ŞEHBA – Dewleta Tirk ya dagirker di sala 2018’an de, êrîşî bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir, di dema êrîşê de dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ve rastî berxwedana gel ya 58 rojan hatin. Piştî berxwedaneke bê hempa gel ji bajarê Efrînê koçberî Şehbayê bû. Li Şehbayê jî gel berxwedana xwe dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrîşî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Şêniyên Efrînê jî ji bo ku xwe li dijî van êrîşan biparêzin û dewleta Tirk têk bibin, li hemû navçe û deverên Şehbayê dest bi çêkirina mewziyên şer kirine. Koçberên Efrînê ên li Şehbayê nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku ewê heya vegera Efrînê li berxwe bidin û di têkbirina dagirkeriyê bi israrin.
Di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi dehan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, dest bi çêkirina mewziyên şer kirine, da ku ji êrîşên dagirkeriyê xwe biparêzin. Gelê Efrînê diyar kirin ku ewê bi Şerê Gelê Şoreşgerî li berxwe bidin, û wê bi Şerê Gelê Şoreşgerî bi serbikevin.
Destpêkê ciwanê bi navê Ehmed wiha axivî; “Navê min Ehmed e, ji Şehbayê bi xwe me, em îro hatine vê derê, da ku alîkariya hevalên xwe bikin, yên ku tûnelên şer amade dikin. Em li tevahî deverên Şehbayê amadekariyên xwe dikin. Emê bi çêkirina tûnelan, êrîşên dewleta Tirk ya dagirker vala derbixin û wan têk bibin. Çêkirina tûnelan di esasê xwe de, yek ji taktîkên Şerê Gelê Şoreşgerî ye, yanê gel û şervan xwe bi hev re li dijî êrîşên dagirkeriyê biparêzin. Di dawiyê de ji hemû şervanên di çeperên şer de serkeftinê dixwazim, û emê meşa xwe heya dawiyê li ser riya şehîdan dewam bikin.”
Her wiha dayîka bi navê Rozerîn jî domand û got; “Em îro hemû li vê derê ne, da ku em mewziyan amade bikin, ji bo dema ku êrîşek bi ser me de hat em karbin xwe biparêzin. Em dixwazim çanda Şerê Gelê Şoreşgerî bi pêşbixînin, yanê gel xwe bi xwe parastina xwe bike û ew berpirsiya xwe bigire ser milê xwe. Ji bo vê jî ez bang li hemû kesan dikim ku ew jî werin vê derê, bi me re mewziyan çêbikin û li kêlekî hevalan bisekinin.”
Yek ji welatparêzin bi navê Henan jî destnîşan kir ku gelê Efrînê gelekî berxwedêre, wê her li berxwe bide û got; “Navê min Henan e, ez ji bajarê Efrînê me, em koçber bûne hatine Şehbayê. Lê belê ji dema hatine me heya niha gefên Erdoxanê hov kêm nebûye. Em jî gelekî rêxistinkirîne, emê xwe biparêzin. Wekî gelekî şoreşger ji me tê xwastin ku em mewziyên xwe amade bikin. Bê guman emê hertim xwe biparêzin, gefên Erdoxanê faşîst tu carî bandora xwe li ser me nake. Gelê Efrînê tim û tim di nava berxwedaniyê de ye, di şer de ye. Emê bersivekî xurt bidin dewleta Tirk ya dagirker, ger şer û êrîşekê bike, wê pişman bibe. Keçên û xortên me yên hêja her li berxwe didin, em rojane jî şehîdan didin, emê li berxwe bidin û emê tim li berxwe bidin.”
Herî dawî jî jina ciwan ya bi navê Meryem wiha nirînên xwe anî ser ziman; “Navê min Meryem e, em weke gelê Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne, niha li vê derê em mewziyan amade dikin. Em ji bo şerê ku were kirin amade ne, em li pişta hêzên xwe yên leşkerî ne. Em weke gel çi ji me bê xwastin, em amade ne.”