BEHDÎNAN – Di dîmenê ku ji aliyê GerîlaTV ve hat weşandin de Karayilan ji bo Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê xîtabî gerîlayan kir. Karayilan diyar kir ku artêşa dewleta Tirk tevî bikaranîna çekên qedexe û hemû piştgiriya komên hevkar û hêzên navneteweyî xetimiye û got, “Ev têkçûna dewleta Tirk e. Ewqas hêza wî heye. Her hefte hêza xwe nû dike û diguherîne. Bi berdewamî dimire. Dewleta Tirk di dîroka xwe de tu carî ewqas windahiyên li pey hev nedaye. Tu carî Başûrê Kurdistanê windahiyên wiha nedaye. Şer tu carî bi vî rengî li ser hev 4 mehan dom nekiriye. Ev rewşek nû ye. Ev rêbazeke taktîkî ya nû ye. Tîmên pispor ên ku dikarin bi awayekî koordîneyî şer bikin, tîmên bitevger û nîv-tevger û tîmên li ser bingeha şerê tunelan -ji ber ku şerê tunelê bi tîman re jî dixebite- û şerê bi parastina aktîf di dîroka şer de rewşek nû ye. Ev ji bo hemû mirovahiyê rêyeke nû ye.”
Tevahiya axaftinên Fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan wiha ye;
“Beriya her tiştî silav ji bo we hemûyan. Em Cejna Vejînê li hemû hevalên xwe pîroz dikin. Em li ser navê hemû hevalan 38’emîn Salvegera Cejna Vejînê û Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin, silav û rêz û dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Em 38’emîn Salvegera Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurdistanê, demokratan, hemû xebatkaran û we rêhevalan pîroz dikin. Em di sala 39’an de ji her kesî re serketinê dixwazin.
Pêngava 15’ê Tebaxê bi ked û berxwedana şehîdan hate afirandin. Şehîdên şoreşê xwediyê keda herî mezin in. Li kêleka hewldanên Rêber Apo, şehîdên me yên leheng xwedî roleke dîrokî bûn. Di salvegera 38’emîn de em di şexsê fermandarê xwe yê nemir rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em soza ku me daye wan dubare dikin û diyar dikin ku em ê heta dawiyê girêdayî wê bin. Em ê xwestek û xeyalên şehîdan vegerînin rastiyê, alayên têkoşînê bilind bikin, bi vî rengî wan nemir bikin û bîranînên wan di azadiya Rêber Apo de li Kurdistana Azad zindî bihêlin. Em ê heta dawiyê li ser vê sozê bin.
BI GIRÊDANBÛNA BI BÎRDOZÎ, ÎRADEBÛYÎN Û BIRYARDARIYÊ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PÊK HAT
Pêngava 15’ê Tebaxê di nava şert û mercên gelekî dijwar de hat organîzekirin. Civaka Kurd ber bi tunebûnê ve çûbû. Piştî ku serhildanên Kurd û Kurdistanê hatin şikandin, polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya berfireh hate meşandin. Xwestin gelê Kurd li ser esasê Plana Islahatê ya Rojhilat tine bikin. Dixwestin bi fizîkî û çandî qirkirinê bikin. Di demekê de ku ew polîtîka hatibû ferzkirin, helwesta Rêber Apo pêk hat. Helwesta Rêber Apo helwesteke gelekî dîrokî bû. Pêşî Rêber Apo fikir afirand. Fikra netewî û şoreşgerî pêş xist. Wek tê zanîn koma yekem li ser vê fikrê hat avakirin, partî pêş ket û PKK ava bû. Lê dijmin mudaxeleyî vê kir. Di 12’ê Îlona 1980’an de cûntaya faşîst li Tirkiyeyê desthilatdarî girt. Hem li hemberî sosyalîstên çep ên Tirkiyeyê û hem jî li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşek pir berfireh pêş xist. Dîsa, dijmin Plana Islahatê ya Rojhilat xist meriyetê. Ji zimanê Kurdî bigire heta çandê her tişt qedexe kir. Li hemberî vê, sekna li Zindana Amedê ya bi pêşengiya rêheval Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay û 3 hevalên wî û têkoşerên 14’ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, bû bingeh. Wan heta dawiyê gotin ‘em ê teslîm nebin’. Ev ji bo Rêbertiyê bûye hêzeke mezin. Ji ber ku di wan şert û mercan de vegera welêt û bikaranîna çekan li dijî mêtingeriya Tirk ne hêsan bû. Beriya her tiştî cesaret û xebateke mezin lazim bû, bingehek lazim bû. Li vir berxwedanên zindanan bûn bingehê keda Rêber Apo û Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya rêheval Egîd bi vî rengî pêş ket.
