RIHA – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobetê digire. Nobet ket roja 521’emîn. Dayik û kurê xwe wek her roj vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û xwestin li ber siya avahiya edliyeyê rûnên lê polîsan dîsa destûr neda. Malbat li ser vê astengiyê li kuncikê xwe nobet da destpêkirin.
Malbatê di nobetê de wêneyên her sê ferdên mala xwe ku li ser pankarta bi nivîsa, “Ji bo her kesî edalet” vekir û dovîza “Ji bo jiyanek bi rûmet 521 roj in em li benda edaletê ne” bi bariyeran ve daliqandin.
Emîne destnîşan kir ku ew bi serdanan têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Me bi tenê nehêlin. Bila her kes li dijî vê zilma li me tê kirin, li ba me cih bigire. Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim. Bila demek zûtirîn edalet were. Bila kujer hemû bên girtin. Ev dewletek çawa ye û ev edaletek çawa ye?”