QAMIŞLO – Du roj berê di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk ya dagirker de şervanê QSD’ê Mihyedîn Gulo yê neviyê Şehîd Yûsif Gulo şehîd bû. Ev du rojin konê sersaxiyê yê Şehîd Mihyedîn Gulo hatiye vegirtin û bi sedan welatî serdana kon dikin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin û li dijî êrîş û dagirkeriyê peyamên bilindkirina têkoşîn û berxwedanê tê dayîn.
Îro jî welatî, komîn, şêx û rûspî, endamê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê serdana konê sersaxiyê kirin. Li bin konê sersaxiyê gelek axaftin hate kirin û bal hate kişandin ser êrişên rojane yên ku tên kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Bavê şehîd Sebrî Gulo, Reşîd Gulo jî axivî û ji civata navnetewî xwest ku li dijî êrişan xwedî helwest bin. Meclisa Malbatên Şehîdan jî li bin konê sersaxiyê daxuyaniyek da. Meclisê di daxuyaniyê diyar kir dê herdem li dijî êrişên hovane li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriyeke nû.