Ji bo mijara me baş were fêmkirin destpêkê em wateya tegînan bizanbin. Destpêkê cînsiyet çiye pêwîste were nasîn, cînsiyet tegînek e. Wek nêr û mê. Taybetmendiyên anatomîk di navbera her du cînsan de cuda ye. Pir taybetmendîyên di jin de heyî yên wek xwe zêdekirin, şîr dayîna zarok, mehane regl û hwd. cudahî yên bingeh in ji ber ku zilam de ev taybetmendî nîn in. Ji bo wê jî hêza jin û cudahî yên vê li gorî zilam bêhtir in. Ji bo cînsiyetparêziya civakî jî mirov dikare bêje rol û statuyên ku jin û zilam re tê dayîn ji aliye sîstemê ve tê dayin. Ji xwe pergal (sîstem) bi aqlê zilam hatiye avakirin. Ji bo wê derveyî xweza û civakê ye. Di heman demê de hêza jin ji hêla vê pergalê hatiye berovajî kirin. Ev tegîn cara yekem di sala 1970 de ji hêla Ann Gokley ve hatiye bilêv kirin. Weke gaspkirina civakê tê dîtin. Ev hişmendî li ser civakê piştî ku xebatên şikandina jin jî destpêkiriye zilam derketiye pêş, her tişt ji bo wî ye û di xizmeta wî de ye. Ê tabî heke ku bixwaze xwe derxe pêş pêwîstî heye ku civakê bi rêxistin bike. Ji ber wê yekê jî civakê gelek dek û dolaban li gorî hişmendiya xwe ya zilamsalarî ava dike. Vê jî li ser esasê jin tinekirinê, koledarî pêşxistinê xweza qetilkirinê ve dike. Ji şexsê jinê de civak ber bi tinebûyînê diçe. Jin ne tenê cînseke, di heman demê de jiyan, xweza, netew û hebûneke. Wê naskirin jiyanê naskirin e, wê naskirin xweza, gerdûn û bi giştî jiyanê naskirin e. Serokatî li ser vê mijarê de wisa dibêje ‘’Dîroka koletiya jinê nehatiye nîvîsandin, dîroka wê ya azadiyê jî benda nivîsandinê ye.’’ Ev yek asta kole bûyîna wê nîşan dide di heman demê de pêwîstiya azad kirina wê jî îşaret dike. Pergal pir zirav polîtîkayên tinekirinê dimeşîne. Mîna manîpulasyon, beralîkirin, bi gotinên devkî, teşîrkirin û darê zorê re dike. Bi van merheleyan de jin ji xweza ya xwe derdixin, bi zanebûn tine dikin. Êdî bêguman mîtolojî, ol, felsefe û zanist dikeve bin destê wan û li ser esasê berjewendiyên xwe bikartînin. Heqîqetê berovajî dikin. Bi gotin ên devkî hişmendî tê avakirin. Xweşik bûyîn weke fîzîkî ew jî li gorî pîvanê zilam tê destgiritin. Jin jî vê qebûl dike û ji bo ku xwe bide îspatkirin li gorî wê tev digere. Heke ku jin li gorî pîvanên ku zilam diyar dike nemeşe tê teşîrkirin. Civakê de weke xirab tê dîtin. Karê ku jin dike jî zilam diyar dike. Ev kar jî zehmet e, jin nikare bike, hêza wê têr nake hwd. Wiha jî jin biçuk tê dîtin. Ji xwe ol, olperestî laşê jin jî digire her tişt guneh tê hesibandin. Heke ku em wan hemûyan temaşe dikin yek tişt derdikeve holê ew ji civak û bi giştî jin ji nirxê xwe yên exlaqî û polîtîk dûrxistine. Serokatî ji bo vê tekoşînê ku civak bigêhe li ser cewhera xwe şerekî mezin dimeşîne. Ji ber ku pirsgirêka zîhiniyeta kesayet bi xwe ye. Tekoşîna cînsî meşandin di vê du alî de be, him beramberî kesayeta xwe him jî beramberî hevalê xwe, civaka xwe û beramberî desthilatdariyê meşandin giringe. Ev him armanca partî ye me him jî hedefa me ya stratejîk e. Destpêkê tekoşîna jinê ye. Di şexsê jin de civak were rizgar kirin. Ji bo wî jî Serokatî dibêje em ‘’Çawa bijîn’’ û çawa tekoşîn bimeşînîn bi salane ji me ra dibêje û asta jor da jî tekoşîn dimeşîn e. Bi 5 rêgezên esasî hate diyar kirin. Ev jî birdoziya azadî û rizgarî ya jinê nîşan dide. Ji bo me esasên stratejîkin. Ev rêgez wisa ne; welatparêzî, vîna azad, rêxistinbûyîn, tekoşîn û etîk-estetîk. Hemû bi hev re girê dayîne û hevdu temam dike. Bîrdoziya rizgarîya jin’’Teorîya qutbûyînê’’ esas digre. Teoriya qutbûyînê jî pergala dewlet û zilamsalarî qutbûyîn e. Ji zilam hem fîzîkî, hem fikrî, hem hestî qutbûyîn vîna jinê pêş bixe. Bê guman tiştên me dawî anî ser ziman Serokatî hemû ji bo em çawa tekoşîn bikin diyar dike. Yek bûyîna fikir-zikir-çalakî pêk bê, vê demê xwe gihandina azadî yê jî teqez gengaz e.
Tevgera me ya jinê ev 40 sale berxwe dide, tekoşîn dike û di encamê de Şoreşa Jinê, Şoreşa Rojava pêş xist, bû hêvîya hemû jinên cihanê. Ev jî bi saya Serokatî û tekoşîna wî ye. Ji bo vê em dibêjîn ’’Azadiya Jinê Azadiya Civakê ye’’.
Jînda Botan Nivîsandiye….