NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Êdî roj, roja rih, hiş û reftarên serkeftinê dana meşînê ye. Siûd jî başe. Ger hûn dîrokê lêkolîn nakin, dîroka partiyê lêkolîn bikin. Ger hûn wê jî lêkolîn nakin, axaftina rojekê guhdar bikin. Encama ku hûnê derbixin, dê we tam bixe ser rêya serkeftinê. Ger hûn vê nekin, hûnê pir xirab bên nirxandin û di encamê de yê winda bike kes bi xwe ye. Misoger biryardar bin ku nebin ji kesên wisa. Êdî giranî bidinê ku hûn kesên wisa nedin jiyîn û siûdê jî bi şêwazek serkeftî, siûda serkeftinê bide hemû partiyê
bikar bînin. Em heta niha bi her tiştê xwe ve bûn çavkaniya hêvî, wêrekî û serkeftinê. Mafdarî vê ji we jî hêvî dikin. Hûn jî baş dizanin min di vê xebatê de ji pêdiviyên xwe zêdetir pêdiviyên pêşeng berçav girtin û xwest hewldana hewce raber bikim. Mijar ne şêwaza min a çêkirinê ye, ya girîng em bikarin hinek tişt bidin şêwaza we ya çêkirinê. Min xwe kêm-zêde sererast kiriye, ya girîng sererastkirina we ye. Ger bi ya min bûya, dê min beriya bîst salan ev bi şêweyek pir xurt çareser kiriba. Lê her tim bi min nabe. Min pir tişt gotin, pir tişt kirin, dîsa jî mirov dikare gelek tiştan vebêje. Nîqaşek mezin heye, her roj rewşên nû pêş dikevin û divê em jî ya herî baş bikin. Di refên me û dervî refên me çi heye, binêrin; çi nîqaş, çi ecêbî û çi sextekarî hene. Ya rastî dixwazim van vekim. Hemû derew, hîlebazî û her tişt eşkere bûne. Hûn dizanin herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Almanya ji bo me çi got. Got; “Darkê xwe navtêda.” Li vir bûyera darkê xwe navtêdan pir girînge. Me her tişt vekir, bila her kes van nîqaş bike. Di nav de çi heye, çi nîne, bila bibînin. Ya rastî ya herî baş jî eve. Êdî eşkere ye kesên bere xwe dixistin dewsa zilaman niha di çi halî de ne, niha çawa dijîn, her cure pîvanên wan ên kesî çine, hemû li naverastê ne. Dê her kes hesabê xwe bide û dide jî. Dijmin dixwaze bi her cure sextekarî, nokerî, azwerî û ferzkariyên jiyana sexte ve refên me şeht bike û her tiştî tine bike. Vaye em jî niha dibêjin, meydan ev meydane. Em firsendê nadin nemerdan, sextekaran û kesên dixwazin jiyanê pir xirab tine bikin. Me ev hemû eşkere kirine. Divê li ser ji nû ve çêbûnê nêzîkbûnek wêrekî bê raberkirin. Şoreş her wextî di çarçoveya zagonên xwe de meşa misoger ferz dike. Em jî heta dawî van zagonan pêk bînin. Emê muhafezekar nebin, lê sînorên wê jî derbas nekin. Yên tengaviyên wan heyî, bila derbas bikin. Yên xwe ji pir aliyan ve didinê bila rabin. Yên bikarin xwe ber bi îsyanê ve bikişînin bila bikin. Em ji hemûyan re jî amade ne. Em pirsgirêkên xwe yên sedî salan digihînin çareseriyê. Ev jî gihandina çareseriyek rasteqîne. PKK tevgerek ku yekem care pirsgirêkan digihîne çareseriyê ye. Dawiya diyarker destnîşan dike û bersiva wê jî em didin. Em dikarin nîqaşa herî berfireh li ser min bimeşînin. Di çapemeniyê de jî pir tê nîqaşkirin. Nîqaşên ku her