NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayê HPG’ê Kemal Bora li gundê Smaîlka yê navçeya Hezo ya Êlihê di şerê li dijî artêşa Tirk ya dagirker de şehîd bûye.
Malbatê duh li morga Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê cenazeyê Boral teşhîs kir. Malbat piştî teşhîskirinê cenazeyê lawê xwe wergirt û ji bo definkirinê birin gundê Ceznê yê Hezoyê.
Cenazeyê Boral piştî wecîbeyên olî, doh şev bi awayekî girseyî hate veşartin.