Ev serketin serketinek çekdarî bû, lê di eslê xwe de serketinek pir girîng bû. Îdeolojîk bû, civakî bû, neteweyî bû, li dijî koletiyê serîhildanek bû. Beriya her tiştî bi serê xwe, li dijî koletiyê, li dijî koletiya civakî serhildanek bû. Li hemberî xwe, li dijî pergala koletiyê, li dijî pergala qirkirinê bû. Ji ber vê yekê gelek wateyên wê hene. Rêber Apo heta niha gelek caran nirxandinên berfireh kiriye û em her carê behsa vê dikin. Li vir ne hewce ye ku em zêde li ser wateya wê hûr bibin. Lê ev pêngava ji bo parastina mirovahiyê bû. Li Kurdistanê mirovatî di şexsê civak û gelê Kurd de hat pelçiqandin û çewisandin. Li hemberî vê yekê kesên xwedî wijdan, di serî de Rêber Apo û yên li dora Rêber Apo kom bûne û yên wijdana wan ev yek qebûl nekirine, helwesteke wijdanî û mirovî nîşan dan. Ji bo hebûna netewe parastineke rewa pêş xistin, xweparastinek bû. Bi kurtasî em dikarin wiha pênase bikin. Nebe nabe bû. Bêyî wê civak wê têk biçûya.
GOTIN TEMENÊ WÊ 72 SAET E LÊ DI NAVA 9 SALAN DE SERKETIN BI DEST XIST
Di qonaxeke wiha dîrokî de bidestxistina pêşketineke wiha pir watedar e. Lê gelek kesan jê bawer nekir. Jixwe dijmin beriya niha digot, ‘temenê wê 72 saet e’. Ji bilî me gelek kes û rêxistinên din jî li dijî derketin. Digotin, ‘Li hemberî dewleta Tirk ti kes nikare bi ser bikeve, wê ev derketin jî di demeke pir kin de wisa lê bê’. Koma me wê demê ne zêde mezin bû. Hejmara koma ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anî pir kêm bû. Ew mîr û begên di wan serhildanên kevin de bi hezaran, bi deh hezaran leşkerên wê tunebû, gelek çekên wan nîn bûn. Kom biçûk bû. Lê dilê wan mezin bû, baweriya wan mezin bû, armanca wan mezin bû. Rêber Apo bîrdoziya wê afirand, bîrdoziya wî çavkaniya baweriyê bû. Wê demê me tenê xwe dispart îdeolojiya xwe. Rêxistina me bi dilsoziya bi bîrdozî, bawerî, rêhevaltî, dilsoziya bi hevalan re, bi rêhevalên di zindanê de, bi Rêber Apo re dimeşiya. Kadroyên ku li ser vê bingehê li dora Rêber Apo kom bûne ev yek pêk anîn. Li aliyê din tasfiyegerî jî ji bo mirovan dûr bixînin û çêkirina sûcan li ser kar bû. Gelek hêz xwedî hewldanên bi vî rengî bûn. Wê demê tasfiyegerî derket holê. Li dijî van hemûyan bi girêdanbûna bi bîrdozî, îradebûyîn û biryardariyê Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Di 9 salên destpêkê de, bi esasî serketin bi dest xist. Pirsgirêka Kurd derxist holê û Kurdan got ‘em hene’. Kurdên ku ewqas ditirsiyan û di nava tirsê de dijiyan, ditirsiyan ku behsa xwe jî bikin, daketin qadan. Serhildan destpêkê li Cizîr û Nisêbînê û piştre li hemû Kurdistanê dest pê kir. Kurdê mirî vejiya. Lewma jî şoreş bû Şoreşa Vejînê. Ev şoreş bi berxwedaneke pir girîng, bi keda rêheval Egîd, Erdal, Bedran, Havva û bi sedan hevalên din pêk hat. Hemû jî xwedî ked bûn, rol lîstin. Bi saya van hewldanan ev tevger bi ser ket.
Di van 29 salên dawîn de pirsgirêka Kurd li ser maseya çareseriyê ye. Ji wê demê ve Rêbertiya me ji bo çareseriya siyasî ya bi diyalogê pêş bixe gelek ked daye û gelek caran agirbest îlan kiriye. Dîsa Rêbertiya me ji bo ku çareseriya siyasî pêk bîne berê xwe da Ewropayê. Lê me dît, çi bû? Helwesta redkirinê pêş ket, Ewropa, cîhana modernîteya kapîtalîst, hemû zagonên xwe binpê kirin, mafên siyasî qebûl nekir, Rêbertî bi awayekî derqanûnî û bêhiqûqî dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Bi vî rengî komploya navneteweyî pêş ket. Komploya navneteweyî di esasê xwe de hewldana temamkirina qirkirinê bû. Ji ber ku digotin ‘Eger em Rêber Apo bigirin wê PKK tasfiye bibe’.
