BEHDÎNAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê re axivî.
Axaftina Karayilan ku ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin, wiha ye:
“Ez destpêkê bi navê biryargeha me, bi navî tevgera me hemû hevalan bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikim.
Berxwedana dîrokî 3 meh û nîvê xwe temam bû. Di van 3 meh û nîvan de gelek encamên girîng derketin holê. Bêguman ev encam ji bo me pir girîng û hêja ye. Ev di saya şehîdên qehreman de pêk hatiye, di saya fedekariya we hevalan de pêk hatiye. Em tevahî şehîdên berxwedana dîrokî di şexsê hevrê Mizgîn, Şaristan, Rohat, Bager, Avzem, Ozgur, Zemanî, Nalîn û Berfîn Rêbazan de bi bîr tînin. Li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Em deyndarê wan in. Ev destanên qehremaniyê di saya wan de pêk hatiye û em ê li ser bîranîna wan, li ser soz û peymana rakirina tolhildana wan zafera mezin ava bikin û wisa wana bikin kesên nemir e. Wisa em ê soza ku me dayî wan de heya dawî girêdayî bin.
Ev 4 sal in dagirkeriya Tirkiyeyê, dewleta Tirkiyeyê ya qirker li ser esasê konsepta tunekirina tevgera me û gelê me dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi taybetî bi êrîşa li ser Garê, xwest di hundurê demeke kurt de tevahî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Lê taktîk rêbazê li hember dijmin hatî meşandin plana dijmin a sala 2021’an xetimand û pêk nehat. Bi esasî dijmin bi ser neket. Dixuyê dijmin ji ya xwe dest bernedaye. Him di warî siyasî û dîplomasî de, him jî di warê çek û hêzê xwe de heya astekê amadekarî çêkiriye. Ango ji bo ku hêzên herêmî û xeta Kurd a hevkar hîn zêde piştevan be. Cardin ji bo ku dewleta Iraqê bêdeng be, alîkar be. Ji bo hêzên hegemonîk ên cihanî hîn zêde piştevanî bikin û teknîk derfetan jê re ava bikin. Dijmin hinek amadekariyên wisa kirine. Heman demê hêza xwe jî li gorî wê perwerde kiriye û xwest îsal, yanî di 2022’an de tişta ku nekarî di 2021’an de bikira, bike. Yanî herêma Medya ya parastî di demeke kurt de dagir bike û dûvre jî berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û wisa konsepta xwe ya li ser tevgera me û gelê me temam bike.
Lê vaye 3 meh û nîv temam bûn, heya niha encama derketî holê raber dike ku cardin dijmin bi ser neket. Plana xwe pêk nehatiye. Di van 3 meh û nîvan de şerekî pir dijwar çêbû û hîn jî dom dike. Dijmin jî hemû derfetên xwe yên heyî xistin meriyetê. Li ser vî esasî şer berfireh bû, dijmin her xetimî şer berfireh kir û xwest wisa biçe encamê. Berfireh kir, mesela hat Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hekkarî. Lê li van deran hîn zêdetir derbe xwar. Piştre wisa hîn fireh kir, xwest Girê Amediyê û Çemço bigre. Derba herî mezin li Girê Amediyê xwar.
JI DIJMIN GELEK HATIN KUŞTIN
Dijmin her fireh kir ku encam bigre, lê feqet li hemberî wê berxwedana hevalan hîn zêde xurt bû. Li ser vî esasî mirov dikare bibêje ku di dîroka me de, ango di dîroka şerê me û dewleta Tirkiyeyê de tu caran şerekî wisa yê li ser hev û dijwar pêk nehatiye. Di dîroka şerê me de tu caran dewleta Tirkiyeyê li Başûr ewqasî wendahî nedaye. Wendahiyên dijmin pir zêde ne. Li gorî tekmîlên hevalan nêzî 1700 kesî xwe heya niha hatiye cezakirin.
