NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê got “Milîsên me ji bo silavkirina Pêngava Serfiraziyê ya ku Yekîneya Parastina Sivîlan (YPS) daye destpêkirin, çalakiyeke bi bombeyî kir.
Milîsên me yên Atakan Mahîr di 11’ê Tebaxê de saet di 01.00’an de li Taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê bi bombeyên parçeavêj li A101’ê da. Ev yek ji saziya sereke ya aboriyê ya faşîzmê ye. Dema ku çalakî hate kirin hêzên dijmin hatin qadê lê dîsa jî milîsên me karîne bi awayekî serkeftî ji qadê vekişin. Ligel ku dijmin hat jî milîsên me plana xwe ya çalakiyê domand û di dema vekişandinê de bi bombeyan êrîşek bir ser kargeha malbata Ozdemîr a AKP’yî.”