NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Dîsa vebêjim, ev kar ne karên wisa hema werin, derbas bibin û dûrî we ne. Hemû kar di rastiyê de, ji partiyê zêdetir karê we ye. Partî amûreke, partî pireke. Ji bo milet li ser ji cihekê derbasî cihekê bibe ye. Ji bo ji koletiyê ber bi azadiyê ve birinê ye. Wê piştî vê partî biqede. Lewra divê hûn weke karên dûrî we û yên paşî nebînin. Hebûna min jî ji bo milete. Ango ger îro hinekê nirxa min heye, bi mebesta ji bo milet hinek tiştan dikime. Kesek weke min çawa dikare evqasî bi wesifdar dibe? Ji ber bi navê milet karên rast dike, rêya rast û şêwaza xebata rast esas digire,
lewma wesifdare. Ango ji ber amûrek di bin xizmeta milet de ye, rola pirek baş dilîze xurte. Eleqeya têrkar dibîne, lewra xwe mezin dike û niha jî nûnertiya milet dike. Ger îro ev milet evqasî li pişta mine yan jî herî kêm bi qasî
miletekî wesifdarim, sedema vê jî eve: Milet lewaz, bêrêxistin û fikre, lê min xwe pir birêxistin, raman kir û bi qasî miletekê di kesayeta xwe de xurt bikim, xwe xurt kir. Vaye hebûna min wisa ye. Kesî ji asîmana alîkarî ji bo min nebarand. Ti dewlet jî li pişt min nîne. Hemû hêz û bandora min ji ber nûnertiya milet dikim, milet birêxistin dikim û bi miletekî re xwe xurt dikim. Siberojê jî emê vê hêzê bidin tevahiya milet, jixwe xwe anîna asta miletek herî wesifdar jî ji bo xurtkirina milet dikim. Ger xwe xurt nekim an jî xwe neyînim asta hiş, pir û çerxa rêxistinê, elbet emê nekarin miletekê jî li ser vî bingehî serwext û birêxistin bikin. Zilamek lewaz, lewaziyê dide der. Zilamek nerêxistinkirî, bêrêxistiniyê dide der. Zilamek bêçare, bêçaretiyê dihilberîne û belav dike. Lê zilamek xurt, hêzê belav dike. Zilamek serwext jî, serwext dike. Lewma em wisa ne. Hevgirtin jî wisa ye. Xwe xurtkirina min, bi temamî ji bo xurtkirina vî miletî ye. Jixwe ev bi axaftin û çalekiyê jî hatiye selmandin. Ezê ku xurt dibe, miletê ku xurt dibe ye. Kesayeta min a ku xwe selmandî û kirî xwedî nasname, welatek û miletek xwe selmandî ye. Wê di vê mijarê
de jî hevgirtinek çêbe. Nabê ku mirov gotin bike û kar neke. Bi qasî îdîaya te karê te, bi qasî karê te jî wê pêkanîn çêbe. Ji ber hinekê jî van eyar dikim, kar şanî dost û dijmin dikim, hinek jî xwe û karan dikim, dikarim efû bikim û bipejirînim. Ji bilî vê nepêkane. Hûn jî dibînin, hûn neçarin pênaseya Rêbertî rast bikin û rast binirxînin. Ne li asîmana ye, ne jî weke hûn pir dihizirin serokê silale û eşîrê ye yan jî ne weke rêberên siyasî yên dine. Ya rastî bûyerek miletê ku xwe bi şêweyek cuda pêş dixe û birêxistin dike ye. Lê rastiya miletek ku pir berze, pir hilberînere û karê we baş dizane ye. Li dijî rastiya miletekî karê xwe pir nizane û ji bo hinek dine yan jî bênasnameyî û bêkesayetiyê berteke. Rêbertî, tê wateya kesê ji bo xwe ye, ji bo xwe kar dike û vê jî pêşî ji xwe dide destpêkirin û her ku diçe vê nakokiyê li gorî berjewendiyên miletekê çareser dike. Me jî hinekê hewl da wisa bin. Pêwîste vê diyar bikim. Hemû pênase û nirxandinên din şaşin. Hinek bi navê min weke axayan, hinek jî weke beg û paşayan
tevdigerin, lê wisa nabe, berovajî ez bi van re şer dikim. Rewşa min, rastiya miletek pêk tê û bi nasnameya azade. Kesên bi navê me tevdigerin, neçarin bi temamî wisa nêz bibin. Wexta ne wisa bin, ne ji me ne. Ew dizin, sîxurek objektîf an jî sûbjektîf û xayînin. Dixwazin me ji me bidizin, hêz û welatê me xirab bikar bînin. Elbet em pir dijwar li pey vane jî. Diyare em çine, çi dikin û çawa dikin, li ber çavên wane. Van pir eşkere jî ji we re vedibêjim. Nebêjin me nedît û nebihîst. Her kêlî ji min re name nenivîsin û bersivê nexwazin. Ev ji hemû pirsgirêkan re bersive.
