NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Civatên teng û girêdayî pêdiviyên kesî di radeya zanebûnê de dikare komên siyasî, partî û heta enî bên avakirin. Ji vê hêlê ve yek-du kes li gorî zanebûna xwe dikarin nîqaş bikin, biryar bidin û kom an jî partî bê damezirandin. Heta dikarin têkoşîna çekdarî jî bidin destpêkirin. Lê belê ev heta kur derbasdare? Gelo temamî bi navê milet biryar dayîn û bûna hêza siyasî raste? Wexta em di vê derbarê de li mînakên dîrokê dinêrin, bêguman feylesof û kesayetên siyasî di avabûna vê fikrê û pêşketina bizavan de tevkariyek girîng kirine. Bi navê milet pir hizirîne, nîqaş kirine û xwe gihandine bernameyên siyasî yên diyarker. Tevger û çalekî bi navê milet hatine afirandin. Ezmûnên di vê mijarê de hatine jiyîn, em ji dîrokên berê bigirin heta roja me pir dewlemendin. Mînak Senatoyek Roma heye. Tişta yekemîn tê bîra mirov, meclîsên Komara Atîna yên serdemên destpêkê ne. Ev meclîsên xwediyên koleyane û bi rastî jî nûnertiya zayîna komarên destpêkê û meclîsên destpêkê yên em behsa wan dikine. Navdariya nîqaşên di meclîsên Roma de, heta roja me hatine. Kâtiben mezin, bi navê berjewendiyên Roma yên berz, gotinên dîrokî kirine. Berjewendiyên Roma li kur destpê dike, heta kur berdewam dike? Heta xwediyên koleyan Roma kirine hêzek wisa, kirine xwediyê rayeyek sînornenas. Komarên Atîna li ser demokrasî, heta ziraviyên ku em îro jî zehmetî dijîn xwe bigihîninê nîqaş meşandine û bingehên dîrokî avêtine. Ev jî demokrasî yan jî komara xwediyên koleyane. Bi qasî em dizanin di Îslamiyetê de jî fikra meclîs û şêwirdariya beramber hev, pir berfireh di meriyetê de ye. Jixwe mizgeft kargeriya meclîsê ya xwezayî pêk tînin. Bal bidinê, meclîs pêşî bi şêweya mizgeftan ava dibin, li vir pirsgirêkên zayînên nû tên nîqaşkirin. Ayetên Quranê yên destpêkê, hemû hedîseyên Hz. Muhammed xebatên siyasî ne. Nîqaşek hûrûkûr heye û hêdî hêdî meclîsbûnek saz dibe. Ji cihên ku lê dicivin re “meclîs” tê gotin. Mizgeft û meclîs karên dişibin hev pêk tînin. Meclîs an jî mizgeft di heman demê de weke navenda biryarê tên bikaranîn. Bi navê eshabên wê demê, meclîsek ku mezinên wê demê lê bibandorin. Wexta em li şoreşa Franse dinêrin, şêweya vê ya hîn zêdetir nûjen em damezirîna parlemento dibînin. Herî zêde govaniya têkoşîna feodalan û burjuva dike. Burjuvazî li hember feodalizm û nûnerên dêrê têkoşînek mezin didin. Bi rastî jî Şoreşa Fransa bi nîqaşên li nav vê parlementoyê re destpê dike yan jî ev nîqaş bandorek girîng li ser Şoreşa Franse dikin. Şoreşa Fransa ya mezin ji aliyekê ve jî dibe rêya çareseriya nîqaş û pevçûnên li parlementoyê. Vêca em li Şoreşa Sovyetê binêrin: Sovyet, meclise, ango wateya peyvê eve. Tê wateya civînên milet û meclîsên milet. Carina jî hemû raye ji meclîsan, Sovyetan re tê dayîn. Dîsa em li mînaka Tirkiyê binêrin: Wexta Mustefa Kemal gava destpêkê avêtî, dibêje; “Kongreya Erziromê û Kongreya Sêwasê.” Tişta yekemîn tê bîrê, li Enqereyê Meclîsa Mezin a Miletê Tirkiyê bicivîne. Lê hîn zêdetir meclîsa feodalan, eşrafan, kompradoran dicive. Bi rastî jî dikare bibe hêzek siyasî ya bibandor û heta roja me jî xwedî giraniyekê ye. Yeqîn dikim di serdemên berê de jî zêdetir eşîret û konfederasyon dihat wateya meclîsan. Daneyên meclîsê yên destpêkê konfederasyonên eşîrane. Ji bo karên eşîran ên hevbeş çareser bikin komxebat, meclîs û konsey dihatin avakirin. Di dîrokê de mînakên vê pirin. Wexta em li civaka Kurdistanê dinêrin, di dîrokê de yekîneyên olî yên eşîran hene. Mînak behsa federasyona Ertuşî’yan dikin. Em nebêjin meclîs, lê ev federasyona ku ji pênc-deh eşîran pêk tê û her çendî qels jî be weke otorite bandora xwe dide hesandin. Ji hêla meclîs ve di dîrokê de dema civaka Kurd dibe mijara gotinê tişta mirov dikare bêje, bi rastî jî konfederasyonên eşîran zêde nehatine derbaskirin. Begîtî hatine avakirin, lê em nikarin van weke meclîsên milet an jî