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ WEKÎ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YA DUYEMÎN E
Lê belê Rêber Apo bi helwesta xwe ya jîr a li Girtîgeha Îmraliyê û bi paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê ev komplo pûç kir. Lê belê mêtingeriya Tirk bersiv neda wan hewldanên wî yên çareseriya siyasî. Bi taybet dema ku AKP di sala 2002’an de hat ser desthilatdariyê got, “Eger hûn li ser nehizirin pirsgirêka Kurd tineye”. Yanî ji bo çareseriyê nehatin, di qirkirinê de israr kirin. Li hemberî vê yekê, Pêngava 1’ê Hezîranê wekî Pêngava 15’ê Tebaxê ya duyemîn hate pêşxistin. Biryara wê hat dayîn. Tesfiyegeriyê dîsa astengî derxist û pirsgirêk derxist, lê ev hemû bi têkoşîna Rêber Apo û hevalên wî yên xetê ji holê hatin rakirin. Bi vî rengî, Pêngava 1’ê Hezîranê weke dewama Pêngava 15’ê Tebaxê pêşket. Hevrê Erdal, Adil, Nûda, Rojîn Gewda, Reşît Serdar, Mehmet Goyî û bi sedan hevrêyên din tevlê vê pêngavê bûn û berxwedaneke mezin kirin. Esas tevgera me bi vî rengî ket pêvajoya mezinbûnê. Rast e, komplo bi temamî têk neçû, lê hat pûçkirin, tevger jî her ku çû mezin û berfireh bû. Em dikarin bibêjin ku; di dawiya sala 2012’an de artêşa Tirk hat wê astê ku êdî nikare şer bike. Ji ber ku êdî gelek cih ketin bin kontrola gerîla. Wê demê dijmin di destpêka sala 2013’an de agirbest qebûl kir.
LI PIŞT ARTÊŞA TIRK PIŞTGIRIYA NATO Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ HEBÛ
Protokol du caran hate çêkirin. Hem di pêvajoya ku di sala 2013’an de destpê kir û di 28’ê Sibata 2015’an de bi protokolê bi dawî bû û hem jî li ser esasê nîqaşên beriya wê yên li Osloyê, aliyan li hev kirin û protokolek pêş xistin. Dewleta Tirk ev protokol red kir. Heyeta me û heyeta pê re 2-3 sal nîqaş dikirin, ji bo çareseriyê digihîştin encamekê, lê dewlet û hikûmetê red dikirin. Ji ber ku niyeta dewlet û hikûmetê ya çareseriyê tune bû. Pêvajoya agirbestê ji bo taktîkên şerê taybet bi kar dianî. Di sala 2013’an de erê agirbestê qebûl kirin, lê dewleta Tirk bi alîkariya NATO’yê ev agirbest hilweşand. Ji ber ku NATO’yê ne ji aliyê leşkerî û ne jî di aliyê siyasî de nexwest artêşa Tirk ku artêşa duyemîn a NATO’yê ye, ji aliyê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ve têk biçe. Lê wan jî dît ku nikare şer bike. Ji ber vê yekê wan teknolojiya serdemê dan wan. Niha hinek ji rejîmê vê yekê mikur tên. Berê ji ÎHA û SÎHA’yan re ango balafirên keşfê re timî digotin yên navxweyî û neteweyî ne. Hemû derew bûn, li Tirkiyeyê tenê montaj dikin. Gladîoya NATO’yê ji 7-8 welatan ji her yekî beşeke hestiyar ji wan re saz dike û tîne û ew li Tirkiyeyê montaj dikin. Wan ev çek çêkirin û dan wan da ku di şer de serwerî derbasî artêşa Tirk bibe. Yek, eva kirin. Ev piştgirîya ji derve bû. Piştgiriya siyasî ya NATO û hêzên navneteweyî jî hebû. Her wiha bi çeteyan re artêşeke taybet ava kirin. Artêşeke kirêt çêkirine ku hûn çiqas bikujin jî raya giştî pê nizane, ji ber ku îmzeyê ji wan digirin ku neyên eşkerekirin, mûçeyên wan ji bo mirina wan zêde kirine û bi vî awayî qeyd dikin. Bi çeteyan re artêşeke wiha ya taybet ava kirin. Wana artêşa normal ji derve hiştin.
