EYN ÎSA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê, meşeke maşeleyan, li dijî êrîşên dagierkeriyê ya bê navber li darxistin.
Meşa ku bi tevlîbûna dehan kesan pêk hatî, ji pêşiya Mizkefta Mezin destpêkir û ber bi çerxerêya şehîd Cûdî bi dawî bû. Di çalakiya ciwanan de, pankartên bi nivîsên “Yên ku bûne sedema şehîd xistina hevalên me, mafên wan tune ye ku bi me re bijîn”, wêneyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiya ku bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ya dagirkirî beşdabûne de, siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bimire Îxanet û Faşîzm”, hate berz kirin.
Piştî ku ciwanan meşa xwe gihandin çerxerêya şehîd Cûdî, li wê derê bi deqeyekî rêzgirtin, ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê, Mihemed Mehmûd dest bi axaftina xwe kir.
Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê, Mihemed Mehmûd bi bal kişandina ser êrîşên dagirkeriyê ya li dijî sivîl û leşkeran dest bi axaftina xwe kir û got; “Em van êrîşan lanet dikin, dewleta Tirk ya dagirker ku bê çare bûye, tu riyeke din ya hebûnê di pêşiya wî de nemaye. Ji ber vê jî, ji bo ku hebûna xwe bide domandin dixwaze gealn qir bike û wan tune bike.”
Her wiha Mihemed Mehmûd diyar kir ku ewê xwe li hember hemû êrîşên dagirkeriyê parastina welatê xwe bi stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî bikin.
Mihemed Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku cihê xwe di nava qadên leşkerî, an jî di nava tevahî têkoşîna li dijî dagirkeriyê de bigirin.
Çalakiya ciwanan piştî axaftina Mihemed Mehmûd, bi gerandina dîlanê li çerxerêya şehîd Cûdî bi dawî bû.