RIHA – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 507’an de jî berdewam dike. Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê kurê wê Ferît Şenyaşar di saaetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Kes nikare rastiye ku her kes pê dizane binixime. Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e. Wê têkoşîna me ya di nava sînorên qanûnî de bidome!”