Weke hûn dibînin û hatî destnîşankirine. Ez jî weke hûn dibînine. Evqas xizmet, evqas çareserî û evqas çare eşkere ne. Hêza min têra evqasî dike. Ma êdî çi maye ku dest nade? Ger we jî hinekê bikariya vê bikin, dê we ser xistiba. Vêca em hinekê beramber ên hatî serxistin rêzdar bin. Em li hember kesayeta serkeftî, xebata serkeftî, tempoya serkeftî, usluba serkeftî rêzdar bin û ger pêkane hinekê jî xwe pê re pêş bixin. Ger hûn jî çareserî û xwe pêş dixin, hinekê jî li ser vî bingehî rast pêş bixin. Weke her carê dibêjim, ger hêza we têra çep û rast nake, bila têra we bike. Min hêza xwe pêşî beramberî xwe bikar anî, xwe baş pêş xist û paşê hêza min têra her kesî kir. Ev girînge. Pêşî lê
dinêrim, bi van re evqasî daxivim, lê ger hêza min têrê neke, bi şêwaza çima têrê nake bi ser xwe de diçim. Dibêjim kêmasiyên te hene û xwe xurt dikim, ezê bêm carek din bi ser xwe de biçim û her tim jî rast derbikevim. Pêdiviya we jî heye hûn xwe wisa xurt bikin. Ango mirovê di bin xizmeta milet de xwe wisa pêş dixe, wisa mezin dike û wisa serwer dike, daku bi vî rengî bibe mirovê milet. Hêvîdarim hinek tiştan fêm dikin. Em di kesayeta we de sala
dehemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê jî bi miletê xwe re temam dikin. Ev pêvajoyek şer a girînge û em dixwazin vê jî xurt temam bikin. Jixwe em di nav raveya vê ya rast de ne. Deh salên şer jiyankirin weke hûn dihizirin nîne, di dîroka me de yekem care bûyerek pir ecêb, bi qasî ecêbe ewqas jî watedare. Dikare bê gotin, gava yekemîn û dawî ya azadiyê ye. Yekem care gavek wisa ya azadiyê hat avêtin. Ger bê serxistin, serkeftinek dawî ye, ger neyê serxistin jî dê ev dawî be. Ev rastiyek weke du caran du dibe çare. Em vê sala şer bi dersan ve dagirtî pêşwazî dikin an jî bi kesayeta vî şerê deh salan bi me re ava kirî ve, em îro pêşberî we ne. Em vê axaftinê jî li ser vî bingehî dikin. Ev pêvajoyek deh salan a dersên wê pirin û rêyên çareseriyê jî pirin. Pêvajoyek ku di dîroka me de yekem care pêk tê. Weke ku heta niha ti kesî ev milet evqas berfireh û kûranî nedaye şerkirin, yên herî zêde gotî ‘ez’ heme jî îsyanek çend rojan lidarxistin û ber bi paşketinek hîn xirabtir û tinebûnê ve birin. Me jî tam berovajî ev ji mercên herî xirab girt û hêjî bi hilberîneriyek mezin ve vî şerî dimeşînin. We jî xebatên di bin navê Rêbertiya di xizmeta milet de û partiya di xizmeta milet de dît. Dibe ku hestên seyr an jî fikrên nû bi we re çêbûne. Niha gelek pirs di serê we de hene û dibe ku ji niha ve bersivên wan jî tên dîtin. Em dikarin we wisa pêşwazî bikin. Em hewl didin we yan jî tevahî miletê me bi mebesta 15’ê Tebaxê wisa binirxînin. Em hewl didin tevahî partiyê û tevahî ARGK’ê jî wisa binirxînin. Her çendî weke em dixwazin li dijmin nedin jî, hêj serê wî nehatiye tewandin an jî vîna wî ya bêrehim bi encam nebûye. Her çendî serfermandarê giştî yê dijmin dixwaze tund û misoger tine bike, me siûda
serkeftinê neda wî. Ev jî heta dawî ji aliyê me ve pir girînge. Wî teqez dixwest ser bixe û havîna borî me tine bike. Ger payîzê jî nebû zivistanê, yan jî biharê ango got Adarê. Paşê jî vaye xwest vê havînê me tine bike. Ev siûd jî nedana wan ji bo me pir girîng bû û dikarin bêjin kêm jî be me ev ser xist. Lê belê hêjî em ji lêdana ku em dixwazin dûrin. Ji bo em di bin rûpelên dîrokek lenetî de tine nebin, rewşa me ya niha pir girînge. Heta ev xebat bi vê rewşê ve jî meşandin û wisa pêşwazîkirina we dîsa jî pir girînge. Divê hûn bizanin li dîrokê binêrin. Divê hûn li