Gelê me di sala 2013’an de dît ku ewan kalekol ava dikin, çeperan çêdikin û yên heyî xurttir dikin. Wê demê gelê me li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, li Amedê çalakî hatin lidarxistin, heta şehadet jî çêbûn. Serhildan li hemberî wan kalekolan pêş ketin. Dijmin xwe ji şer re amade dikir. Piştgiriya teknîkî û siyasî wergirt û artêşeke taybet ava kir. Di pêvajoya agirbestê de ‘Plana Çokdanînê’ plan kirin, yanî ji bo ku çokan bi me bidin danîn. Derket holê ku wan ev plan di 30’ê Cotmeha 2014’an de çêkirine. Yanî niyeta wan xerab e, xayîn in, nemerd in. Her tim ev yek anîne serê Kurdan. Ya baş ew e ku gelê Kurd xwedî serok, Rêber Apo heye, lewma naxapin. Hem pêvajo dimeşiya û hem jî hate gotin ku divê em her tim hişyar bin. Tevgera me jî xwedî hin tedbîran bû, lewma em têk neçûn. Wekî din armanca wan ya sereke ew bû ku me bin bixin, weke Tamîlan li me bikin. Çawa ku Tamîlî li Srî Lankayê têk çûn, xwestin me tasfiye bikin. Wek tê zanîn li Osloyê bi wan re jî diyalog dihat kirin û dema ku hinekî sist bûn, çûn ser wan û hemû tasfiye kirin.
Lê me xwe sist nekir, tecrubeyên me hebûn, hişyariyên Rêber Apo hebûn. Li hemberî ‘Plana Çokdanînê’ ya wan beriya her tiştî berxwedana bajar û berxwedana xweseriya demokratîk pêş ket. Dewleta Tirk niha jê re dibêje serhildan, xendek û hwd. Ne wisa bû. Ew ne serhildanek bû. Ji bo pêşxistina çareseriya xweseriyê zext li dewletê kirin bû. Ji ber vê yekê li taxan xweserî hat ragihandin. Bi rastî ew hewldaneke bi dilnizmî bû. Lê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ev yek weke serhildan nirxand û helwesteke gelekî tund nîşan da. Heger weke ku dibêjin bûya, me wê hemû hêza xwe derbasî bajaran bikira û dest bi serhildanê bikira. Lê ew ne serhildanek bû. Daxuyaniya xweseriya herêmê ya ku ji aliyê zêdetir ciwanan ve dihat birêvebirin bû. Xweseriya tax û bajaran bû. Çek ne li pêş bû, aliyê wê yê civakî li pêş bû. Lê wek tê zanîn dijmin bi çekan çû ser wan û li hemberî vê berxwedanek mezin pêş ket. Di pêşengiya rêheval Çiyager, Xebatkar û Zeryan de berxwedanên mezin hatin lidarxistin. Ji dijmin re hat nîşandan ku nikarin çokan bi me bidin danîn. Mehmet Tûnç bi awayekî vekirî ev tişt anî ziman û got, ‘Em li Cizîrê serî natewînin, bila şûngirên me serê xwe bilind bikin’. Serhildanên wê demê, berxwedanên ku hatin pêşandan bi rastî mîrasek afirand. Bi vî awayî ew plan pûç bûn.
Dewleta Tirk di sala 2016’an de xwe gihande konsepteke nû. Hin beşan hewl dan darbeyê bikin, lê di rastiyê de AKP-MHP’ê darbe kir. Derba xwe temam kirin. Li ser bingehê senteza Tirk-Îslamê, bi zîhniyeta Îttîhad û Terakkî, bi gotina “Tirkiye wê biçûk bibe, divê em pêşî li vê bigirin, Tirkiye biçûk nebe, mezin bibe, em Mîsakî Mîllî dagir bikin, ne tenê li hundir, li derveyî sînor jî şerê PKK’ê bikin” ve gihiştin konsepteke nû. Bê guman ev konsept ji bo gelê Kurd xeteriyeke mezin bû. Ji ber ku li ser esasê siyaseta qirkirinê bû. Lê ev jî ji bo gelê Ereb, gelê Asûrî-Suryan û hemû gelên herêmê bû metirsî. Ji ber ku di çarçoveya vê konseptê de dixwaze hemû Sûriye û Iraqê bixe bin rika xwe. Ev îdîa hê jî derbasdar e. Li hemberî vê me berxwedan pêş xist, şeş sal derbas bûn, lê dîsa jî dest ji vê bernadin. Em ê kêmek din behsa wê bikin.
SALA 2016’AN BÛ SALA FEDAYIYAN
Em dikarin bibêjin ku sala 2016’an a ku li hemberî vê pêş ket, di dîroka me ya têkoşînê de bû sala fedayiyan. Di vê salê de 27 çalakiyên fedayî yên serkeftî çêbûn. Ji xeynî vê jî gelek derketinên fedayî çêbûn, berxwedan û şerekî girîng pêş ket. Lê dijmin îtîfaqên xwe yên hundir û derve jî temam kiribû. Ji bo ku xewnên Osmaniyên nû pêk bînin, di vê projeyê de çi çeteyên DAÎŞ an El-Nusra yên li ser xeta El Qaîdeyê, her wiha Birayên Misilman û xeta hevkar û noker a nava Kurdan kirin stûn. Giranî dan ser Kurdên hevkar ên li Başûre Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê. Piştî wê giranî dan hêzên derve. Bi gef û şantajê hin dewletên biyanî anîn rewşekê ku piştgirî bidin wan. Bi kurtî; bi vî awayî ji xwe re konsepteke nû hilbijart û dest bi êrîşan kir. Êrîşî Cerablûs, Etrûş, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Çarçêla Bakur û piştre jî li Kato Jîrkayê kir.
