REQA – Desteya Ciwan û Werzîşê di bin dirûşmeya “WERZÎŞ EW LÎSTOKA AMADEKARIYA, JI BO BEŞDARBÛNA JIYANÊ BI SERKEFTIYE”, li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeyek destpêkirin. Perwerdeya ku ciwanan daye destpêkirin, hem îdeolojîk û hem jî leşkerî (Di nava perwerdeya leşkerî de esas girtina werzîşê) di nava xwe de dihewîne.
Endamên perwerdeyê dan diyar kirin ku ew di vê perwerdeyê de girîngiya perwerdê û şerê şoreşgerî ya gel fêr dibin û ev ji bo wan weke derfeteke xwe nû kirinê ya mezin e.
Emar, endamê Fedrasyona Werzîşê ya Reqayê got; “Em hatin vê perwerdeyê, ji ber ku ev dewreya ku hatî vekirin, yekemîn dewreye ku em karbin tê de perwerdeyên fikirî û werzîşê bi hev re bibînin. dewreya me tenê heya hefteyekê dewam kir, me dixwast ku hîna dirêjtir biba. Di perwerdeyê de herî zêde perwerdeyên fikirî û bi taybet yên derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî de bala min kişand. Ji ber ku îro em weke gel, rastî jî divê xwe di vê xetê, xwe bi awayekî rast bi rêxistin bikin. Ger ku gel nebe, civak û geleke rêxistin kirî, wê hilweşe, û bikeve bin kontrola dewletên dagirker, emê jî werin dagir kirin.”
Her wiha Emar di axaftina xwe de bal kişand ser armanca wan ya ji vekirina vê dewreyê û wiha domand; “Mebesta me ji vekirina vê perwerdeyê ewe ku em werzîşa rastî û wateya wê nîşanî herkesî bidin. Ji ber ku werzîşa rastî ji riya xwe hatî derxistin.”
Emar di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku ew jî xwe perwerde bikin û cihê xwe di dewreyên ku tên vekirin de bigirin.
Heman demê de jina ciwan ya bi navê Emîne, ku cihê xwe di Ofîsa Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Reqayê digire, anî ziman ku ewê bi riya perwerdeyê karbin rastiya dagirkeriyê nas bikin û got; “Ji bo amadekarî û pêşxistinia ramana werzîşê, bi rêxistinkirina demê, me perwerdeyeke ji werzîşvanan re da destpêkirin û perwerdeya me bi dawî bû. Me bi riya dersên fikirî û siyasî, rastiya hêzên dagirker ya hov nas kir. Me derbarê planên dagirkeriyê yên ji bo xirab kirina istîqrarbûna welatê me û dagir kirina xaka me dersên girîng dîtin. Emê bi wan dersên ku me dîtine, li dijî dagirkeriyê bi gelê xwe re têkoşîn bikin.”
NC// Hozan Can