STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê ya şehîd Hogir Amed ên DGH diyar kirin ku di 25’ê Tîrmehê de li Hadîmkoya Stenbolê 7 kamyonên şîrketa lojîstîkê şewitandin. Derbarê çalakiya ku hatî kirin de, daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em weke zarokên vê axê, parastina xaka Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê, erka me ya sereke ye.”
Heman demê de DGH’ê diyar kir ku wê berxwedana li çiyayan bi pêşketî bînin derbasî bajaran jî bikin û wiha domandin; “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îro li Zapê berxwedaneke destanî nîşan dide, derbên giran li dagirkeriya Tirk dixwe. Ev berxwedaniya ku li çiyayan bi pêşketî, wê li bajaran jî her were silav kirin û çalakî jî bên mezinkirin. Dewleta Tirk û çavkaniyên wê yên aborê wê hertim di hedefa me de be”
Derbarê çalakiya ku hatî kirin de ev agahî hatin parve kirin;
Yekîneyên me yên Tolhildanê ya şehîd Hogir Amed ên DGH, di 25’ê Tîrmehê de li Hadîmkoya Stenbolê 7 kamyonên şîrketa lojîstîk a Sertransê şewitandin û êdî ew kamyonên ku hatine şewitandin, nayê bikaranîn.