Tiştekî din jî heye; Dewleta Tirk hem di serdema Osmanî û hem jî di serdema komarê de, ango niha, ji bo têkbirina tevgerên Kurdan, pozîsyona jeostratejîk a Tirkiyeyê bi kar anî. Bikaranîna hevsengiyên navneteweyî yên di navbera hêzên hegemonîk de lîst. Hê zêdetir Rûsya û Ewropa, di navbera hêzên rojavayî de dileyizin, ji nakokiyên wan sûd werdigirin, carna xwe da wî alî yan jî aliyê din û hewl dide ji her du aliyan jî alîkariyê werbigirin û di vê çarçoveyê de hewl didin tevgerên Kurdan tasfiye bikin. Bi rastî jî wî gelek caran ev yek ser xistiye jî. Di serdema Osmaniyan de bi vê rêbazê Mîr Mihemed Rewanduzî, Bedirxan Beg û hemû tevgerên piştî wan jî têk biriye. Niha jî heman tiştî dike. Yanî bi firotina Tirkiyeyê re dibêje ji bo ku ku Kurdan têk bibim divê alîkariya min bikin û ji yê din re jî heman tiştî dibêje. Niha em dibînin ku ji aliyekê ve hem ji NATO’yê re dibêje alîkarîya min bike, ger tu bi min re di dijbertiya Kurd de cih bigirî, ez şertên te qebûl dikim, ji aliyê din ve jî diçe Rûsyayê û heman tiştî dibêje. Ev dewlet 200 sal in li ser esasê dijminatiya Kurdan siyaseteke wiha gemar dimeşîne. Niha jî li hemberî me heman polîtîkayê didomîne.
Rewşa dinyayê jî heye. Em niha di şer de ne. Ne hewce ye ku em bikevin nav gelek nirxandin û şîroveyên berfireh. Lê rewşa cîhanê me ji nêz ve eleqedar dike. Ji ber ku bi qasê ku Pirsgirêka Kurd herêmî ye pirsgirêkeke navneteweyî jî. Ma ne ev pirsgirêke bû ku li Lozanê kirin pirsgirêk? Înkar li Lozanê pêş ket û Kurdistan bû 4 parçe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dîsa ev dewlet bi xwe spartina li dewletên navneteweyî li dijî gelê Kurd derdikevin. Watedariya vê pirsgirêkê, di vir de ye ku ne herêmî, lê navneteweyî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e rewşên navneteweyî bi baldarî bên şopandin û naskirin. Rêber Apo her tim girîngî daye vê yekê û li ser vê esasê siyaset kiriye. Em dixwazin li vir bi kurtî behs bikin.
Rewşa cîhanê bi hilweşîna Sosyalîzma Reel ket qonaxeke nû. Hêzên modernîteya kapîtalîst ev yek ji bo xwe weke serketin îlan kirin. Gotin êdî ew ê cîhaneke nû ava bikin. Jixwe navê wê kirine Sîstema Cîhanê ya Nû, û gelek navên din lê kirine. Wan digot ku ewê cîhanek yekcemserî di bin serokatiya DYE’yê de ava bikin. Em bi kurtî biaxivin; ji wê demê 30 sal derbas bûn, esas heta sala 2010’an berdewam kir. Ji sala 1989’an heta 2010’an berdewam kir, ew serdemek navber bû. Di vê heyama navberê de mudaxeleyî Iraq, Efganistan û gelek deverên din kirin. Lê bi ser neketin. Rêber Apo dibêje; di kapîtalîzmê de, yanî di modernîteya kapîtalîst de, kaos parçeyekî jiyanê ye. Ew her dem pergalek kaotîk e, di nav krîzek domdar de ye. Tevî ku bi tenê bû û di nava şert û mercên ku digot li cîhanê serdest e jî nekarî ji krîzê derkeve. Kapîtalîzm her ku dikeve krîzekê, hewl dide ku bi şer van qeyranan sivik bike an jî derbas bike. Şer derdixin. Jixwe wan şerê cîhanê wiha derxistin. Hewl didin bi derxistina şerên herêmî re nefesê bistîne û krîzên xwe sivik bike. Ji ber vê jî mudaxele kirin, şer derxistin, lê krîza wan roj bi roj kûrtir bû.
