QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajaroka Til Marûfê, di çarçoveya xwe rêxistinkirina li dijî êrîşên dagirkeriyê, di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, perwerdeya leşkerî vekirin.
Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên xwe yên ji bo rêxistin û perwerde kirina gel û ciwanan, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajaroka Til Marûf ya girêdayî bajarê Qamişlo, ji bo ciwan û jinên ciwan ve, dewreya perwerdeyên leşkerî vekirin. Di dewreyê de armanca ciwanan ya sereke, hemû ciwanan di xeta parastina rawa de perwerde kirine. Ji ber vê jî di dewreyê de ciwanan dersên fêrbûna çek ji bo ciwan û jinên ciwan ên amade dan.
Ciwanên ku tevlî dewreyê bûne, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya di xeta Şerê Gelê Şoregerî de dewam bikin, û bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” jî çalakiyên xwe mezin bikin.