QAMIŞLO – Li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku bê navber dewam dike, gel jî bi helwestên xwe yên tund bersiva dewleta dagirker didin. Îro jî li gelek deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan çalakî hatin kirin û peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
Dewleta Tirk ya dagirker di van rojên dawî de êrişên xwe li ser herêmê zêdekirine û gelek welatî bûn hedefa êrîşan. Gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrîşan bi hêrse û nerazîbûna xwe nîşan dide.
Şêniyên Qamişlo bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakê – Jin (HPC-JIN) li pêşiyan avahiya NY ya li Qamişlo kom bûn û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî beramberî van êrişan şermezar kirin.
Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin Wetha Wanikî diyar kir ku êdî ew nema ji NY bawer dikin ji ber ku her car wan dixapînin û dengê wan nayê û wiha destpê kir: “Em hatine pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku dengê me bigihêje tevahî cîhanê, NY sozek dane me û ne li gorî sozê xwe ne. Em dibêjin aliyên pêwendîdar çima hûn li pişta Tirk disekinin, ji sala 2019’an de we got ku emê balafirên tirka bidin sekinandin lê mixabin en rast e, ji ber ku rojane herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tên topbarankirin. Em nema qebûl dikin ku êdî werin pêşiya dergehê NY daxuyaniyan radestî wan bikin û li bedna bersiva wan bimînin, her careke ku daxuyanî radestî wan tê kirin bersiv nayê û dibe ku nameyên me nagihînin.”