NAVENDA NÛYÇEYAN – Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di malpera xwe de ragihand ku di 9’ê Tebaxê de welatiyê bi navê Sîna Mînayî yê ji gundê Sûce yê ser bi bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo girtina cezayê xwe yê sê sal yê zîndanê rêkirine girtîgeha Nexedê.
Di Cotmeha 2021’an de Sîna Mînayî û ciwanekî bi navê Edullah Yusifî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û ji bo lêpirsînê veguhestin girtîgeha Urmiyê.
Sîna di meha Mijdara heman salê de bi kefaleta 300 milyon tûmen hatibû berdan. Pişt re bi hinceta ‘endamê rêxistinek ya Opozîsyonê ye’ ji aliyê dadgeha bajarê Şîno ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di 9’ê Tebaxê de Sîna Mînayî ji bo were cezakirin veguhestin girtîgeha bajarê Nexedê ya li Rojhilatê Kurdistanê.