ŞEHBA – Bi dirûşmeya “Bi rihê ciwanên şoreşger ber bi civakeke azad ve”, Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê, festîfalek çandî ya yekemîn bi navê Şehîd Gerzan li lîstokgeha bajarokê Babinis ê kantona Şehbayê, li darxist.
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêmê tevlî festîfalê bûn.
Di destpêka festîfalê de, bavê şehîd Gerzan, Ebdo Qehreman wiha axivî: “Şehîd Gerzan ji kesên pêşîn bû yên ku tevlî şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn, perwerdeya xwe ya yekemîn li Efrînê di 2011’an de dît, piştre di rêvebirina ciwanan û rêxistinkirina wan ji bo parastina şoreşê, cihê xwe girt.”
Piştre, zaroka bi navê Diyana Mihemed çend helbestên xwe yên li ser şehîd Gerzan xwend. Her wiha piştî Diyana jî koma Şehîd Birûsk û Şehîd Barîn Botan çend stranên erebî yên folklorî gotin.
Festîfal bi stranên kurdî yên folklorî ji aliyê koma Serdoz ve û gerandina govendan bi dawî bû.