Cardin li gorî bîlançoyê şehîdên me 72 heval in. Feqet hevalên ku hîn agahî jê nîn in, tekmîla wan nedayî jî hene. Ango di vê berxwedana dîrokî de li derdora 80 – 90 egîdên me jî hene. Bêguman rexmî ku dijmin di astekî pir bilind de teknîk bi kar tîne û çekên qedexe bi kar tîne, mirov dikare bêje şer bi esasî li ser teknolojiyê dimeşe. Ev wendahiyên me wisa ne zêde ne. Ev jî raber dike ku taktîk rêbaza em dimeşînin, bi wendahiyeke hindik encameke mezin girtin, mimkun e. Wisa teknîka dijmin vala derxistin û encam girtin, derfetê wê heye. Ger ku mirov şaşiyan, kêmahiyan neke û rastî hîn zêde bi pisporî tevbigere, mirov dikare dijmin bi temamî têk bibe. Bêguman ev ne hêsanî ye, yanî tiştê ku heval niha dikin ne tiştekî ji rêzê ye. Cesaret û fedakariyeke pir mezin e. Hemû gelê me, hemû cihan wisa bi baldarî dişopîne.
Îro tiştê tê kirin; çawa ku di dîrokê de, di dîroka gelê Kurd de egîd hebûne, di dîroka gelên rojhilat de samuray hebûne, cardin di dîroka gelê rojava de di çanda wan de şovalye hebûne, aniha jî wekî dîroka gelê me egîdên demê di vî şerî de derdikevin pêş. Çawa ku di dîrokê de her egîdekî li hemberî 100 – 150 şervanî ji rêzê dikarîbû şer bikira, aniha jî fedaiyên Apocî, li qada Zapê, li Avaşînê, li Girê Cudî, Girê FM, Girê Hekkarî û li Girê Amediyê niha heman tiştî dikine. Yanî rêbazên egîdî yê dîrokî wek egîdên serdemê rolekê dilîzîn. Di dîrokê de egîd tenê zilam bûn. Niha egîdên jin û zilam hene. Vaya egîdê serdemê hîn xurttir dike. Di şexsê hevrê Şaristan, Mizgîn, Çiya, Avzem, Viyan, Nalîn, Dîdar û Berfînan de egîdên jin îro li pêş çavê cihanê hemû roleke girîng dilîzîn. Di vê dîlanê de xwedî rol in, serpêşiyê dikişînin. Ango di vê serdema dîrokê de şerê niha tê kirin, ne ji rêzê ye. Destana hevrê Bager Gever û Avzeman ava kirî, ne tiştekî ji rêzê ye û qet û qet nayê jibîrkirin. Dîroka Kurd de bi herfên zêrîn tê nivîsandine. Ev dîrokeke nû ye bêguman. Dahatûya gelê me li ser vî hîmî, yanî li ser berwedaneke wisa ya dîrokî tê avakirine. Eva rol û mîsyoneke xwe ya pir girîng heye. Îro jî heye, wê ji bo dahatûya gelê me jî bingeheke xurt be.
EGER LI TÊKÇÛNA XWE MIKUR BÊ WÊ REJÎMA AKP-MHP’Ê HILWEŞE
Hûn hemû di nav vê berxwedanê de cih digrine û hûn dizanin dijmin çawa hemû hêzên xwe xistiye meriyetê ye. Herî dawî hêzê xwe yê li Çemço û Girê Amediyê xistî meriyetê hêzê wan ê herî bijare û taybet e. Me dît ku hêzên wan ê taybet jî çawa derbe xwar. Yanî ev dijmin ji bo ku bi ser bikeve her tiştî dike. Lê dijmin encam negirtiye. Tê zanebûn, dijmin dixwest di demeke pir kurt de encam bigirta û wisa herêmên Medya hemû dagir bikira. Feqet nekarî vêya pêk bianiya. Rast e, niha li qada Zapê, mesela li deverên din leşkerê xwe lê daniye girtiye, feqet dagirkirin temam nekiriye. Yek jî; wana nedixwest 3 meh û nîvan de, dixwest di nava du hefteyan de Zapê dagir bikin û wisa plana xwe temam bikin. Yanî ji bo vê mirov dikare aşkere bibêje ku bi esasî dijmin têk çûye. Feqet dijmin ev têkçûna xwe naxwaze qebûl bike û naxwaze ketina xwe îtîraf bike. Ji ber ku vê îtîraf bike, wê rejîma AKP û MHP’ê têk biçe. Rejîm jixwe li ber hilweşandinê ye. Yek jî, ger ku niha têk biçe, ev rejîm li ser lingan namîne.
