NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi wesîleya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî qetlîam kirin û hate gotin “3’ê Tebaxê wekî qirkirina jinan jî ketiye dîrokê. 3’ê Tebaxê civaka me ya Êzidî di serî de ji bo mirovayetî û herêmê bûye dîrokeke ku divê neyê ji bîrkirin. Bi hezaran Êzidî li ber çavê dinyayê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin û li ser wan qirkirin hate kirin. Bi hezaran jinên Êzidî li hemberî her cure kirinên hovane û tarî yên vê faşîzmê hatin, li bazaran hatin firotin, tecawizî wan hate kirin û hatin qetilkirin. Hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn.
Di salvegera 8’emîn a fermanê de em wekî roja pêşîn êş, hêrs û tolhildana wê dijîn û em ê vê qetlîamê ji bîr nekin. Kesên ku ev qetlîam kirine û berpirsên vê qetlîamê em wan bi nefret şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê di têkoşîna xwe de hesabê wan bipirsin. Şehîdên fermanê û hemû şehîdên berxwedana Şengalê yên ku li hemberî fermanê berxwedan bi rêxistin kirin jî em bi hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan li Şengala azad û xweser de bidin jiyîn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di fermana li ser civaka Êzidî de berpirsyariya PDK û hêzên Iraqê heye û hate gotin “PDK û hêzên Iraqê ji dêvila ku divê hesab bidin vî gelî, nayê qebûlkirin ku ew îradeya civaka Êzidî nas nakin, rêxistinbûn û xwerêveberiya wê qebûl nakin û bi ser dixwazin careke din xwe li ser civaka Êzidî ferz bikin. Civaka me ya Êzidî diyar dike ku di fermanê de berpirsyariya van hêzan heye û peymana 9’ê Cotmehê jî wekî dûmahîka fermanê dibîne û li hemberî vê fermanê ne.
Birînên fermanê çiqasî giran be jî xweparastina civaka me ya Êzidî di serî de, li ser xwerêveberiyê xwe bi rêxistin kir û nehişt ku ferman bi ser bikeve. Lê desthilatdariya faşîst a TC’yê ya ku bi barbarên wekî DAÎŞ’ê re dixebitin, îro tişta ku DAÎŞ’ê nekariye bike, ew dixwazin temam bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê tehamulî îradeya xwerêveberiyê ya civaka me ya Êzidî nake û li pêş çavê dinyayê her roj Şengalê bomberdûman dike, zarok û pêşengên civaka Êzidî qetil dikin. Li hemberî ev êrîşên TC’ya barbar li hemberî DAÎŞ’ê dike, ji aliyê dinyayê ve bi bêdengî tê temaşekirin û kes dengê xwe nake.
Li hemberî civaka me ya Êzidî û jinan ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser wê qetlîameke mezin hate kirin, berpirsyarî û peywirên me yên mezin heye. Di serî de civak û saziyên navneteweyî, tevgerên jinan, hemû hêzên demokratîk divê li hemberî êrîşên TC’yê yên ku wekî dûmahîka fermanê ne dengê xwe derxînin û helwesta xwe zelal bikin. Li ser vê civakê bi dehan qirkirin hatine kirin û ji bo ku dîsa qirkirin pêk neyê, divê xweparastin, îrade, xwerêveberiya vê civakê qebûl bikin û piştgiriyê bidin wan.
Di daxuyaniya KJK’ê de hate diyarkirin hinek welatên Ewropayê qetlîama li ser civaka Êzidî wekî qirkirin qebûl kirine, ev gaveke girîng e lê kêm e û hate gotin “Welatên Ewropayê divê li hemberî êrîşên TC’yê yên ku wekî dûmahîka qirkirinê ne jî helwesta xwe zelal bikin û piştgiriyê bidin îradeya xwerêveberiyê ya civaka Êzidî.
Civaka me ya Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî çawa ku bawerî, çand û felsefeya Ezda ya ku çanda me ya bi kok e heta îro anîne, ji bo ku ji niha û şûnde karibin van nirxan bidin jiyîn jî wê li ber xwe bidin, xwerêxistinbûna xwe û xebatên xwe yên avakirinê li ser bingeha azadiyê kûrtir bikin. Mezinkirin û domandina vê çanda me ya qedîm a ku bi berxwedanê heta îro hatiye, em Kurd di serî de peywira hemû mirovayetiyê ye.”