NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku 9’ê Tebaxê saet di 06:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xist ku hewl dida li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bibin. Di encama çalakiya sûîqestê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin.
Hate ragihandin ku ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Ahmed Rûbar ve ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hatiye lidarxistin.