wateyê dihewîne zêde bûne. Nîqaşa li ser min, tê wateya nîqaşkirina rastiya miletekî. Nexasim miletek ku ber bi azadiyê ve diçe nîqaşkirin, hîn zêdetir xwe fêmkirina me ye. Bila ji her hêlê ve bê nîqaşkirin, tiştek veşartî û bincil nemîne. Dema mirov her kêlî nemaze di nav pêvajoyek dîrokî de rastî girt, tiştek ku ew mirov ser nexe nîne. Jixwe pratîka me hêj niha ve, ev bi dijmin daye pejirandin. Demîrel ji bo me dibêje; “Çi ji destê wan tê bila bikin.” Qaşo ew jî Serokwezîrek mezine. Ev jî vê diyar dike: Nexwe gelek karên ku ji destê me tê hatiye kirin. Pirsgirêkek din jî eve: Gelo tam hukum nakim, nikarim bikim? Mijar ne hukumkirin an jî nekirine, hinek rastî serwerkirine. Niha tam nikarim bêjim min serwer kirine, lê kes jî nikare bêje em vale hatine derxistin. Nexasim hûn di dîrokê de li ser bingeha azad, li ser bingeha rastiyên ti carî nayên girêdan meşandin pir girînge. Ev jî di nav me de pêk hat. Emê hîn zêdetir bikin. Hûn jî dizanin, li hember gelek tiştan kerba min heye. Tevî vî temenê xwe hîn zêdetir bi xwestekim. Her çendî hûn me biwestînin jî, hêjî karên bi vî rengî em bikin hene. Emê weke hûn dihizirin an jî dikin nehêlin. Emê hewl bidin bixin xetê û rêya rastiyan. Hûn jî nebin asteng û ne bi bertek bin. Sozên ku we seresere dayîn jî kûr bikin, wisa bersivê bidin. Min jî xwe da ber fermana rastiyan. Ger ji nav we çend fermandar derbikevin, çend rêber derbikevin dê pir baş be û divê derbikevin. Divê ji nav we kesên ku her tişt û jiyana xwe feda dikin derbikevin. Gelo kesên wisa bi îdîa hene? Ger nîne vê îdîayê pêş bixin. Ji bo em yekê tenê jî bibînin salane lê digerin. Gelo emê bikarin xwe bigihînin cıvata rêberên ku em behsê dikin? Em hesreta vê ne! Leheng û çeleng hene, fedaî hene, bêtirs hene, heta ji min zêdetir jî wisa ne, lê dîsa jî rêber tine ne. Kêm an jî bi zorê me rizgar dikin. Li cem me tenê rizgarkirin, ji bo Rêbertî têrê nake. Ezê hîn çawa ji we re pêşwazîkirina pêdiviya vê rêbertiyê vebêjim? Pir girîngiyê didim van karên kesayetên bikarin fermandariyê bikin derbixin holê. Her tişt, heta di wateyekê de armanca hatina me ya vir jî, ji bo avakirina van kesayetane. Em dijwar li ser qada Rêbertiyê rawestiyan. Tenê ji bo vê cihek ku me gav ne avêtiyê nemaye. Bi me re acizbûn û ji taqet ketin nîne. Ji bo doza milet hewce dike mirov û rêberên milet hebin. Rikek me jî ya wisa heye. Rika we jî heye, lê çawa? Ya min dilnizmî ye, zêde mezin nakim. Lê dema hewce jî kir bêku aciz bibim, ji taqet bikevim dikarim bi rikek mezin bidim. Ji yên min zêdetir vebijêrk û derfetên we hebûn. Rik û israra kî nîne? Dijmin jî ji bo me dibêje; “Ji bo em hêrsa wî rawestînin divê hinek tişt bidinê.” Mesele ne hêrsa mine, ya girîng serweriya hinek rastiyane. Hûnê xwe çawa sererast bikin, nizanim. Lê ji dijmin zêdetir li ser we dihizirim. Niha çiya jî tije ne û giranî jî kêmasî tên jiyîn. Hemû jî di tengaviyê de ne. Emê van