feodalan binav bikin. Ji ber em zêde mînakên ku begên Kurdan di navbera xwe de yekbûyî û meclîs ava kirîn nabînin. Dîsa xanedanên Osmanî’yan hene. Ew jî ne meclis xanedanin û hilbijartina xwe jî bi qetla birayan dikin. Di Osmanî’yan de komara feodalî nîne. Em di Tirkan de jî komarek wisa nabînin. Wextekê feodalên Kurd hewl didin bigihin hev, lê nikarin xwe bigihînin hêza avakirina meclîsek wisa. Heta Siltanê Osmanî’yan Yawûz Siltan Selîm dibêje; “Xwe bi wesifdar bikin.” Lê dîsa jî nikarin vê hêzê raber bikin. Hevriktî û pevçûnên berjewendiyên mezin di navbera xwe de dijîn, wan ji avakirina meclîsê dûr dixe. Nexasim ji ber pêşketinek weke qraliyeta mezin û dîsa beramberî hevdu mezinbûnekê saz nakin. Mîna wan meclîsên feodalî yên em li Ewrûpa dibînin, meclîs zêde pêş nakevin. Em nikarin tarîqat û mezhebên milet dijî weke meclis binav bikin. Bi navê meclîsên Elewiyan, nizanim meclîsên tarîqatan, zêde ne xwedî naverokek siyasî ya watedarin. Ji ber ev meclîs piranî li ser bingeha olî kar dikin. Meclîsên malbat û qebîleyan hene. Nepêkane mirov wateyek netewî jî bide van meclîsên malbatî. Heta weke ku meclîsên malbat û eşîran dervî netewbûnê ne, xwedî wesfek li pêş wê astengî ne. Wexta Meclîsa Mezin a Miletê Tirk hat damezirandin reîsên eşraf, axa û eşîrên Kurdan bê şert û merc, bêku ti xwestekên netewî bidin pêş, tevlî vê meclîsê bûn. Elbet di berdêla berjewendiyên malbatî û kesî de, li ser bingeha îxanet li hemû pêdiviyên netewî û jiyanî yên miletê Kurdistanê bikin beşdarî wir bûn. Lewra em nikarin Meclîsa Mezin a Miletê Tirkiyê ji bo miletê Kurdistanê, netewa wê, weke meclîs binirxînin. Destpêkê dihat gotin; “Ev meclîs, meclîsa Kurdan û Tirkan a hevbeşe.” Lê em pir baş dizanin, hêj doh ji ber navê miletê Kurd bilêv kirin, xwestin çend wekîlan li erdê bidin û heta ger zexta nav-netewî nebûya, dibe ku darve kiriban. Di vê meclîsê de niha cihê yek peyva Kurdî nîne. Lewra nûnertiya Kurdan a di Meclîsa Mezin a Miletê Tirk de xefke û amûra xapandinê ye, negengaze berjewendiyên netewa miletê Kurd bidin diyarkirin, bilêv bikin, bibiryar bikin û bi qanûn bikin. Meclîsa Mezin a Miletê Tirkiyê yek hêmana herî mezin a îmhabûn, bişaftin û ji dîrokê derkirina miletê Kurdistanê ji xwe re esas digire. Lê di rastiyê de jî ev Meclîs pir deyndarê Kurda ye. Wexta Meclîsa Mezin a Miletê Tirk hatî avakirin, herî zêde li Kurdistanê ji reîsên axa, şêx û eşîrên Kurdan hêz girtin. Pir tiştan deyndarê pişgiriya wane. Lê belê ji ber rêxistinbûna netewperestiya Tirk û tam li ser komarê serdest bûn, Kurd jî pir xirab weke nokeran bikar anîn, piştî îsyan jî hatin çewsandin di derbarê îmha û înkara Kurdistanê de çiqas qanûn hewce dikir, tev derxistin. Bi vî rengî Kurdên ku hatin bikaranîn û paşve ketin jî nekarîn xwe weke Kurdên xayîn ji karkirinê rizgar bikin. Di hilbijartinên dawî de encama têkoşîna me çend wekîl hatin hilbijartin û ji bo vê jî qiyamet rakirin. Lewra hukma ku ji bo vê meclîsê bê dayîn, divê bê zanîn ne cihek ku Kurd bikarin nûnerên xwe bişînin wir û li wir di mijara çarenûsa xwe de bikarin nîqaş bikin, biryar bigirin û qanûn derbixine. Divê ewder weke li pêş bêriyên wan û berjewendiyên netewî meclîsek asteng were nirxandin. Ev meclîs di deh salên dawî de bûye çavkaniya xirabiyên herî mezin, fermana mirinê lê hat derxistin û ji bilî çend Kurdên nediyarin çine rola îxanetê bilîzin ne cihek dine. Kurtasî Meclîsa Mezin a Miletê Tirk weke biryargeha ‘Qanûna Takrîr-î Sûkun, Qanûna Dêrsimê, Qanûna Îskana mecbûrî û qanûnên her cure rastiyên Kurd qedexe bike lê hatî derxistine. Divê weke meclîsek fermana mirinê lê tê derxistin bê dîtin, nirxandin û êdî em dibêjin wextê dawî li van kiryaran anînê hatiye. Êdî yên dixwazin rola xwe ya netewî bilîzin û nûnertiyê bikin di vê mijarê de her çendî sînordar jî be kesên ku rêzdariya beramberî xwe zêde winda nekirine, divê vê rastiyê wisa bibînin û bipejirînin.