Mêze bikin heval; beriya vê 4 salan me got ku, dema dijmin were herêmên Medya bi tenê nayê, wê bi wî re zafer jî hebe. Dema ku mirov dijmin di herêmên Medya de têk bibe, wê zaferê bigre. Yanî wê dijmin di giştî de têk biçe. Aniha jî beriya dijmin vê êrîşê bike, me got ku ger dijmin li Zapê têk biçe, wê li Enqerê jî rejîma xwe hilweşe. Heman tiştan em niha jî dibêjin. Yanî ev pêşveçûna aniha pêk hatî jî, van gotinan îspat dikin. Ger ku dijmin niha di vê êrîşa xwe de bi temamî têk biçe, were asteke ku îtîraf bike, çawa li Garê îtîraf kir û got ‘’em bi ser neketin’’, were heman astê dijmin wê bi temamî têk biçe. Ev rejîma wê hilweşe. Cejna gelê Kurdistan, cejna gelê Tirkiyeyê, cejna gelan wê wisa pêk were. Serdema demokrasî û azadiyê wê wisa pêk were. Rêya azadiya Kurdistanê, azadiya Rêber Apo wê wisa vebibe. Yanî ji bo wê ev şera rastî di qonaxeke pir girîng de dom dike ye.
Xuyaye, dijmin ji bo ku wisa nebe dixwaze israr bike. Lê divê li hemberî wî em jî israr bikin. Çunkî qonaxa herî girîng bihurî ye. Bi esasî ji vir û wa zehmetiyên xwe hene, bi taybetî em dizanin li hinek cepheyan, li hinek deveran hîn zêde zehmetî hene. Feqet li hemberî vê ger ku mirov rê û rêbazên Apogerî pêş bixîne, afrînerî pêş bixîne, hemû zehmetiyan re mirov dikare çareyê bibîne. Divê mirov li ser vî hîmî berxwedanê hîn geş bike û teqez encamê bigre.
BI GOTINA ‚ÊRÎŞ JI ALIYÊ PKK‘Ê VE HATE KIRIN’ HEWL DIDIN XWE RIZGAR BIKIN
Niha dijmin ji ber ku encam negirtiye, xetimiye, ji bo xetimandina xwe bibihurîne weke me gotî di herêmên şer de qada şer fireh kir. Ew nebû çare, dûvre êrîşî qadê sîvîlan kir. Vaye êrîşî Başûr, li ser Kelar, Çemçemal, Mexmûr, Şengal, Şehba û li tevahî Rojava niha êrîşan dike. Berdaîm bombardimanan dike. Vana hemû jî encamên xitimandina dijmin in. Herî dawî 20’ê Tîrmehê li Heftenînê, gundê Perexê li cihê seyranê xist. Xelkê me yê Ereb li wir hatibû geştyariyê, li wan xist. 9 însanên me şehîd kirin û 24 kes jî bi giranî birîndar kirin. Di vê êrîşê de bêguman armancên dijmin hene. Feqet ne hewce ye em li vir berfireh vekin. Lê ev jî ji encama xitimandinê ye. Wisa dixwaze zexteke psîkolojîk li ser gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbike. Lê li hemberî vê nerazîbûna gelê Iraqê pir girîng derket holê. Yanî gelê Iraqê got ‘’êdî bes e.’’ Ji bona wê li her deverê daketin kolanan û hikumeta Iraqê jî êdî mecbûr ma ku helwestê nîşan bide. Yanî wan jî fêm kir, ku êdî wisa nabe. Nikarin wisa dom bikin. Ev êrîşa wan a wisa xwînxwar, qetlîamker li vê derê namîne. Ew nikarin êdî xwe ji vê rizgar bikin. Niha înkar dike, dibêje ‘’PKK’ê kiriye.’’ Feqet her kes zane ku wana kiriye. Û wê ev xwînrêjiya wan li lingê wan bigere. Wisa ew zû zû nikarin xwe ji vê rizgar bikin û êdî wana ji vir û wa wekî berê hema her derê bidin ber xwe û li xelkê bixînin. Bi esas ev siyaseta dewleta Tirk a qirker û dagirker êdî ber bi xetimandinê diçe. Lê Tayîp Erdogan û Bahçelî dixwaze bi vê rêbaza kujeriyê, bi vê siyasetê gelê Tirkiyeyê li dora xwe bicivîne û wisa di hilbijartinê de biçe encamê. Lê neçarin, wê êdî nekaribin bigirin.
