NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) li Ewrupa Ehwen Çiyako , ji ajansa Nûçe Ciwan re, derbarê peymana Lozan û 99’yemîn sala parçe kirina Kurd û Kurdistanê de, heman demê de li hember vê polîtîkaya qirkirinê divê Kurd xwe çawa di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin bikin axivî.
Bi temamî nirxandinên Ehwen Çiyako wiha ye;
“Beriya her tişî em weke gelê Kurd, di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin, ji beriya 100 salî ve, li ser Kurdan di nava peymanên 1925 heta 1930 projeyên parçe kirina Kurd û Kurdistanê hate meşandin. Ev proje ji aliyê hêzên navdewletê yên li herêmê bi cih bûne hate meşandin, heman demê de bi desteka hêza modernîteya kapîtalîst hate pêkanîn. Bê guman armanca wan ya sereke parçe û tune kirina tevahî gelê Kurd bû, lê belê li dijberî wê gelê Kurd li berxwe da, heya roja îro hat û xwe gihand sedsala 21’emîn. Di nava van deh salên 2020-2030 de projeya parçe kirina Kurdistanê dê bê betal kirin, ev betal kirin wê bi xwe re metirsiyan jî bîne. Armanca wan dîsa ewe ku mafê dagirkerina Kurdistanê careke din bi destê xwe bixin û rê nedin mafê Kurdan. Gefên ku niha jî li ser Kurdan ji aliyên dagirkeran ve, bi taybet jî ji aliyên dewletên Îran û Tirkiyê ve tê kirin, di nava deh salan de ji nû de dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Gelê Kurd li dijî van êrîşan ku roj bi roj mezin dibin, divê hertim di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de bin. Tenê ya ku karibe di vê riyê de gelê Kurd bi rêxistin bike, fikir û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna gelê şoreger e, yanê divê hinek şer nekin û hinek jî temaşe nekin, herkes divê cihê xwe di nava vê şerî de bigire.
Dema herkes cihê xwe di nava şer û têkoşînê de bigire, ev tê wateya di Şerê Gelê Şoreşgerî cihê xwe digire. Ev strantêjî di xwe li ser du xetan ava dike, yek ji wan xetan serhildan û rêxistinbûyîna gele û ya din jî parastina rawa ye. Parastina rawa mafekî gerdûnî ye. Ji lawiran bigire heya hemû zindiyên din, di nava hemûyan de makanîzmeya parastinê heye. Ji bo pêkanîna van herdu xetan jî rola ciwanan ya di pêşengtiyê de hêzeke dînamîke. Ciwan bi hêza xwe ya dînamîk, û bê rawastan tên naskirin. Rastiyeke din jî heye, ger dema ciwan xwe bi rêxistin nakin û hêza xwe ji bo vî gelî bikar nayînin, dikevin bin xizmeta dijmin de, û wan li gor pêwîstiyên xwe bikar tînin. Tevahî şoreşên ku di cîhanê de bi pêşketine, di pêşengtiya ciwanan de bûn. Her wiha mirov dikare bêje, hemû kesên ku cihê xwe di nava artêşa Tirk ya dagirker de jî digirin ciwanan, di vir de ya girîng ewe ku ciwan xwe çawa û li hember çi bi rêxistin bikin e. Girînge ku ciwan bizanibin çawa xwe perwerde bikin, ji ber ku hêzên dagirker hemû kar dikin tenê ji bo ku ciwanan bê îrade bikin. Dijmin bi taybet dixwaze îrade ciwanên Kurd ji holê rabike û tune bike, ji ber vê jî ciwanên Kurd hertim neçarî koçberiyê dikin. Ciwanên Kurd bi hincetên cuda sûcdar dikin, da ku wan bigirin bin kontrola xwe, bi vê awayî dixwazin hêza ciwanên Kurd ya dînamîk tune bikin, da ku ji têkoşîna rizgariya Kurdistanê re xizmet nekin. Li ser tevahî ciwanan bi her awayî polîtîka tên meşandin. Weke ku me di destpêkê de jî behs kir, ji bo bê îrade kirina ciwanan, ji bo ciwan bi berpirsyartiya xwe ya li hember welat ranebin, ciwanan bi tiştên vala re mijûl dikin.
Ji bo vê jî, da ku bigihêjin armanca xwe ya tune kirina ciwanan, her tiştî bikartînin, bi taybet jî huner û werzîşê weke polîtîkayeke şerê taybet bikar tînin. Mijare ku herî zêde jî dijmin li ser disekine, dûrbûna ciwanan ya ji şoreşa li Kurdistanê ye. Hertim dixwazin berê ciwanan bidin derveyî Kurdistanê. Dixwazin hemû ciwanên Kurdistanê koçî derveyî welat bikin, bi taybet jî ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Heya roja îro jî dewlet her di vê polîtîkayê xwe de bi israr e. Divê ciwanên Kurd jî tu carî teslîmê vê polîtîkayê nebin û ji wan re nebin qûrbanî. Divê ciwan tu carî dev ji welatê xwe bernedin, li dijî wê ciwan hewl bidin xwe bi têkoşîna heyî ya li Kurdistanê re bikin yek. Li şûna ku ciwan bi van polîtîkayan û tiştên ku sîstem xwaşik nîşan dide, bixapin, pêwîste xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin bikin, li kêleka gerîla bin. Heta bersiva herî rast ya li dijî dagirkeriyê tevlîbûna nava refên gerîla ye, tevlîbûna nava refên gerîla jî tê wateya pêk anîna erka xwe ya exlaqî û welatparêziyê. Ger ciwanek nikaribe tevlî nava refên gerîla jî bibe, divê di nava civakê de bi hêzeke mezin a serhildana gel, gelê xwe bi rêxistin bike.
Ciwan wê cesaret û baweriyê bidin gel, wê bi vê awayî jî hêz û dînemîzma şoreşê bi dest xwe bixin û dijminê ku dixwaze me bê hêvî bike, ewê bi xwe bê hêvî bibe. Ji ber ku em êdî ji avabûna şoreşa Kurdistanê nêz bûne. Êdî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî, di sedsala 21’emîn de, li Kurdistanê bûne xwedî ezmûneke mezin. Her ciwanekî ku bixwazibe, tevlî nava refên gerîla bibe, divê di wê baweriyê de bû ku, tecrûneyên gerîla yên mezin hene, ewê jî xwe di vê bingehê de perwerde bike. Ewê jî bibe xwedî hêzeke bi bandor ya parastina Kurdistanê ya ji hêzên dagirker û ewê azad jiyan bike. Dijmin bi zanebûne di serî de hertim jin û ciwanan dike hedef, ji ber ku ew hêzên herî dînamîk û sereke yên civakê ne. Divê em jî li hemberî wê bi rêxistinbûyîna jin û ciwanan bersiva dijmin bidin û wan ji hedefên wan bê hêvî bikin.”
NC// Derwêş Tolhildan