NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Milîsên Erhan Dogan ên HBDH’ê de hate ragihandin ku li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li hemberî dikana ‘Fahrettîn Dundar ê dûvikê desthilatdariyê’ çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Agir bi dikanê ket û teqiya. Milîsên me fîşeka hişyarkirinê berdan hewayê û bi rengekî plankirî ji qada çalakiyê çûn.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Fahrettîn Dundar de peyameke hişyaririyê ji noker û alîgirên desthilatdariya faşîst re hatiye dayin.