Berwedana niha tê meşandin wisa bi giştî ya Zap û Metîna, bi esasî li Rojavayê Zapê û Rojhilatê Zapê tê meşandin, di têkoşîna me de heya niha roleke mezin lîst û ji vir û wa jî bilîze. Kêmahiya xwe çi ye? Kêmahiya xwe, divê ku hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê, yên herêmên Medyayê hîn bi xurtahî piştevanî bikin. Kêmahiya xwe ev e. Herkes divê beşdarî vê pêvajoyê bibe. Bi esasî ev berxwedana heman demê ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê, ji bo jinên Kurdistanê, ji bo tevahî gelên Kurdistanê û gelên dost bangek e. Ji bo tevahî kesên li hember faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîn dikin, hemû hêzên sosyalîst, demokratîk bangek e. Banga berwedanê ye. Ji bo wê divê li derdora Berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn berxwedana neteweyî, berxwedana demokrasiyê hîn geştir bibe. Niha em dizanin li ser vê jî rawestandin heye, em hêvî dikin wê ev berxwedana pêl bi pêl hîn firehtir û mezintir bibe.
DIJMINÊ TIRSONEK SERÎ LI HER RÊ Û RÊBAZÊ DIDE
Diyare ku dijmin çawa di salên 90’î de li hember taktîka ku Rêber Apo pêş xistî, ya li ser hîmê eraziyê, rêbazên ‘uçar-bîrlîk’ (yekîneya hewayî) pêş xist. Ango taktîka uçar-bîrlîk xwest taktîka me ya wê demê vala derxîne. Aniha jî taktîka me ya li ser hîmî tîmên pispor, bi tevger û taktîka berxwedan binerd a tunelan dijmin dixwaze bi çekên qedexekirî encam bigre. Xuyaye par hinek ders derxistine, bi şerekî normal nikarin biçin encamê, li kêleka çekê kîmyasal, gazên kîmyasal par jî ew pir bikaranîn, lê zêde encam negirt. Lê dijmin dixwaze li kêleka wê hinek çekên nû bi kar bîne. Çi ye? Teqemeniyên wisa hîn xurttir bike û bi vî awayî tunelan hilweşîne. Rêbaza niha dijmin li ser bi giranî disekine ev e; yanî hinek maddeyên nukleer xistine nav teqemeniyê, jê re dibêjin çekên taktîk nukleer. Yanî rêbazekî dîtir jî heye; termobarîk. Bi vana hêza teqemeniyê hîn xurttir dike û wisa dixwaze tunelan hilweşîne, bi vî awayî biçe encamê.
Em niha dinêrin rê aniye Şikefta Birîndaran, Girê Werxelê. Niha jî dixwaze bi kepçeyan biçe encamê. Fêm dibe ku, dijmin ne bi çekên kîmyewî encam girtiye, ne jî bi van çekên teqemeniyên nû encam girtiye. Belkî ji bo dijmin hinek encamên xwe hebin. Feqet heya niha ew encamên ku dijmin dixwaze negirtiye. Ji bona wê niha rê û rêbazên dîtir digere. Bi esasî mirov dikare vê encamê jê derxîne; yanî dijmin niha ji bo ku bikaribe li hemberî ev taktîk rêbaza em pêş dixînin encam bigre, hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Dijminê li hemberî me dijminekî tirsonek e, dijminekî bêbext û qelleş e. Ji bo wê her rê û rêbazê bi kar tîne. Heval baş zanin. Nirxên exlaqî hemû binpê dike. Cenazeyê xwe jî bombardiman dike, lê xwedî dernakeve. Çekên di qanûnên navneteweyî de hatî qedexekirin bi kar tîne. Ev ji bo ku biçe encamê çi ji dest were dike. Lê belê li hemberî fedaiyên Apoyî, li hemberî berxwedana hevrêyan, li hemberî berxwedana hûn dimeşînin, dijmin niha ne serketî ye. Bi taybetî li hember taktîk rêbaza niha tê meşandin djimin nikare encamê bigre. Ji bo wê divê ku em li ser rê û rêbazên dimeşînin hîn zêde kûr bibin. Ji ber ku li hinek deveran di giştî de hinek kêmaniyên heyî dijmin jê îstîfade dike.
