NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi Hevalê Egîd re tekoşîn û şervaniya azadî
Ez û şeş hevalên xwe meha sermawezê di sala 1984’an de tevli PKK bûn. Berî me li 83ê dû hevalên me tevlibibûn.
Em meha cotmehêe di sala 1985’an de, derbazî Komata bûn. Komata ji mejve ve bûye cihêke şoreşger û tevgerên tekoşînê. Komata gundên navên wan Hedrîş, Yekmal, Kevzankê Dolê, Betkarê, Alemûn, Hiror û Sûlê digirte nav xwe.
Li Komata yê hevalên zilam û keç tev hatibûn. Bi hijmareke zêde heval kom bibûn, yên tên bira min, Hevalê Abbas, Hevalê Agit, Hevalê Erdal ( Mustafa Yöndem), Hevalê Sadûn ( İsmet Doğru), Kör Cemal, Terzi Cemal, Botan, Ebubekir, Selim Xoca (Selahattin Çelik), Fatma, Zehra, Elif. Ewana zêdetir reveber bûn. Kombûna hevalan hem ji bona amadekariyên zivistanê, hem jî bona amadekariyên Kongreya 3.bû.
Em ji meheke zêdetir li Komata man. Hevalê Abbas li darxistina me çêkir û em ji hev qut bûn.
Di meha Sermawez ê di sala 1985’an de koma me ji axa Iraq’ê derket û me berê xwe da Herêma Gabar. 6-7 roj ji Komata dûrketin. Em gihiştin gunde Birkî-Dola Gurdila ye herema Gabarê. Şev baran, berf û bager dihat, erd tev herî bû. Derweyî gund em şeveke man. Bû sibêhê em bi leşkeran re ketin şer. Em ji şer derketin. Hevalê Şexmus şehîd ketibû, hevalê Metin birîndar û wenda bû, hevalê Kazım jî birîndar bibû. Em bi awahî 25 roj geriyan, di encam de Şêveke em çûn Gundê Nanîv û li wêde me hevalên Kemal, Kazım û Doğan dît. Em çûn mala Tito û Deşto. Karên me li wî gundê xelas bû. Hevalê Kemal wan em birin cem hevalê Egîd. Dema em diçûn em ketibûn fikarê. Ez bi xwe dihizirîm ku ka Hevalê Egîd ji me re çi bêje. Em gihiştin Gundê Cinêt.
Noxta heval li nav razeke de bûn. Berf li erdê bû, heval agir kiribûn. Dema em çûn gihiştin, heval hemû rabûn ser piya, me merhaba li hev da. Dema ku em rûniştin, Hevalê Harun, Sari Hisên, Mahir, Egîd û Sari İbo, hemu bi rih bûn. Derweyî wan hevalan, Hevalê Heci Musa û hevalê Selim, Celalê Şirnaxê, Zeki ( Şemdin Sakık ), Doğanê Şirnaxê, Hisênê Avalî, Bozan, Nazîf, Lezgîn û Ferhan jî hebûn. Hevalê Egîd li ser şerê ku em ketin bi me re axifî. Di nav hevalan de hevpeyvin çêbû. Hevalê Metin ye ku wenda bûyî çûbû tevli koma Hevalê Egîd wan bibû. Dema bû sibehî, pişti taşte Hevalê Egîd banî koma me kir, Hevalê Harun jî li gel bû. Hevalê Egîd li ser şerê me bi me re axifî, rexneyên giran li me kir. Ji wir şunde koma me bi giştî tevlî koma Hevalê Egîd bû. Li vê komê de Hevalê Cehfer, Mahir, Zana, Mehmet Şah, Fadil, İbrahim, Kemal, Harun, Sari Hisên, Seid, Metin, Yaşar û Cemal Zedayî hebû, wan hevalan heta neha hemû şehîd ketin. Derweyi wan hevalan, Cemil, Faik, Kazim, Xeyrî, Doganê Şirnaxê, Celalê Şirnaxê, Hisêne Avalî, Nezirê Gameşûkê, Bozan û Selim jî hebû, wan kesan paşê ji tekoşîne dûrketin.
Ji wê şûnde ev kom heta roja Hevalê Egîd şehid ket, sax ma. Kesek jê qut nebû û kesek şehîd neket. Rê û rebazên Hevalê Egîd bi giştî li gorî Gerilla û Kurdistanê bû. Tû carî nedihişt em li nav şkeftan û gundan razin. Gelek caran em 24 seat li ser berfê manê lê belê ne li şkeft û nê li gund ranazane. Dijmin, wate û giringiya Hevalê Egîd ya kû ji bona Gerillayên PKK, şerê Gerilla û Kurdistanê dizanî. Ji bona ve yekê koma Hevalê Egîd, diçû kû derê dema dijmin pê dihasiya heta sibehî ranediza. Dijmin ji rê û rebaz, taktikên şer, tarzê jiyanê û danûstaninên wî yên bi gel re gelek ditirsiya. Ger em hinek mînakan bidin; Karakole Şkeftreşê bin fermandariya Hevalê Egîd rabu û bê şehid, bê birîndar, Gundên cerdevanan yên bi navê Ramuran û Qernê, hevalê Egîd wan gundan beyî ku kesî xusar bibîne tev bê çek kir, ne tilye hevalan ne tilye gundiyan, qet dilopek jî xwin jê nehat. Ev minak ji bona dijmin têne sere xwe darbeyeke mezin bû. Ya din jî wê çaxê derfetên me ya aborî jî hema hema tûnebûn.
Tê bîra min xwerinên me ya herî baş mirtuxa û axavk bû. Careke arê me gemar bibû, kirêjîya mişkan û kurm ketibûn nav arê. Me nedixwest em bixwun. Hevalê Egîd xwe eciz kir û got “ Ma qey hûn li Ewropa mezin bûne, ha ji we re ji şutikê derbaz bikin. Dema em Kurdistanê azad bikin, we çaxê emê biçin xweringehê xwerinê bixwin.”. Cilên me rengereng û pêlavên me jî lastik bûn. Li nav cilên me de her sipêh hebûn, ji ber wan em diketin tengezariyê. Di ser de jî PDK astengî derdîxist (Di sala 1985an de cilê HRK ya fermî hebû, weke cilê Zagros ya neha bu. Lê di peyizê sala 1985an de PDK astengiyên mezin derxist, ew jî bandoreke xirab li ser Gerilla kir ) PDK bi zorê Tirkan, geleke êrişê li me dikir. Hinek mînakan ezê bidim: Her zorî dikirin ku Heval li Başur de nemînin, berê zivistanê zorî li hevalan dikirin kû ji Başur derkevin. Çend caran heval bi alikariya PDK ji aliye Tirkan ve hatine şehîd xistin. Em we çaxê di nav rewş û derawên weha de tedikoşiyan.
Ji pênûsa Gurcan Komata
dê bi domîn e….