QAMIŞLO – Li gel berdewamkirina bertekên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Til Koçer a kantona Qamişlo xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêr ji Dibistana Şewafe ya li bakur rojavayê navçeyê dest bi meşê kir û ber bi kolanên sereke yên naçveyê ve çûn. Di xwepêşandanê de sloganên li dijî dagirkeriya Tirk û yên pişteaniya hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin, hatin berzkirin.
Xwepêşandêr li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiyan, li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mistefa Şiblî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şiblî her wiha destwerdanên dewleta Tirk a faşîst li herêmê û hedefgirtina welatî û fermandarên li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine, şermezar kir.
Şiblî bang li civata navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.
Mistefa Şiblî her wiha tekez kir ku ew ê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bilind bikin.
Xwepêşandan bi sloganên banga qewitandina dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi dawî bû.