NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Di dîrokê de mijara ku herî zêde li ser leystok hatine pêşxistin û hatiyê berovajîkirin Şehîd û saziya Şehîdane. Bi taybetî jî di pêvajoyên şoreşan de ev mijar xwe zêdetir dide pêş. Kesên ku di bîranînên wan de, di armanca wan yên şer de neguncav tevger dikin, cihê ku li ser van bingehan encam derxînin, ji bo berjewendiyên xwe weke amûrek kar tînin ne kêmin. Saziya Şehîdan, bîranînên nirxên mirovahî û ev nirxên ku di pêvajoyên girîng de derketine holê ye. Ev bîranîn xistina çîrok, heta di her salvegerên wan de bi bîranîna wan sond xwarin ne valeye. Ev dibe sedema şer. Di vê wetayê de xwe nêzkirin û li hemberî kesên ku rastiya wan berovajî dikin re têkoşînkirin giringe. Bê gûman, çawa ku di têkoşîna çînayetî û di her aliyên şerê gelan de, li vir jî bi aweyekî berfireh li hemberî dijberîtiyê têkoşîn tê jiyankirin. Çawa ku hin kes hene vê rastiyê li gorî paşverotiyên xwe, berjewêndiyên kesî, malbatî, teng, xweperest û çînayetî digirin dest hene, di heman demê de kesên ku ji ve rastiyê encamên mezin yên ji bo mirovahiyê derxinin û vê rastiya dixin bin xizmeta dad û wekheviya mirovahiyê jî hene. Dema ku me ev saziya hêj baştir lêkolînkir rastî jî em ê bibînin ku, bîranînên ji bo armanca xwe feda kirine, xaleke ku têkoşîna wê xwe gihandiye lûtkeyê ye. Ji bo vê jî cihê ku bi şêwazê paşverû werin bîranîn pêwîste bi aweyekê şoreşgerî werin bîranîn, ev jî weke pêwîstiyeke têkoşînê derdikeve holê.
Di tevgerekê de hevgirtin, cîdiyet û bi armanc tevgerkirin, bingeha xwe ji ruhê endamên wê yên ku bi çavkorî hebûna xwe yên herî bi nirx, hêja ji bo armancên herî pîroz fedakirina wan digire. Ger em bixwazin hevgirtina tevgerekê fêm bikin; wê demê, endamên wê tevgerê, di rewşên herî zehmet yan jî rewşên ne zehmet de li pêşwazî kirina hemû zor û zehmetiya û dema ku hat xwastin ji mirinê re amede bûyîn û ne amede bûyîna wan binêrin. Bi rastî jî bi vî aweyî tê fêmkirin û di sepandina wê jî bi wî aweyî be, wê demê ew rêxistin rêxistineke pir cîdiye. Lê belê ger bi daxwazên ketîbûn û rojên rehet bi aweyekê li ser nirxan xwe bide jiyankirin, di rojên herî zehmet de jî weke mirîşka daristanan ku ji bo goştê wê tê nêçirkirin tê sorkirin be; wê demê gotinên wan çidibe bila bibe bi xeterin. Dozeke weke doza gel, şerê pîroz, şereke ku her tiştên bawerî digire nav xwe pêwîste nexin destên wan û ev kesên wiha werin eşkerekirin ku kesê bi vî aweyî erkên ku ji wan tê xwastin bi cih nayînin. Ger ji bo dozekê mirin hebe, wê demê mezinkirina wan hêjayê û layiqî wê mezinkirinêne.