Herî dawî di sala 2011’an de serhildanên gelê Ereb pêş ket û pêvajoya şer dest pê kir. Bi rastî jî Şerê Cîhanê yê 3’emîn dest pê kir. Serdema ku ji salên 1990’î destpê dike heta sala 2011’an destpêka Şerê Cîhanê yê 3’emîn bû. Şerekî cîhanê heye ku belav demê hatiye kirin û bi awayekî nû tê meşandin. Niha pergala modernîteya kapîtalîst di serdema xwe ya herî bi krîz de ye. Weke ku tê zanîn berê şer tenê li herêma Rojhilata Navîn bû, lê nakokî piralî bûn. Piştre şer derbasî Ukraynayê bû. Niha şerê Ukraynayê bi rastî şerê NATO û Rûsyayê ye. Hesabên destpêkê yên Rûsyayê li ser Ukraynayê şaş bûn. Zêde ne hewce ye ku mirov şîrove bike, wî wisa texmîn dikir ku wê gel û artêşa wê derê li berxwe nedin. Leşkerên wî jî zêde bi ser neketin. Lewma Rûsya neçar ma ku stratejiya xwe biguhere. Niha jî bi guhertina stratejiya xwe gav bi gav ji eniyê ve bi pêş ve çû û wisa xwe kom kir. Ew belkî li ser rastiya xwe dimîne.
Bi şerê Ukraynayê re gelek tişt derketin holê. Ji biryarên ku di civîna NATO ya li Madrîdê de hatin girtin, diyar bû ku gihiştine biryareke nû. Niha bi awayekî vekirî xwe ji şer re amade dikin, Rûsya û Çîn dikin hedef. Li dinyayê hin tiştên nû bi eşkereyî destpê kirin. Ya rastî ev demeke dirêj e di rojevê de ye. Niha her kes xwe ji şer re amade dike. Çîn xwarinê kom dike. Di heman demê de xwe bi berhevkirin û depokirina xwarinên ku têra bi salan bike amade dike. Xwe ji şerê li ser rûyê erdê re amade dikin. Lê niha diçin fezayê û li wir jî xwe ji şer re amade dikin. Bi texmîna min Çînê dît ku aliyên din li wir xwe ji şer re amade dikin, ew jî çûn. Bi vî awayî cîhana kapîtalîst ket qonaxeke nû. Eve çiye? Beriya her tiştî di şer de dîjîtalîzm pêş dikeve. Cîhan êdî vediguhere cîhanek dîjîtal, teknolojî serwertir e. Ji aliyê siyasî ve gelek hêz derketin holê. Partiyan xwe eşkere kirin. Krîzên di navbera partiyan de jî derketin holê. Berê jê re digotin şerê sar, lê niha pir zêde ye. Niha her kes bi awayekî eşkere amadekariyên xwe li hember hev dike. Di navbera hêzên hegemonîk û kapîtalîstên cîhanê de têkoşîneke aborî, siyasî û leşkerî heye.
Ger em Japonan nehesibînin, di bingeh de em dikarin wê wekî sermayeya rojhilat û rojava pênase bikin. Ev çend sal in ku em wê bi vî rengî rave dikin. Dibe ku aliyên wekî Çîn, Hîndistan û Rûsya di nava xwe de tam nebûne yek. Lê tê gotin. Li Rojhilata Navîn hewl didin li dijî Îranê yekîtiyekê çêbikin, li Okyanûsa Pasîfîk li dijî Çînê hewl didin ku yekîtiyekê çêbikin, li wir hin pirsgirêkan çêdikin, mijarên weke Taywanê û hwd dixin rojevê. Li vir li Ewropaya Rojhilat Rûsya heye, NATO heye. Li wir jî Sirbistan û Kosova tim germ dibin. Yanî li gelek cihan qadên nakok derdikevin holê. Ev nakokî li Ewropaya Rojhilat, Rojhilata Navîn û Okyanûsa Pasîfîk her tim kûr dibin. Yanî dinya ketiye serdemeke wisa germ, nakokî kûr dibin, tundî derdikeve pêş, hêz xwe ji vê re amade dikin.
Swêd û Fînlandiya ji nişka ve xwe avêtibûn hembêza NATO’yê, mîna ku nû pê hesiyabin. Hemû prensîbên xwe dan aliyekî û hewl dan bi lez û bez bikevin NATO’yê. Tirkiyê jî ev kart baş bi kar anî.