dîroka îmhayê, dîroka îxanetê û dîroka ketîbûnê binêrin. Ger hûn hinekê vê fêm bikin, hûnê bizanin sekna îro, îrowisa beramberî dijmin axaftin û bi dijmin re wisa şerkirin çiqas bûyerek mezine, rehetî jî bikarin binirxînin, destnîşan bikin, xwe jî pir dilxweş, hêrsdar û tolhildêr ava bikin. Ezê sedemên vê dîsa jî ji pir aliyan ve vebêjim. Min hezar carî vegot, lê ger hewce bike ezê hezar car din vebêjim. Ez ne zilamek weke hûn dihizirine. Karê xwe dizanim, bi qasî dizanim rika min heye û tu jî di nav vê de yî. Ji vir û şûn de jiyanek tenê ya we nîne. Weke milet hemû jiyan di bin venêrîna xeta şoreşgerî de ye û her ku biçe dê hukmê xwe jî bimeşîne. Hewce nake hûn beramberî vê bertek raber bikin û bi kêmasî vê ve mijûl bibin. Pêngava mezin a azadiyê xurt pêşwazî bikin, xurt beşdar bibin û bi qasî ji destê we jî tê bibin cengawerek wê ya saxlem. Em bar nadin ser pişta ti kesê ku nekare hilgire. Lê karê ku her kes jî bikare bike heye. We tevan vedixwînim vî karî bibînin û hewcedariyên wê pêk
bînin. Hûnê vê bikin, ne heneke, nîqaşa vê ya erzan jî nabe, kar kare û wê pêdiviyên wê jî pêk werin. Ango bila navê ku dijmin hêjayî we dîtî, teşqele û sistbûna we dikişîne navê xilas bibe. Bila jiyanek evqasî dijberî cewhera xwe, mirovahiyê û zayenda xwe xilas bibe. Bila jiyana ku herî zêde ji bo we, ji bo milet û welatê me û
mirovahiyê hêjayî me be. Ev me bi aramî û rehet dike. Ji bilî vê ti jiyan, ti pol û pere, ti berjewendî qet me têr nake. Divê em bikarin jiyanek wisa dûrî xwe bikin. Me wisa kir û weke hûn jî dibînin em gihiştin vê rastiyê. Dîsa em wisa ne, ango ji bilî vê nepêkane bêm nirxandin û bikaranîn. Hûn hatine bên girêdan, dipirsin Rêbertî kiye û çiye, hewl didin silavê bidin. Vaye ez wisa me. Rêbertî, hêza ku ji we zêdetir nêzî we û ji we zêdetir we birêve dibe ye. Ger hûn îro ne di ferqê de bin, hûnê siberojê yan jî di gorê de bikevin ferqê. Hema nebêjin Rêbertî û derbas
nekin. Bi aqil bin, baş fêm bikin û di wextê de bersivê bidin. Ev ji bo we başe û dê bibe serkeftina kesayeta we.
Hûn jî dibînin, em hewl didin beramberî rastiya miletê xwe bibandor, bertek û rexnegir bin. Ev hewce ye. Li gel vê hewl didin rêya rast jî pir zelal amaje bikin. Jixwe hûn beşdar bûne, ya em dixwazin ji vir û şûn de serkeftina misoger û şêwaza saxlem idestxistine. Ev serkeftin pêkane. Ev derfetek serkeftinê ya
yekem û dawî ye. Jidil nêz bibin ku ji dest bernedin. Em ji bo vê her tiştê xwe feda bikin, ji bilî serkeftina misoger firsendê nedin tiştek din. Ji min zêdetir pêdiviya we bi van tevan heye. Dibe heta niha li gorî we dixwest beşdar nebûn, we xwe nedarizand, lê ji vir û şûn de jî ev siûda we ya serxistinê heye. Teqez hûnê vê jî bi şêweyek balkêş û weke ti carî di dîrokê de nehatî kirin bikin û her tişta ji we tê sitandin re êdî bêjin raweste. Emê ji vir û şûn
de ji bo xwe bihizirin, kar bikin, çêbikin, biparêzin, pêş bixin û bizanin. Ev tev girîngin, hêvîdarim hûnê xwe ji nû ve bi van mezin bikin. Vê dema temenê xwe yê mayî, dikarin bixin xizmeta rastiyên mezin û ji bo bidin jî hewldanek mezin raber bikin. Bihizirin, kes fermanê nade, her kes bi dildariyên xwe ve, xwe tevlî vî karî dike. Jixwe dema ji jor ve ferman û ferzkarî çêbû, li wir birokrasî û axatî çêdibe. Ew tine ye, temamî azadî heye. Di vê manê de azadî otorîteya herî mezin û hêza herî mezin fermanê dide ye. Wexta bi we re jî dildariya azadiyê hebe, hûn
