NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Suleyman Cîhan ên HBDH’ê daxuyaniyek weşandin û gotin, “Ne tenê dewlet û saziyên desthilatdariya faşîst, di hedefa me de ne. Her wiha piştevanên zilma faşîst jî hedefa hêrsa mafdar a gelên me yên kedkar e. Bi navê milîsên HDBH’ê li her derê em li dijî van koman çalakiyên sabotajê dikin.”
Milîsên HBDH’ê ragihandin ku 27’ê Tîrmehê saet di 16:00 de li Aydin-Sokeyê li hemberî febrîqeyeke kaxizan a Kîpaşê çalakiya sabotajê kirine û gotin, “Ji bo vemirandina şewata li febrîqeyê, bi dehan wesayitên arkujiyê û helîkopterên vemirandina şewatê hatin bikaranîn.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kîpaş Holdîng şîrketeke mêtinger e ku bi rengekî eşkere piştgiriyê dide desthilatdariya faşîst, di malperên danasîna xwe de jî vê yekê ‘bi serbilindî’ ji cîhanê re radigihîne. Xwediyê wê jî Mehmet Hanefî Oksuz e ku yekî nêzî Erdogan tê naskirin. Ev zilma faşîst a ku bexşkarê timî yê Weqfa Mehmetçîk e, bû hedefa milîsên me.”