Ma dibe ku Tirkiye qet ji vê yekê bêpar bimîne? Li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heta hewl dide ji teyrê ku li hewa difire sûd werbigire. Lewre yekser got, ‘Ez vê qebûl nakim’. Ji ber ku rêgezek NATO heye, endamên kevin neçar in ku endamek nû erê bikin. Tayyîp Erdogan û rejîma AKP-MHP’ê ev yek weke kartek bi kar anîn. Wan jî peymanek îmze kir. Lê di naveroka wê de tiştekî pir nû nîne. Ev hêz ev demeke dirêj e alîkariyê didin xeta Lozanê. Di esasê xwe de xwestin Şoreşa Rojava têxin lîsteya terorê. Em dikarin bibêjin ku bi tevahî negihîştin armancên xwe. Bê guman, wan tiştek bi dest xist. Lê belê rejîma AKP-MHP’ê li cîhanê gelekî hatiye teşhîrkirin û di rewşeke teng de ye. Di şerê di navbera NATO û Rûsyayê de li Ûkraynayê, di navbera rojhilat û rojava de hin nakokî derketin û derfet ji wan re hatin vekirin. Bi saya vê jî hewl dan xwe ferz bikin û wan bikin navbeynkar. Sextekariyê dikin, di esasê xwe de piştgiriya Ukraynayê dikin, lê dibêjin ‘em polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin’ û Rûsyayê îdare dikin. Hewcedariya Rûsyayê jî bi wan heye. Rejîma AKP-MHP’ê bi vî rengî hewl da ji vê pêvajoyê sûd werbigire. Kurtasî; Dinya ber bi pêvajoyek wisa alîgir, bi cemserî û krîzê ve diçe. Em dikarin bibêjin ku cîhana kapîtalîst xwe ji nû ve dîzayn dike. Li herêma Rojhilata Navîn dîzayneke nû her tim di rojevê de ye.
DEWLETA TIKR DIXWAZE HEMÛ RÊXISTINÊN KURDAN TASFIYE BIKE
Bi rastî jî Rêber Apo ev hemû ji berê de dît. Ji ber vê yekê jî di sala 2013’an de hewl da bi Tirkiyeyê re çareserî û tifaqê pêk bîne. Armanca wî ew bû ku gelê Kurd li Kurdistanê bi stratejiyek hevbeş derkeve ser dika dîrokê û yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne. Çend kongreyên yekîtiya neteweyî ku li Hewlêrê hatin lidarxistin, li ser esasê pêşniyarên Rêbertî bûm. Ew hewldanên rêxistina me bûn. Lê piştre destwerdan pêş ket, hinek hêzan PDK hişyar kirin. Pêvajo girantir kirin û rawestandin. Bi rastî, tu kesî aşkera nekir bê ka çima rawestandin. Tenê navenda hevdîtinan li Hewlêrê bû, PDK’ê jî xwe nêzî vê yekê nekir, hevdîtinên nû pêk nehat û rawestiya. Lê me dizanibû ku xeterî hene. Di serdemeke wiha de ji bo ku Kurd û Kurdistan di dîzaynkirina nû de cihê xwe bigire, divê gelê Kurd li ser esasê stratejiyek hevpar tevbigerin. Ev pêwîst bû. Lê bi taybetî dema ku çeteyên DAÎŞ’ê derketin holê, hem li herêmê hem jî li cîhanê xeteriyeke pir ciddî derket holê. Tevgera me li hemberî vê yekê li ser bingeha banga Rêber Apo helwesteke pir bi bandor nîşan da. Destwerdana li Şengal û Kobanê ne ewqas asayî bû. Her kes ji destê DAÎŞ’ê direviya, dewlet jî direviyan. Lê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya hevrê Dilşêr Herekol, Memo Mêrdîn, Egîd Civyan û Zekî Şengalî mudaxele kir. Destwerdanek dîrokî bû. Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de derketin pêş. Li Başûr û Rojava şer hebû, Kurd derketin pêş û derfet hatin afirandin. Lê hewldanên yekîtiya neteweyî hatin pûçkirin. Me dît ku hinek xeterî hene. Di salên 2015 û 2016’an de me bi partiyan re bi taybet PDK’ê re gotûbêj kir û me got ku eger em bi awayekî fermî nekarin yekîtiya netewî pêş bixin, bila em bi hev re tevbigerin û bi dijminan re nebin yek. Ji bo vê nîqaş hatin pêşxistin. Lê di encama van hemûyan de derket holê ku PDK’ê biryara xwe ne ji bo yekîtiya neteweyî daye, berovajî biryar daye ku li gel Tirkiyeyê bisekine û bi wan re tevbigere. Tê texmînkirin ku dema dît dewleta Tirk wê êrîşî her kesî bike, xwe daye aliyê wan. Bê guman ev biryarek pir berovajî ji bo berjewendiyên gelê Kurd bû. Lê di vê serdemê de diviyabû gelê Kurd li ser bingehê stratejiyek hevpar tevbigeriya. Eger wisa tevgeriyaba niha rewşa Kurdan cuda bû. Lê bi vî rengî tevgerîna wan, perçebûn ne baş bû.