BI SAYA BERXWEDANA FEDAIYÊN APOYÎ, DIJMIN NIHA XITIMÎ YE
Bi esasî ger ku em ji dijmin re valahiyê çênekin, yanî di nav refên me de, di terzê tevgerînê de, çi di şerê tunelan de çi jî di şerê tîmên eraziyê de, kêmaniyên em raber dikin pêşî lê bigrin û wana nekin, bi esasî dijmin nikare tu encamê bigre. Yanî di van 3 meh û nîvan de ji pratîkê encama derketî wisa ye. Rast e, belkî hinek dever girtibin. Dijmin mesela di warê teknîk de xurt be, hêzê xwe zêde ye, lê li hemberî rihê fedaî yê Apoyî, li hemberî egîdên serdemê, li hember rêbazên heval niha dimeşînin dijmin xitimî ye. Divê mirov vê jî bibîne.
Niha dijmin li hemberî tunelan wekî me got, rê û rêbazên her cureyî bi kar bîne. Feqet em dizanin di hundirê tunelan de, ger ku heval tecrubeyên me li hemberî çekên kîmyewî girtiye hemûyan bi kar bînin, yanî mangayên îzole, rê û rêbazên dîtir hemûyan bi kar bînin, bi baldarî tevbigerin, li hemberî teqemeniyên wan tedbîrên xwe hebin, ew nikarin encam bigrin. Lê em dinêrin, di vê mijarê de cih bi cih kêmanî dibin. Yanî heval bisteh tevdigerin, tedbîrên pêwîst nagrin, heval di wan deran de tengasî dikişînin. Cardin me fêm kir ku, ger heval bi rê û rêbaz tevbigerin dikanin wan çekên dijmin hemû vala derxînin. Ev derketiye holê ye. Ji ber ku ew çekên wî encam negirtine, niha li Şikefta Birîndara, Werxelê bi kepçe û dozeran biçe encamê. Niha divê em rê û rêbazên parastinê de û di şerê tunelan de kûranî çêbikin, di ziraviyên wê de baldar bin. Ev ya yekemîn e.
Ya duyemîn; şerê tîm ji bo me pir girîng e. Dema ku di şerê tîm de lewazî çêbibe, bêguman dijmin bi bisteyî li ser tunelan disekine. Ev herdu bi hev re girêdayî ne. Weke berê jî me got; weke însanekî li ser du lingan e. Taktîk rêbaza me jî li ser du lingan e. Dema lingek bisekine, lingek tenê mirov nikare li ser bimeşe û pêş de here. Ev rêbaza taktîk jî wisa ye. Ji bo wê li her derê divê her du ling jî di meriyetê de bin. Niha lingê şerê tîmê bitevger yan jî nîv-bitevger de tişta esas dizîbûn e. Rihê terzê tîm dizîbûn e. Heval vê dikin. Niha di vir de jî xuya dibe dijmin di encamgirtinê de zehmetiyê dikişîne. Mesela berê dijmin pir zêde bi balafirê keşfê bawer dikir, lê xuya dibe, heval bi terzekî guncav tevdigerin balafira keşfê zêde nikare encam bigre. Ji bo wê niha dijmin mesela giranî dide ser kamerayên mobesse, di erdê de li ser cihên wisa hakîm kamera datîne, ji bo ku eraziyê bixe bin kontrola xwe. Cardin dronên biçûk dişîne. Ew bêdeng in, dixwaze bi wana encam bigre. Cardin wisa tîmên veşartî di eraziyê de bi cih dike. Li ser eraziyê çavdêriyê xurt dike. Ew jî fêm dibe ku bi tena xwe keşif, encama ku ew dixwaze nikare bigre. Vaya bi rê û rêbazên dîtir xurt kirine. Cardin lazime em keşfê dijmin ji rêzê nebînin. Lê ger ku terzê tîm xurt be, bi esas mirov dikare wan rêbazên dijmin pûç bike. Yanî dijmin dixwaze bi van amûran îstîxbarata xwe xurt bike. Ger em jî dizîbûnê hîn xurt bikin, li ser kêmahiyên vê mijarê bisekinin, em bikaribin ev tedbîrên dijmin jî vala derxînin.
