MÊRSÎN – Polîsan vê sibehê li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrsînê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan deriyên malan şikandin û ketin hundir û kelûpelên malan belav kirin. Polîsan di serdegirtinê de kesên bi navê C.A.T., A.Ç., D.G., F.S. û A.T. destgîr kirin, û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Hat angaşt kirin ku ev kes dê ji bo 15’ê Tebaxê çalakî li dar bixistana, ji ber vê hatine girtin.