serokkomarê Srî Lankayê, wê niha jî heman tişt were serê hikûmeta AKP-MHP’ê. Ew ê jî heman qederê bijîn. Ji ber ku rastiya civakî li ber çavan nagirin û bi komkujiyan dixwazin encamê bi dest bixin. Me xwest pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin, lê wana xwest ku bi mirinan encamê bi dest bixin. Lê belê pêvajoya ku 7 sal in berdewam dike careke din nîşan da ku bi polîtîkaya mirin û qirkirinê nikarin bigihêjin encamekê û yekane çareserî qebûlkirina hebûna gelê Kurd e û divê çareseriya siyasî esas bigirin. Rêyeke din nîne; ev rastî bi vî şerê 7 salan careke din derkete pêş.
ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA
* Her roj li dijî Rojava gelek êrîş tên kirin. Dewleta Tirk her roj bi balafirên keşfê sûîqestan pêk tîne û herêman bombebaran dike. Niha di çapemeniyê de hat ragihandin hêzên din ên li herêmê rê li ber Tirkiyeyê venekirine lê dema ku li van êrîşan jî tên temaşekirin, nakokî derdikeve holê. Gelo dewleta Tirk ji hêzên têkildar bersiva erê girtiye yan na? Hûn dikarin li ser van mijaran çi bibêjin?
Weke ku hûn jî dizanin, berî demekê Civîna Bilind a Tehranê hat lidarxistin. Xuya ye ku dewleta Tirk bi rêbazeke fermî erêkirina hêzên navneteweyî negirtiye. Eger bi dizî hin peyman çêkirine, ew tiştekî cuda ye; lê belê, xuya ye ku ew ti erêkirineke fermî negirtiye. Lê niha xuya ye ku dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şer îlan kiriye. Çawa ku li Başûr şer îlan kiriye û şer dimeşîne, niha jî dewleta Tirk bi heman rêbazê li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şer dike. Şer nayê wateya ku leşker ji bejahiyê êrîş bikin. Na; niha şerê siyasî-dîplomatîk dimeşîne; niha bi dronan şer dimeşîne; êdî îstîxbarata wî şer dike; niha bi topan şer dimeşînin. Obus û top jî jixwe niha hema hema bi qasî hêza hewayî xwedî bandor in. Ji ber ku ew hemî li ser bingeha koordînatan diavêjin. Yanî hûn lê dinêrin; her roj gundên Şehbayê topbaran dike; her roj li Cizîrê, Kobanê, Eyn Îsa û li her derê gundan topbaran dike. Yanî ev şer e; bila gumana kesî jê nebe.
Niha xuya dike ku dewleta Tirk bi vî rengî li ser sînor şer bi rê ve dibe û dixwaze rewşê biguherîne û hin rewşên defakto biafirîne. Helbet ger ew qas êrîş bike wê hêzên li wir jî bersivê bidin; bi vî awayî dixwaze di rewşê de guhertinekê çêbike. Ev lîstikek e.
Niha li gorî me divê Rêveberiya Xweser, QSD û hêzên din ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiyê bibînin. Yanî divê ti kes nefikire ku dewleta Tirk wê bi hêzeke zêde êrîş bike û piştre jî wê weke şer bi nav bike. Ya ku niha diqewime ev e, bi her awayî şer e. Divê bi vî rengî were destgirtin û hem ji şirîkên xwe re hem jî ji raya giştî re baş bê ravekirin. Yanî ev dewleta Tirk her roj li hemberî sivîlan, di heman demê de li ser fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û xebat kirine êrîşan pêk tîne. Çawa ku çend hevalên wê yên li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin şehîd kirin, li Rojava jî bi heman rengî êrîşan dike. Herî dawî jî hevala Jiyan Tohildan û du rêhevalên wê qetil kirin. Ez di şexsê fermandara hêja Jiyan Tolhildan de hemû şehîdên me yên di van êrîşên dijmin de şehîd bûne bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînim. Ew di heman demê de şehîdên hemû Kurdistanê ne.
Mînak, bala xwe bidinê; Jiyan Tolhildan kî ye? Fermandarek e ku 10 sal in li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike. Û niha jî fermandarê hêzên YAT’ê ye. Hêzên YAT hêzeke taybet e ku ji bo şerê li dijî terora DAÎŞ’ê hatiye organîzekirin û bi berdewamî ligel hêzên Hevpeymaniyê tevdigere. Niha jî fermandariya vê hêzê dibin hedef. Ji ber vê yekê li hemberî vê rastiyê eger hêzên ku ji xwe re dibêjin Koalîsyon jî bêdeng bin, ev tê wê wateyê ku ew jî hevpar in. Yanî hevaleke wan ê ku her roj pê re dixebitin şehîd dibe. Vêca ev çawa dibe? Ravekirinek ji bo vê yekê pêwîst e. Bi rastî jî di vî warî de pêdiviya Şoreşa Rojava bi dîplomasiyeke hîn berhemdar heye. Yanî divê ev yek hem ji raya giştî û hem jî ji hevkarên xwe yên biyanî re baş bê ravekirin.
MAFÊ TOLHILDANÊ YÊN HÊZÊN ROJAVA HEYE
Mafê wan ê tolhildanê jî heye. Ji ber vê yekê jî li ser vê bingehê tolhildan dikare bê standin. Lê ger rasterast were kirin, wê weke şerekî sînorî yê weke dewleta Tirk dixwaze, bê fêmkirin. Na; beriya her tiştî divê ev bi raya giştî û wan hêzan bidin fêmkirin; wê demê yan divê ev êrîş bên rawestandin yan jî bersiv bê dayîn. Xwîn rijandin; xwîna sivîl û fermandaran tê rijandin. Jixwe du kom bûne hedef: yek fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û ya din jî gelê sivîl in.