BI FELSEFEYA RÊBER APO RE BERSIVA HER ZEHMETIYÊ TÊ DAYIN
Heqîqet ew e ku dijmin di nav zehmetî û xetimandinê de ye. Ango ev tenê ne di qada şer de wisa ye. Sîstema dewleta Tirk a dagirker giştî de di hundirê tengasiyê de ye. Rejîma AKP û MHP’ê ber bi hilweşandinê diçe. A vaye li hemberî bertekên gelê Iraqê, helwesta dewleta Iraqê, hêzên cihanî jî êdî bi baldarî li dewleta Tirkiyeyê dinêrine. Wisa êdî rejîm ketiye qonaxeke hîn zehmet de. Ev rastiyek e.
Lê li kêleka vê, rastiya me jî heye. Bêguman hêzekî ewqasî xwedan teknolojî û ewqas leşker, rawestandina wê ne hêsanî ye. Vaya bi zehmetî dibe. Em zanin li gelek cihan heval jî di zehmetiyê de ne. Westandinek heye. Cih bi cih tabî şehîdên me çêbûn. Ev jî bi xwe re hinek zehmetiyan çêdike. Yanî zehmetiyên wisa hene. Lê em dizanin bi fedekariya Apoyî, bi rihê felsefeya Rêber Apo ji her zehmetiyê re bersiv jî heye û heval dibin bersiv jî. Bi rastî cesaret û fedekariya heval raber dikin, di asteke bilind de ye. Di vê xisûsê de ti rexneya me nîne. Feqet rexne li ku heye? Cih bi cih ji encamê şaşî û kêmahiyên me bi xwe heval dikevin zehmetiyan. Mesela fermandarî di bin her şert û mercî de divê ku pêşengtiyeke rast bike. Yanî di şertê hêsanî de herkes dikare fermandariyê bike. Ya girîng di şert û mercên zehmet de pêşengtî nexetime, bersiv be. Bi hevalên xwe re nîqaş bike, bi rihekî kolektîf, li ser hîmê hevrêtiya Apogerî, bi avahiya xwe re yekdest be. Terzê ekîpbûn, kolektîf bimeşîne. Wisa ji pirsgirêkan re bibe bersiv.
Yek; divê ku pêşeng di van rojên giran de wisa xwedan rol be. Cihê ku valahî çêbû, ji şehadet an jî ji rol nelîstinê, cihên wisa pirsgirêk lê derketin holê her hevalek divê weke fermandarek bi berpirsiyarî nêz bibe. Jixwe hevalên me yên niha di qadên berxwedanê de ne, hemû di asta fermandariyê de ne. Mîlîtanên Apoyî ne, fedaiyên Apoyî ne, bi înîsiyatîf in. Yanî divê ku her hevalek li ser xwe fedekarî bibîne, nelîne ku di rêvebirinê de valahî çêbibe. Ev bi çi dibe? Bi berpirsiyarî dibe, bi dîsîplîn dibe, bi rihê komunal dibe, bi hevdu temamkirin dibe, ne hevdu valaderxistin. Niha dema ku mirov dikeve bin bar, ango zehmetî çêdibin, bi însanan re uslubên bertekvan jî çêdibin. Yanî tengasî jî çêdibin. Ya girîng di demên wisa de mirov hevdu fêm bike, hevdu aciz neke, bikaribe hevdu temam bike. Vaya mijareke pir girîng e. Yanî di bin her şert û mercî de ger ku heval bi rihê Apoyî û fedaî yekdest bin, dikarin ji bin hemû zehmetiyan rabin. Divê heval vê bîra nekin.
