HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Til Birak, li dijî êrîşên dagirkeriya ya dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek dan. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ewê li dijî her êrîşa dewleta Tirk li berxwe bidin.
Bi dehan edndamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li ber avahiya navenda çandê ya navçeya Til Birakê kom bûn. Li wê derê daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Tariq El-Ebdullah ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em van êrîşên dagirkeriyê yên ku li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya hêzên navdewletî tê kirin, şermezar dikin. Ev êrîşên ku tên kirin û bê dengiya hêzên navdewletî, nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e.”
Heman demê de Tariq bal kişand ser amadebûna gel û ciwanan ya di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de û got; ” Em weke Tevgera Ciwanên Şorşeger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkarên wê ve, bi gelê xwe re amade ne. Emê bi xeta Şerê Gelê Şoreşgerî, li dijî îxanet û dagirkeriyê şer bikin.”
Her wiha Tariq bang li tevahî ciwanan kir ku ew jî tevlî pêvajoyê bibin û got; “Em bang li tevahî ciwanan dikin ku, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û nirxên şehîdan, divê herkes were cihê xwe di nava qadên leşkerî de bigire û di pêvajoyê de cihê xwe bigire.”
Di dawiyê de Tariq wiha got; “Emê heya nefesa xwe ya dawiyê li dijî dewleta Tirk ya dagirker û hevlbendên wê ve şer bikin. Emê di xeta Modernîteya Demoqratîk de, ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.”