NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Mehmet Alî Kasirga yên HBDH’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di 10’ê Tebaxê de saet 03.00’an de li navçeya Akdenîz a Mersînê li dijî Terzî Kerîm ê hewil dide ciwanan bi pereyan bike hevkar, çalakî li dar xistiye.
HBDH’ê anî ziman ku milîsên wan kargeh û avahiya weke mal bi kar tîne bi fişekên hewayî ji xwe re kiriye hedef û bi domdarî wiha got:
“Pêşeroja gelên me yên kedkar, bi serkeftina şoreşa yekbûyî ve girêdayî ye. Serkeftina şoreşê jî girêdayê tevlêbûyîna refên têkoşînê ya ciwanan e. Ê ku ciwanan bi dest bixe wê pêşerojê jî bi dest bixe. Dijmin ji ber ku bi vê rastiyê dizane, dejenerekirin û rizandina ciwanan hemû derfetên xwe bi kar tîne. Çiqas hêmanên riziyayî hebin, bi parastina dewletê, ji bo ciwanan dejenere bikin, bikin sîxur û bijehrî bikin, tên bikaranîn. Ev hêmanên riziyayî, di heman demê de sîxuriyê dikin. Milîsên me, bi vê hişmendiyê ji bo xistina derbeyan li dezgeha dejenerekirinê, çalakiyan li dar dixin.
Em nahêlin sîxurên hevkar, çavên xwe vebikin. Em îro hişyariyê li van hevkaran dikin. Em ê sibehê wan îmha bikin! Em nahêlin ciwanan dejenere bikin û birizînin.“