Piştî ku me ev pênase kir, wê demê em ê berê xwe bidin pewîrên wan Şehîdên ku ev nêrînên me dane îspatkirine. Gotinên me, îspatkirina girêdanbûna me ye, ev jî rastiyêke dide diyarkirin; em jî wek xwediyê van gotinan di demên herî zehmet de û di nêvengên herî bi hêz û mezintirîn de, hema bêjin cihê ku wehşet lê jiyan dibe, di zemîneke ku ji xeynî dilê mirov tu amûrek nîne ku tu pê şer bikî û xwe bisperî, yên ku rastiya vê nûnertiya mezin dikin Şehîdên me nin. Hin kes çiqas bixwazin ve rastiyê bi awayekî kêm û bi aweyekî şaş jî bibînin, di vê derbarî de her çêndî xwediyê van nêzîkatiyên çewt jî bin, rastiya ku heyî bi vî aweyîye. Ger were xwastin ku ji bo Şehîdan pênaseyek were kirin, wan di demêke wiha de – herî kêm pir serkeftinên ku pişt re hatine destxistin de- bi hebûna xwe bûyerên remza serkeftinêne. Pêwîste ew weke kes jî werin dîtin, weke saziyek jî. Ji ber ku ew di demekî ku bi mîlyonan mirov dibûn cangoriyên jiyana xapînok û demeke ku bi her aweyî xiyanetên ku di asta herî bilind de dihatin jiyankirin de, bûne berdevkê rastiyê û dema ku hat xwastin bi tena serê xwe jî be, van rastiyan bi qîrkirînê re dane jiyankirin. Belê ew kesayetên bi vî aweyîne. Pir kes nêzîkatiyên weke ku ji wan be karekî pir ji rêzeye, lê karek ne rehete. Îro pir kes bi vî aweyî fêm dikin yan jî, dikevin di nav xapandineke bi vî aweyî de.
Me pirbaş dît ku hin nêzîkatiyên ku bê weta yên li hember şehîdan hene, ev tu bixwaze di pratîkên me de, bixwaze jî di hin pratîkêndin de derdikevin holê. Fêm kirina Şehîdan bi kêmek rondikên çavan û jiyana xizim-mirovên wan re hinek hêsanî kirin û tinê bi vî awayî nêzîkatî raberkirin, bi van re sînordar mayîn kêrî tiştekî nayê. Di civaka me de nêzîkatiyên bi vî awayî hene. Ji xwediyên bûyerên bi vî aweyî re nirxên madî tê dayîn, yadîgarî tê pêşkeşkirin, bi wan re rondikan dibarînin. Nêzîkatiyên bi vî aweyî tenê xilaskirina rojevê ye, ji xwe nêzîkatiyên bi vî aweyî ne ji bo xilaskirina wate dayîna girêdanbûyîna Şehîdane. Di destpêkê de heya niha me tu carî li hemberî van nêzîkatiyan xweşdarî raber nekiriye. Pişt re jî me ev sekna xwe li hember hemû bûyerên Şehîdan berdewamkir. Me Şehadet, weke ji bo miriyekê/î rondikên çavan barandin, dilê mirovên- malbatên wan xweşkirin nedît û bi wî awayî jî em nêz nebûn. Ji ber ku Şehîdên me nirxên me yên jiyanîne. Her çêndî di milê bedenî de ne di nav me de jî bin ew bi giyan û hişmendiyên xwe bûne sazî.
Ji vê sedemê ye ku em dibêjin; Şehîdên me nirxên me yên herî rastin. Em têne şervanên ku di bin fermandariya wan ya pîroz de, di rewşek tevgerkirinê de ne. Ev pênase nepiroleye(abarti). Ger em jiyanê di rastiya hizrandinên şoreşgertiyê de– ev teqabûla rastiyê dike- ger vê wek ponijandineke fêm dikin, jiyaneke din cûda wê çi wetaya xwe hebe? Parastina zîndîbûna hebûna me ya fîzîkî, tevger kirina dest û lingên me, xebitîna hestên me çi wetaya xwe nîne. Ger em jiyanê di asteke ev qas jêrde fêm nakin, dibînin û nû de avakirinacivakê, bi armanca afirandinê bi şewayê şoregertiyê ketin vê rê. Ji xwe di nav van armancan de hebûna herî bi wate ku pêwîste em vê rastiyê qêbûl bikin, Şehîd û yên ku bi rastî jiyan dikin e. Mezin kirina wateya jiyanê, ya rastî pirkirina Şehîdan pêwîste em vê jî di rastiya hevalên destpêkê ku bi şêweyên xwe artêş dane avakirin de fêm bikin. Ev di heman demê de tê wetaya hilbijartina riya herî rast ya berbi serkeftineye.