NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Em heta niha li ser Meclîsa Mezin a Miletê Tirk ne axivîne. Milet weke hewldana niyeta baş a dawî, xwest hinek Kurdan bişîne wir. Di fesadiyek Enqereyê ya bala min kêşayî de tê gotin; “PKK çeperan raçav dike.” Belê, xweş nirxandine. Ji bo bizanin dê çi bê serê Kurd, bidin diyarkirin rastiya miletê Kurd çiqasî rave bike, miletê me jî zemîn baş raçav kir. Qaşo dê PKK’yîyek çawa baxive weke meclîsek faşîst pir baldar nêz dibin. Hêj yekdu gotin ji devê camêrî derneketî, êrîşî kursî kirin, wî ji wir daxistin. Yek-du remz –jixwe nûnerên miletin, elbet dê cil û bergên wan, remzên wan xwezayî bi xwe re bidin jiyîn, mafek xwezayî ye- ji sitûyê wan girtin, jê kirin. Paşê jî weke; “Rezîltiya xayîna” pênase kirin, pêlê kirin, di çapemeniyê de reklama vê kirin. Yeqîn dikim gelê Kurd zemîna çeperan raçav kir û bila dile xwe negirin lê dîtin di vê meclîsê de bi çavek çawa li wan dinerin û di hemû şaneyên xwe de fêm kirin ku ewder ne ji bo wane. Heta miletê Tirk ên aqilmend jî baş dizane ku ewder meclîsek çawa ye, qaşo di civînên meclîsê û merasîmên sondê de jî ev baş dîtin. Dema ev meclîs hat avakirin, di vê meclîsa ku Mustefa Kemal gotî; “Meclîsa Kurd û Tirkane” de rewşên rû dayîn her kesî dît. Dîsa bila parazvanên herî dijwar ên Atatûrk jî binêrin û rewşa derketî holê temaşe bikin. Eşkereye ev ti qusurê bi xwe re nabînin. Weke ku van helwestên Mustefa Kemal, Îsmet Înonû bi niyeta baş a her gelan bi erdê re kirin yek. Her wiha nûnerên ku wê ti carî cîh nedin Kurdan û heta ji bo wêdetir jî der bikin çi hewce be bikin. Jixwe hemû nûnerên partiyan, hemû wekîl, ev di axaftinên xwe de bilêv kirin û paşê jî bi biryara derxistin re qaşo dan diyarkirin çawa bi netew, welat, yekîtî û yekbûna dewleta Tirkiyê ve hişk girêdayî ne. Çeper hat raçavkirin û encam ne li gorî berjewendiya miletê Kurde. Zehmete ku ji bo berjewendiyên netewa Kurd li vir biryarek, qanûner û xalek destûra bingehîn bê derxistin. Divê gelê Kurd baş bibîne li vir çawa fermana kuştinê hatiye rêzkirin. Ger dê êdî ji têgehên weke serbilindî, şeref û hesiyetê para xwe bigire, ya herî girîng jî bi rastî jî dê li hember berjwendiyên di asta netewî de girêdanê raber bike, divê hinekê kûr bihizire. Bila hemû milet, hemû çîn, tebeqe û kesayet vê kûr bihizirin, ji xwe re bêjin; “Çare çiye, ma em evqasî ketine, evqas zimanê me hatiye birîn, me evqasî bi destê xwe, xwe ber bi sêdarê ve bir, em çima bi koranî hemû sebrê dijîn? Me çima li ser wan qanûnên dijberî me yên bêxêr îmzeya xwe danî û lê temaşe kir?” Divê ji vê re bêjin êdî bese. Ger ji vir û şûn de welatê me hebe, derdê me ya azadiyê hebe, berjewendiyên me yên jiyanî hebin, jêderên dewlemendiyên me yên sererd û binerd hebin, dîrok û çanda me hebe, êdî em di derheqê van de biryarê derbixin û ji bo van hinek tişt bikin û wisa bihizirin. Mirovên binamûs û civat, êdî neçarin vê