çawa bikin, çawa xwe bigihînin wan? Hemû jî pirsgirêkin. Bi hemû hêza xwe ve hûn ji nû ve avakirin, di kesayeta we de bersiva pirsa çawa bikin dayîn, tê wateya em ji çiyê re amade ne. Ne ji bo rika min, ji bo dîrokê ev şerte. We axên xwe înkar kirin û li ser rûyê erdê zêde berbelav bûn. Ez çi bikim? Li we dinêrim, nirx jî didim mirovan, ji xwe re dibêjim ev dikarin cihek çawa bigirin. Ji bo vê qiyamet tê rakirin. Hûnê neyên hezkirin, rêzgirtin û nekarin dengê xwe jî bidin bihîstin. Dibe hinek ji we derfeta vê bibîne, lê em weke milet vê nabînin. Me jî got em ji vê re bibin çare. Ma cuda çi ji dest tê? Ger hinekê wijdan heye, ew jî ji bo vê ye. Niha hinek ji we, hinek çek girtine destê xwe û dibêjin dibe ku hinekê ji bo xwe rojê îdare bike. Lê ev ji bo min nabe. Evqas derfet ji bo min ne têrkare. Dibe ku hûn bêjin ev jî hincek mezine, lê ti eleqeya wê nîne. Ji ber miletê dixwaze, miletê pêwîste ser bixe, ewqas di xeteriyê de û hejare, tiştên em dikin weke dilopek ji deryayê ye. Lewra xwe mezin nekin. Zêde
baweriya xwe yên di dest de jî neyînin, ji ber kêmin. Dibe ku ev her kêlî ji dest biçin. Em ji bo vê qiyametê radikin. Ji ber ewnebê, nabe. Mirin jî rizgar nake. Lê dinêrim çawa îşkenceyê dijîn û çawa hejar jiyan dikin. Mirov ji ber berpirsyarî û feraseta xwe dibêje; “Nabe.” Piştî nabe jî, çi tişta dibe me pêk anîbe, em hewl didin wê bikin. Berê piştî ku me qonaxek girîng derbas kir, min digot ezê bêhna xwe vedim. Lê niha dinêrim, ev jî xwe xapandinek mezin bû. Her roja derbas dibe ji ya din zêdetir pêdiviya hewldanê derdixe holê. Qurala di PKK’ê de eve. Heta niha ev her tim wisa çêbû. Yeqîn dikim ji vir û şûn de jî dê tempo hêsan nekeve. Ji aliyekê ve bi hêza zorê, ji aliyê din ve jî bingeha nokeran ve hewl didin me derbas bikin. Heta xwestin PKK’ê jî bandor bikin. Hûn jî dizanin, jixwe gelek kes hewl dide ji me xilas bibe. Mînak kesek vê nirxandinê dike û dibêje; “Ew xinzir kurê xinzire, taktîsyenek Marksîste. Her karî ji taktîk digire, di encamê de jî mafdar derdikeve.” Ev nirxandinên xwendevan û nivîskarên dijminin. Qaşo hewl didin aqil bidin. Çi hene, hema nîqaş dikin. Di navbera wan de nokerên Kurd jî hene. Hesabê me bi wan re jî heye. Mînak bi we re xisleta hesabxwestinê hinekê kesî ye û ewqas jî lewaze. Min hesabê xwe kir û li her derî belav kir. Min di her astê de nîşan da ku bi kî re, çawa di pevçûnê de me. Herî dawî hûn jî dizanin Wezîrê Alman çi nirxandin kir. Êdî hat rewşek wisa dost jî beramberî hev pevçûnê bijîn. Di asta dewletan de pevçûn ava kirin. Hûn di asta kesî de her roj bi xwe re jî pevçûnê dijîn. Şer, îksîra ku kesayet derdixe holê ye. Di nêvenga rastiya me de kesê zêde bi xwe re şer neke, zêde nikare serkeftinê bidest bixe. Yên bi xwe re şer jî dikin ser dikevin. Dixwazin vî agirî bitefînin, lê êdî wextê wê derbas bûye. Me qonaxek dîrokî saz kiriye. Êdî dijmin neçar ma nasnameya Kurd bipejirîne.