EM MECBÛR IN KU BERXWEDANA DÎROKÎ BILIND BIKIN
Şerê me yê îro niha gihiştiye qonaxeke pir girîng. Di vê qonaxê de berpirsiyar nêzbûn, fedekarî pêş xistin, bi xwînsarî nêzbûn û biryara herî rast dayîn, pir girîng e. Divê mirov taktîk rêbazê esas bigre. Yanî hewldanên taktîk rêbazê pêk bîne û bimeşîne. Ne ku yê vala derxîne! Tim bala mirov li ser vê be. Lê taktîk rêbazeke me jî ew e ku em hêzî xwe biparêzin. Em hêz biparêzin û wisa dijmin têk bibin. Dijmin vala derxînin. Cihê ku pêwîst em rîsk rakin, lê cihê ne pêwîst em qet rîsk ranekin. Bê xwestin em fedekarî bikin, bi rojan bimeşin, bi rojan tî û birçî bimînin, lê quwetê xwe nexin xeteriyê. Divê ku her hevalek wisa ji bo parastina hevalê xwe berpirsiyar tevbigere. Ji bo serketinê fedekariya pêwîst, fedaîbûna pêwîst mirov bike. Lê mirov hêza xwe wisa biparêze. Bi vî awayî divê em berxwedana dîrokî bilind bikin. Berxwedana dîrokî de kûranî çêkin û teqez encam bigrin. Her hevalek divê di vê qonaxa şer a girîng de wisa bi berpirsiyar nêz bibe, tevlîbûneke hîn xurt çêbike. Em zanibin ku ev dem ne demeke ji rêzê ye. Ev dem, demeke girîng e. Di vê demê de fedekarî bê kirin, berpirsiyarî bê pêşxistin, wê encamên mezin derxîne holê. Wisa divê ku her heval bi fedekarî, bi berpirsiyarî nêz bibe. Fedekariya hevalan heya niha kirî, pir bilind e. Lê di vê qonaxê de divê heman şêwaz bê pêşxistin. Û ya girîng înîsiyatîfa şoreşgerî, terzê tevgerîna tîmê bitevger, tîmên pispor û terzê kelayên neketî em bi biryareke xurt bimeşînin û wisa biçin encamê.
Hevalên ku heya niha ev qehremanî û fedekarî kirin, ji vir û wa dikarin hîn zêde qehremanî û fedekariyên mezin bikin. Kesên va keda raber kirî, her mîlîtanê va keda raber kirî, ew layîqî zaferê ne. Ji bo ku li hemberî şehîdên qehreman em bi bersiv bin, ji bo ku li hemberî hêviyên Rêber Apo em bersiv bin, ji bo ku em li hemberî hêviyên dayikên Kurdistanê, gelê Kurdistan, gelên herêmê bersiv bin, di vê dema dîrokî de em bi îmtîhanekê re rûbirû ne. Ger em va ezmûnê ango îmtîhanê bi ser bixînin, vaye wê çaxê wê rêya serketina mezin, zafera mezin vebibe. Di vê derheqê de berpirsiyarî li ser me hemûyan heye û em bawerin ku di vê qonaxa girîng de wê rolên pêwîst bên lîstin. Wisa em ê meşa dîrokî, bi meşa azadiya Kurdistan û azadiya Rêber Apo kin. Li ser vî esasî em ji bo tevahî hevalan, bi taybetî yên li qada Zapê, li Avaşînê, li Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekkarî, Girê Amediyê û li tevahî qada berxwedana Zapê û Avaşînê, li tevahî eyaletên Kurdistanê, ji hemû hevalên di vê serdema dîrokî de, di berxwedanê de tevdigerin, ji bo wan bi navê biryargeha me, bi dil û can serketinê dixwazin.”