pirsê bikin û bersivê jî bidin. Ger ji bo miletê Kurdistanê tê gotin; “Êdî ev milet heye û bi nasnameya xwe tê nasîn”, nexwe ev nasnameyek çawa ye, nikare di yek mijara jiyanî de gotinekê bike, dema dike jî hemû derî li ber tên girtin? Şêwazek gotinê ya wisa nabe, ger çêbe jî ev dibe ketîbûn. Li Kurdistanê niha koma milet û karker ji dervî vîna xwe li her derî berbelav dibin. Bi qasî şêniyên li Kurdistanê şênî li bajarên Tirkiye, sed hezaran li Ewrûpa, li welatên Ereban, Rojhilata Navîn hene. Vêca kî evqas berbelav kirin? Çima hatin belavkirin? Li wan deran çi dibînin? Ger malbat bijî, yan jî mezinên wan bijîn jî, dê zarok çi bikin, pêşeroja wan çibe? Divê milyonan kes vê pirsê ji xwe bikin. Li navendên herî mezin weke Stenbol, Enqere û Îzmîr a Tirkiyê dê çiqas bikarin bimînin? Ma kar heye? Derketin heye? Diyare ev pirsên pir cidî ne û bersiva wan jî nîne. Em vê belavbûna dervî welat danin aliyekê, yên li nav welat mayîn jî çiqas xwediyê vî welatî û vê axê ne? Gelo van axên xwe dinasin? Gelo dikarin van axên xwe li gorî dixwazin ji bo hilberînê bikar bînin? Gelo para xwe ji dewlemendiya çavkaniya binerdî digirin? Gelo dikarin li ser dilopek neft, parçeyek hesin û gelek madenên din heq bixwazin? Gelo dizanin ên hilberandine jî çawa ji deste wan tê girtin? Gelo xebatek aborî ya hevbeş heye? Çemên wan hene, li ser wan herêm şer dikin, gelo dikarin ji bo vê tiştek biçûk jî bêjin? Li welatên wan bi xwe bendav hatine çêkirin, enerjiya van bendavan ji Balkanan û Kafkasan re diçe, lê hêjî li kêleka van bendavan gundên ku di tariyê de dijîn hene. Her carê bîrên nefta vî welatî tên kolan û dibin. Di van mijaran de vînek netewî hewce dike. Ev maden ji nav axên me derdikevin, nexwe divê hinekê jî gotina me derbasdar be. Çima ev nirx tên wêrankirin? Kesê ku vê ji xwe bipirse jî nîne. Nirxên ku difiroşin wan, nirxên wan bi xwe ye û pir biha difiroşin. Jixwe pîşesaziya hilberîna ku bikare vê pêşwazî bike nîne. Ji vê jî zêdetir kar nîne, ji sedî heftiyê şêniyan bêkarin. Dibistan tine, ango bi zimanê mêtîngeriyê jî derfeta xwendinê nîne. Hebe jî şovenîzm û înkargerî tê fêrkirin. Dibêjin; “Tam bibe weke Tirkekî û rizgar bibe. Ger tu wisa nebî tu ketî û tine bûyî.” Her roj nirxên dîrokî tên tinekirin. Welatek bi temamî wêrankirî ye, îxanet li axên wê hatiye kirin, çandek hatiye xirabkirin, birek mirovên bêperwerde û bêkar hene, rêjeyek bilind zêdebûna şêniyan heye û rastiya em weke Kurdistan û miletê Kurd binav dikin heye. Vaye meclîsek ku bikare di derbarê van tevan de biryarên mezin bigire hewce dike. Piştî ku beşa esasî rewşek wisa dijî, jixwe rewşa beşên din jî ne cuda ye. Nikarin tiştekê jî bikin. Lewra pirsgirêka me ya esasî evdere. Vêca ma ev çarenûseke? Ma ev ji bo miletekî asayî ye? Gelo tê pejirandin? Ma ev rastiyek ku divê bê jiyîne? Gelo dê hêza wan a biryarê û vîna wan dernekeve holê? Ger derbikeve jî ma tiştek pir derasayî ye?