Dewleta Tirk çima vê yekê dike? Ev dewlet bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rijandina xwînê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Yanî di pêşerojê de hilbijartin hene; dixwazin beriya hilbijartinan bi hestên netewperestiyê girseyên xwe li dora xwe bicivînin û li dijî Kurdan û li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bidin şerkirin û li ser vê bingehê ji hilbijartinan encam bigirin. Yanî bi rijandina xwînê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin. Zihniyeteke wisa qirêj û xwînmij e. Ewqas sadîst in. Ji ber vê yekê li Şehba, Cizîr û her derê sivîlan dike hedef û şehîd dike. Fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û dema li ser karê xwe bûn, di rê de ji nişka ve rastî êrişê hatin û şehîd bûn. Şerekî wisa tirsonek û komploger heye. Bi vî awayî şer dikin.
Divê her kes li hemberî wê xwedî helwest be. Bê guman beriya her tiştî divê siyasetmedar û pêşengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re û bi rengekî xurt têkoşîna siyasî, dîplomatîk û leşkerî bimeşînin. Di vî warî de divê hem hêzên hundir û hem jî yên derve bên ronîkirin û jixwe mafê wan heye ku bersivê bidin. Yanî ev yek li pêşiya gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê bizanibin ku ev şer niha diqewime. Di rastiyê de dewleta Tirk niha li hemberî wan şerekî bi vî rengî yê taybet û veşartî pêş dixe û divê li gorî vê yekê hişyar bin. Divê xwe nekin hedef; divê xwe biparêzin û wisa tevbigerin. Ji ber vê yekê divê bizanibin ku ev rewşeke şer ya awarte ye.
TALANKIRINA XWEZA Û DARISTANÊN KURDISTANÊ
* Herî dawî di çapemeniyê de nûçeyên li ser çawaniya talankirin û qetlîamên daristanên Kurdistanê hatin dayîn. We wek tevger we ji hin meylên berê li hember daristanên Tirkiyeyê hatin kirin re gotibû bisekinin û we ew rexne kirin. Di qonaxa niha de hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?
Rast e. Rêxistinek bi navê Însiyatîfa Zarokên Agirî heye. Çend sal berê hatiye damezrandin. Koma welatparêzan e. Ne çekan, rêbaza şewitandinê bi kar tînin. Gotin, ‘Em ê ji dijmin hesab bipirsin; em ê bibin bersiva şehîdan’ Lê ji aliyê rêxistinî ve ti têkiliya wan a organîk bi me re nîne. Niha jî ew rêbaza şewitandina daristanan pêk anîn; me rexne kir, em li dijî şewitandina daristanan in. Lê niha dijmin bi taybetî li Botanê hemû daristanên Xerzan, Dêrsim, Amed û Kurdistanê dibire, lê li hemberî vê yekê li Tirkiyeyê ewqas helîkopter, balafir û agirkuj ji bo parastina daristanan tên dabînkirin. Yanî daristanên Kurdistanê tine dike, lê daristanên Tirkiyeyê diparêze. Cudakariyek pir mezin heye.
Jîngehparêzên Tirkiyeyê di vî warî de bi ser neketin. Yanî dema mijar dibe daristanên Tirkiyeyê bertek nîşan didin, lê li hemberî pêkanînên li Kurdistanê tên kirin bêdeng dimînin. Eger ku ewqas cudakarî, qetlîama daran, qetlîama daristanan heye, em ê çawa Zarokên Agir rexne bikin! Wan diyar kirin ku dijmin di her warî de cihêkariyê dike û gotin ku mafê wan e ku van çalakiyan bikin. Niha eger Zarokên Agir bi heman rengî li Tirkiyê şewatan derxin, kî dikare ji wan re tiştekî bibêje! Ji ber vê yekê divê rewşenbîr, jîngehparêz, kesên ku li hemberî vê qetlîama xwezayê û li wêrankirina daristanên Kurdistanê temaşe dikin û tiştekî nakin, divê pêşiya vê yekê bigirin.
* Berê li ser ciwanên ku dixwestin tevlê tevgera we bibin, we nirxandinên cuda kirin. We diyar kir ku ciwanan xwest tevlê bibin lê rê nedîtin. Hûn têkildarê şêwazê vê yekê dixwazin çi destnîşan bikin?
Belê. Di derbarê tevlêbûnê de ez dikarim behsa hin tiştan bikim. Yanî tevlêbûn pêwîst e. Em dizanin ku hevalên ciwan ên ku dixwazin tevlê bibin hene. Lê dijmin gelek tedbîr girtin. Ew jî rastiyek e. Mînak xwegihandina qadên navendî pir zehmet e. Lê her kes ji bo ku bibe gerîla dikare bi eyaletan re têkilî dayne û ji hundir tevlê bibe. Di vî warî de divê gerîlayên li eyaletan dest ji nêzîkatiyên ku şervanên nû qebûl nakin berdin. Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî mirov dikare astengiyên ku derkevin holê jî derbas bike. Rêya wê ev e.
* Gotineke we ya dawîn hebe, em dikarin vê gotina we ya dawîn jî ragihînin.
Bi giştî em ji serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo me, ji bo tevgera me, ji bo gelê me demek pir stratejîk e. Em dixwazin di vê mijarê de ji pêvajoyê re bibin bersiv, lê ji bo vê jî divê her heval û her welatparêz li erka xwe xwedî derkeve. Tenê li ser vê bingehê gelê Kurdistanê dikare navê xwe li ser serketinê binivîsîne. Li ser vî esasî hemû guhdaran bi rêzdarî silav dikim û ji her kesî re serketinê dixwazim.”