NAVENDA NÛÇEYAN –
Saet dihat sisêyan, gotin: xwe amedekin em ê derbasî Başûr bibin. Hava tarî bibû. Em bi rê ketin. Ji ber ku heya wê çaxê me meşa şevê nekiribû û her carekî yek jî me dîket erdê, yeke din digot: Çave min nabine hwd. Êdî heya em gihiştin ava mezin me hemûyan destê hevdu digirt. Hevalên me, me li ser wan tekelên ku tejî ba kiribûn siwarkirin û bi wî rengî me avê derbaz kir. Em qasî nîv saet meşiyan û piştre me li otobusa siwar kirin û em hatin Heftaninê. Êvar bû û dinya tari bû, heval me birin mangeyên piratikî yên biharê çêkiribûn. Em hingî westiyabûn hema em hemû di nav hev de bixewre çûn. Siharê zû em bi dengê rojbaş a hevalan şiyar bûn.
Heval gotin: zû rabin intişare û teyare lêdixe. Me nedizanî intişar çiye, heval berê me dan gir û heya di nav wan giyayên şîn û şîl yên biharê de em gihiştin gir, her tep û repa me bû. Piştre saet li derdora dehan bû, heval gazî me kirin û gotin; Dakevin jêr, întişar bû werin taştiyê bixwin. Wê demê pelên daran nû vedibûn. Em daketin dolê. Me dît hevalekî jin a bejin kurt heya kaba xwe goreya xwe rakiriye jor û pêlaveke lastikî ya reş di lingê wê de bû. Heval Ruken savar danî pêşiya me.
Min got; heval! Ka kevçî? Got: nîne. Pelê daran nişanê min kir û got: kevçi evîn. Me xwarina xwe xwar. Piştre hevalan gazî me kirin û gotin; kom bibin, civîn heye. Em hemû kom bûn, heval Bêrivan, hevaleke bejin dirêj û zirav bû me bir cihê civinê. Me dît heval Cuma li wîr e. Heval Cuma cilekî zer li xwe kiribû û pêlaveke lastikî ya reş di lingê wî de bû. Heval Cuma yek bi yek xerhatina me kir û pirs kir û got: Hevalan nav li we kirine? an jî navên we ya malê ye? Me got: Hina nav li me nekirin e. Got: temam, hûnê nav li xwe bikin. Piştre got: Hûn şoreşan nasdikin? Hûn ji bo çi hatine? Û qederekî li ser şoreşê bi me re axivî hemû zahmetiyên jiyanên û yên şoreşgeriyê jî ji me re davegotin û piştre got: Eger hûn ji van zehmetiyan hemûyan re amedebin bimênin. Eger hûn ne amedebin jî oxira we ya xêre be û ji niha da biçin. Piştî civinî xilas bû, xortekî bi navî Kamuran hebû û ji Mêrdinê bû. Keçikekî jî navê wê Rêhan bû û hevalê min ên malê bû û wê got: Ez nexweşim û nikarin bimênim. Heval Cuma got: Temam hûn biçin wî alî. Em ê we rêkin. Min dizanî bû Rêhan ne-nexweşe. Ji bo vê jî ez çûm cem heval Cuma û min jêr got: Ez Rêhan nas dikim, ew nerast diaxife û ne-nexweşe. Heval Cuma got: Em kesî bi zorê li cem xwe nahêlin, em ê wan bişinin, eger tu jî ne amadebî em ê te jî bişênin. Min got: Na, ez dimînim û ez ji bo tevlîbibim hatim e. Piştre heval me kom kirin û sicilên me girtin. Nav jî dan me. Ew hevalên ku sicila me digirt jî ji min pirs dikirin.
Heval tê çi nav li xwe biki? Ez fikirim min got: ez ji bo Kurdistanê tevlîbûme, bila navê min Kurdistan be. Piştre min got: heval! Em ê kengî biçin?
Got: hûn biçin kuderê?
Min got: em ê biçin cem Rêbertî.
Got: Cem, Rêbertî li kuderêye?
Ez difikrim ku ew nizane. Min got: heval! Saheyekî mezine û xaniyekî têde heye û li ser deriyê wî nivîsandiye (akademiya ş. Mahsum Korkmaz) ji bo we jî dixwazim biçim wîr.
Got: heval! Çend rojekî din biminê piştre tê biçî.
Ez ji çûm cem hevalan û min got: ez ê van rojan biçim cem Rêbertî çend roj derbas bû û her roj em di rewşa întişarê dene. Ez dîsa çûm cem wî hevalî min got: Ma em ê kengî biçin? Got: tu biçi kuderê? Min got: min ji te re gotibû, ez ê biçim cem Rêbertî. Ez ji bo Rêbertî tevlî bûme. Got: heval! Herkes naçe, tenê hevalên pêşketî diçin. Min got: wê demê mirov çawa xwe pêş dixe? Got: pêvîst e kengî hevalan gotin erk heye tu bêje ez amedeme. Ji bo nobet girtinê, an jî karên jiyanê, pêwîst e tu her dayim amadebî û jî berî herkesî tu biçi gorevê. Min got: Eger ez wisa bikim wê min rêbikin? Got: erê erê yên jêhatî rêdikin. Çend meh derbas bû. Ez disa çûm cem heval Aram. Min got: heval Aram! Hemû tiştek kû te gotin ez dikim. Çima hûn min rê nakin cem Rêbertî? Heval Aram got: heval Kurdistan êdî qebûl bike, ev der mala te ye, êdî tu li çiya dimênin li vir xwe pêş bixe. Hinekî Rêbertî, partî û çiya nas bike. Eger şans çê bû tê biçi û qederekî derbarê çûyina cem Rêbertî bi min re axivî.
Ji pênûsa Kurdistan Haftanin