NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK’ê, ji 17’ê Nîsanê ve, êrîşeke dagirkeriyê, di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, li dijî tevahî mirovahiyê, li Herêmên Parastina Medyayê da destpêkirin. Di nava êrîşên ku dayî destpêkirin de, hemû teknîkên serdemê û çekên qedexekirî, li dijî gerîla da bikaranîn. Lê belê li ruxmî vê jî dewleta Tirk ya dagiker, li hember îradeya APOYÎ ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk çûye, nikare xwe li ser piyan bigire. Lê ji bo ku dewleta Tirk vê binkeftina xwe veşêre, êrîşên xwe anîn ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Di heman demê de li vê derê jî rastî berxwedana gel ya bê hempa hat.
Di çarçoveya heman mijarê de berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd ji ajansa me re axivî û bang li tevahî gelan kir ku li dijî van êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagiker, yekbûna xwe biparêzin û xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin bikin.
‘DEWLETA TIRK LI HEMBER ÎRADEYA APOYÎ YA GERÎLAYAN BI BIN KETÎ’
“Navê min Mihemed Mehmûd, Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreșger ya herêma Firatê me. Di destpêkê de em hemû șehîdên șoreșê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ev demeke dewleta Tirk ya dagirker gefan li ser herêma Firat û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixe, heta mirov dikare bêje êrîşên xwe yên li ser her çar perçeyên Kurdistanê jî zêde kirin e. Êrîșên xwe yê di 17’ê Nîsanê de li çiyayên pîroz yên Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin, ji aliyê gerîlayan ve hate şikandin. Tirkan bi hemû taqeta xwe, bi hemû hêzên xwe, bi hemû çekên xwe yê qedexekirî û çekên kîmyawî jî êrîșek bê hempa li hember gerîlayên serê çiya da destpêkirin. Lê gerîlayên ku xwe bi fikir û felsefa Rêber Apo perwerde kirine, îradeya wan ya xurt hêşt ku pozê dewleta Tirk ya dagirker li erdê bikeve. Dewleta Tirk ya dagiker di çiyayên Kurdistanê de, li hember berxwedana gerîla, li hember îradeya APOYÎ bi binketî, û hatiye şikestandin. Dewleta Tirk ji tirsa xwe re nikare hejmara kuştî, birîndar û teknîkên wan yên ku tê winda kirin û îmha kirin bidin. Ji bo vê jî da ku têkçûnên xwe veşêrin, êrîşî herêmên Bakur-Rokhilatê Sûriyeyê dikin. Hertim gefan li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û dibêje ezê êrîş bikim, lê belê li hember wê jî gelên me hertim li kolanane û li berxwe didin. Ev bû 40 rojin bê navber êrîşî Şehbayê dike, êrîşî Serê Kaniyê dike, zarok, dayîk û kesên me yên temen mezin bi awayekî hov qetil dike. Herî dawî jî li Zaxoyê êrîşekî hawayî pêk anî û di encama vê êrîşî de bi dehan sivîl hatin qetil kirin. Ev hovîtiya ku dewleta Tirk ya dagirker dike, hemû bingeha xwe ji şikestina li çiyayên Kurdistanê digire.”
‘YEKBÛNA GELÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ, WEKE GOŞT Û NEYNÛKÊ BÛYE’
“Gelê Bakur-Rıjhilatê Sûriyeyê bi Kurdên xwe, Erebên Xwe û bi hemû netewên cuda ku tê jiyan dikin, yekbûnek di nava xwe de ava kirin, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bûne weke goşt û neynûkê bi hev du ra. Tu car kes nikare vê yekbûnê parçe bike û gel jî tu carî gav paş de navêje, hertim wê piştgiriya Hêzên Sûriya Demoqratîk bikin. Ev yekbûna gelan jî dewleta Tirk ya dagirker tengav dike, ji ber vê jî bi riya êrîşên hawayî, bi riya îstixbaratê û îxanetkaran, dixwaze vê yekbûnê têk bibe. Di encama êrîşên ku pêk tîne de, gelek pêşeng, zarok, dayîk, xweşik û birayên me şehîd bûne. Dewleta Tirk ya dagirker wisa fikar dike ku ewê bi êrîşên xwe yên hawayî ya li ser herêmê, bi êrîşên xwe yên li ser gerîlayên azadiyê û bi dest dirêjiya ser gel re, karibe me tune bike. Lê belê bila dewleta Tirk ya dagirker bizanibe ku, her dema hevalekî me şehîd dikeve, hêrs û kîna me ya li hember dagirkeriyê hîna zêdetir dibe. Wê li Rojhilata Navîn dawiya dewleta Tirk ya dagirker û Erdoxanê faşîst, ya ku xwe li ser xwîna vî gelî dayî ava kirin were. Çawa ku me çeteyên herî hov yên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê têk bir, hemû hêza wan hate şikestandin, wê çarenûsa dewleta Tirk jî wisa be. Emê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, û bi taybet li bajarê Kobanê pozê dewleta Tirk ya dagirker bidin erdê.”
‘EMÊ BI ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ, DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’
“Di dawiyê de ji bo tevahî civakê banga yekbûnê dikim, dema em bibin yek ne tenê dewleta Tirk ya dagirker, wê tu hêzeke din jî nikaribe me têk bibe. Em tu carî bang li hêzên navdewletî nakin, ji ber ku ew bi dewletên Tirk re bûne yek. Em tenê bang li gelê xwe dikin ku li dijî dewleta Tirk ya dagiker têkoşîn bikin. Emê bi Şerê Gelê Şoreşgerî dewleta Tirk ya dagirker têk bibin. Wekî ku Rêbertî jî dibêje; “Ji 7 heya 70’ê salî” divê hemû cihên xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bigire. Heman demê de em bang li tevahî welatparêzên xwe, mamoste, rewşenbîr, xwenekar û tevahî mirovên azadîxwaz dikin ku, li dijî dewleta Tirk ya dagiker têkoşîna xwe bilind bikin. Êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker pêk tîne, ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser gelên cuda jî dike. Dema ku ser gelê Kurd jî pêk tîne, dibêje ji ber PKK’ê li wê derê ye, min lêda. Lê dema ku dewleta Tirk li Zaxoyê da, ma qey li wê derê PKK’ê hebû, PKK’ê ji xwe re weke hincetekê bikartînin. Lê eger ew wisa dibêjin, emê jî bêjîn PKK’ê gele, gel jî li vê derê ye. Ji 7 salÎ heya 70’ê salî, em hemû PKK’ê ne, bila herkes vê yekê jî baş bizanibe. Em dibêjin bi Şerê Gelê Şoreşgerî, emê vê şoreşê bi ser bixînin. Heman demê de emê bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî, tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û Kurdistanê azad bikin.”
NC// Baran Mawa