AMED – Milîsên Mordem Êrîş (Vedat Bîngol) a HBDH’ê ragihand ku li Amedê ji du aliyan ve li dewriyeya polîsan xistine. Derbarê çalakiyên ku pêk anîn de daxuyaniyek nivîskî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wê Milîsên HBDH’ê çalakiyên xwe yên ji bo hesab pirsîna komkujiya Pirsûsê dewam bikin.
Derbarê çalakiya ku di 25’ê Tîrmehê de hatî li darxistin ev daxuyanî hate dayîn;
“Li avahiyên TOKÎ yên Seyrantepe ya Taxa Azîziye dewriyeya polîsan bû hedefa milîsên me. Dijminê ku qet li benda çalakiyan bû, milîsên me ji du aliyan ve bi bombe û fîşekên hewayî li dijmin dan. Nehate zelalkirin ku ekîba polîsan ku di nîvê êrîşê de mane mirine yan jî birîndar bûne. Wesayîta dewriyeyê di nava panîkê de reviya.”
“Piştî revîna polîsan, milîsên me heta demekê li herêmê çalakiyên xwe berdewam kirin. Li gorî planê bi saxî vekişiyan cihên xwe. Me got, em dîsa dibêjin. Hesabek me ya ku neyê pirsîn tune! Tu qetlîamên we, sûcên we yên li dijî gelên me yên karker û kedkar bêceza nemînin! Em hêza xwe ji gelê xwe û nemirên xwe digirin. Di hêrsa gelê me yê xizan de, em ê we li her derê bibînin û we ceza bikin!”