nikarin rawestin, cîhan bibe yek jî nikare we rawestîne. Ma karînme rawestînin? Lê dema tu ketî nav serdestiya mêtînger û hevkarî, hêza te çi dibe bila be, wê tu tine bibî. Qadro û milîtanên me yên bandora vê dijîn misoger ser naxin û dibin bela. Lê dema yek dikeve rêya azadiyê û rêbazê vê digire, kes nikare bigire. Mînak ez bi tenê me û misoger kes nikare min rawestîne. Ev endamên partiyê ne tevgera wisa min rakin, bimeşînin û bidin şerkirinê ye, bi qusur û lewaziyên xwe ve tevgera rawestandina minin. Me ev jî selmand: Rêjeyek girîng weke tevgera kontra kar dike, lê tevî bi tenê me niha pir dijwar xurtim. Jixwe beriya niha Doxan Gûreş got; “Ev ne karên APOne.” Ya rastî jêr heta jor karê min, gav bi gav her kesî wisa dibînim, lê hişê wî ranake. Camêr mafdare, divê bûyerek wisa rû
nede, lê nepenî û rihek ku ew fêm nake heye, cîhanek ew fêm nake heye, kesayetek heye û ev kar didin kirin. Em dixwazin hûn van fêm bikin. Ger hûn van wisa fêm bikin û azadîxwaz bin, kes nikare we rawestîne û dê ji nav we jî kesayetên rêber zêde derbikevin. Bi sebir bin û bihizirin. Ez ne tevgerek wisa hûn dihizirine. Hêza min a raman û bihîstinê pir bilinde, kesek hêza plansaziyê xurte, şêwazek min a meşa giraniya xwe dipîve û radike-datîne heye. Ger hûn jî wisa bin, hûn rêberin, heta dikarin di asta netewî de jî biherikînin. Dikarin xwe di her çarçoveyê de bidin
rûniştanin. Bes bi vî rengî bûyîn jî kedê dixwaze, pêwîstiya fêmkirina me dixwaze. Di vê manê de dikarim alîkariya we bikim an jî fêmkirin û jiyîna min ji bo we alîkariya herî mezine. Hûn tên alîkariyê bigirin an jî miletê me alîkariyê dixwaze, ji wî re tevkariya herî mezin xwe wisa avakirin û pêşkêşkirine. Jixwe derket holê jî ev alîkariya herî mezine.
Berê milet digot; “Kîjan dewletên cîhanê dikarin alîkariya me bikin?” Ger hemû dewletên cîhanê alîkar bûna, ev tevger wisa dernediket û ev milet wisa nedihat avakirin. Alîkariya herî mezin, xwe bi xwe pêşxistin û pêşkêşkirina mirove. We jî ev bi çavên xwe dît. Hûn jî wisa bikin, ev ji bo we û miletê me bi xwe jî alîkariya herî mezine û heta dê mirovahî jî para xwe ji vê alîkariyê bigire. Wexta em hewl didin miletekê ji bingeh ve di nav xwe de azad hilberînin, min ew jiyan kir. Hatim ser gotina xwe ya berî niha. Hewl didin xwe bibînin û xwe binasin û misoger girêdanek Rêbertiyê ya pir dijwar heye. Pir xwestin Rêbertiyê bibînin, lê di rastiyê de dixwazin li wir xwe bibînin an jî di kesayeta min de dixwazin xwe bigihînin rastiya bidestxistina xwe. Elbet ew miijar jî watedare. Kesayetên hatine windakirin, dixwazin qada bidestxistina jiyana ku hatî windakirin bi me re bibînin. Ev raste. Emê jî wisa hevnasînê bikin: Xwe bibîne, xwe pêş bixe, xwe ezin bike, ev ji bo we jî derbasdare. Xwe dîtin di wêneyan de jî
dibe, di filman de jî dibe. Dibe ku hûn niha min weke wêneyekê jî dibînin, dibe ku weke filmekê jî, ferq nake. Dibe ku ez qet we nebînim jî. Lê dema dibînim jî bandor dikim, nebînim jî bandor û dorpêç dikim. Ezê dîtinê li ser vî bingehî saz bikim: Hinek armancên me yên bingehîn hene. Vaye we behsa rastiya welat û milet kir. Teqez em wê didin karkirin, dixim xizmeta têkoşînê, pêşve dibim, lê rasterast wê nas nakim. Ger te bînim astek misoger di rêya welatparêziyê de ye, di vê yan jî wê astê de rastiya milet nas kirî, dê ev bibe hevnasînek û wateya vê heye. Ji
bilî vê ti wateya hevnasînê nîne. Tu kî dibî bibe, ji kur hatibî bila be dîsa jî were. Hevnasîn, divê bi rastiyên rêgezên me yên saxlem û jiyanî ve pêk were.