Beşek ji Kurdan niha li cem dewleta Tirk in. Lê divê welatparêziya Kurd, hemû siyasetmedar û hêzên welatparêz qebûl nekin. Dîsa jî eger hinek alî alîgirê yekîtiya netewî nebin jî, divê yên welatparêz yekîtiya netewî ava bikin. Ev karekî pir girîng û pîroz e ku li pêşberî me hemûyan e. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Em dixwazin her kes bê û beşdar bibe. Lê aliyek eşkere bi dijmin re hevkariyê dike, wiha tevdigere. Ji ber vê yekê divê em vê rewşê qebûl nebin, bêyî ku yekîtiya netewî ji rojevê derxin divê pêş bixin û ji bo parastina hebûna gelê Kurd û neteweya Kurd ku li van xakan azad bijîn di vê serdema dîrokî de pêwîste hewldanên zêdetir û xurt bikin.
Dewleta Tirk di serî de dixwaze me tasfiye bike û piştre jî hemûyan bixe rêzê. Dixwaze PDK jî di nav de hemûyan tasfiye bike. Paşeroja dewleta Tirk a di serhildanên berê de bi heman serpêhatiyan tijî ye. Di dema Terteleya Dêrsimê de jî aliyên bi dewletê re jî tasfiye kirin. Di serhildana Şêx Seîd û serhildana Agirî de jî her wisa bû. Dewleta Tirk naxwaze Kurdê hevkar jî bimîne. Ji ber vê yekê dibêje ‘yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al’. Ji ber vê yekê ew qas tektekiyê dike. Me xwest em vê yekê bidin fêmkirin, lê aliyên ku aqil jê nagirin û fêm nakin hene. Dewleta Tirk niha şerê me dike û dibêje ‘PKK hedef e’. Rast e, hedefa yekem em in. Lê piştre hemû berjewendî û destketiyên gelê Kurd hedef e. Di heman demê de hedef hemû gelên herêmê, gelê Ereb, gelê Asûrî-Suryanî ne. Hemû demokrat hedef in. Hemû hêzên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê dibin hedef. Dixwaze her kesî bêdeng bike û tasfiye bike û bi vî awayî li ser esasê zihniyeta Tûranîzmê li ser xeta Îttîhad û Terakkî rejîmeke faşîst ava bike û bibe serdest.
BERXWEDANA RÊBERTÎ DIDOME
Şer bi giranî di siyaseta li ser Îmraliyê tê meşandin de hat dîtin. Êşkenceya psîkolojîk û tecrîda li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê bi awayekî hovane tê meşandin, esasê polîtîkaya dewleta Tirk îfade dike. Vê yekê ji wir pêl bi pêl li hemû Tirkiye û Kurdistanê belav dikin. Herî dawî di encama berxwedana hevalan, berxwedana greva birçîbûnê ya 200 rojan a bi pêşengiya Leyla Guven û di encama şehadetên ku çêbûn de çend caran parêzer û malbatê karîn bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Paşê carekê malbatê telefonek kurt kir. Lê ji wê demê heta niha 17 meh in tu kesî behsa Rêbertiyê nekiriye. Tayyîp Erdogan behsa vê yekê dike, dibêje ‘Îmralî wê li dijî Selahattin Demîrtaş helwestê nîşan bide’. Wisa diaxive. Rojnamevanên AKP’yî car caran behsa vê yekê dikin û dibêjin, wê deriyê Îmraliyê vebe, wê malbata wî biçin hevdîtinê. Dîsa li ser esasê şerê taybet ê psîkolojîk bi kar tînin. Ji bo hêviyê biafirînin, bibin sedema rehetbûn û rehavetê tiştên wiha dixin rojevê. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de bi Rêbertiyê re di nava têkiliyê de ne, lê ji bo zêdetir zextê li Rêbertiyê bikin û vîna xwe li ser Rêbertiyê ferz bikin vê dikin. Rêbertî jî vê qebûl nake, lewma tecrîdê ranakin, tecrîd bi hemû tundiya xwe didome. Rêbertî û hevalên wî li ber xwe didin. Ya eşkere dibe ev e. Bê guman îro hemû hevalên di zindanê de di bin zexteke mezin de ne û li ber xwe didin. Siyaseta Kurd, çepên sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê îro li ber xwe didin. Ji ber ku ew jî di bin zextê de ne. Zextên li ser gelê me mezin in. Pêleke êrîşan a pir berfireh û faşîzan îro jî didome. Ev heft sal in didome.
Weke ku tê zanîn hêza sereke ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo, Hêzên Parastina Kurdistanê ye. Hêzên Parastina Kurdistanê jî HPG ye. Dijmin ji ber ku bi vê dizane dixwaze tasfiye bike. Dijmin hesab dike ku ger gerîla tasfiye bike, wê yên din jî tasfiye bike. Ji ber vê yekê bi taybetî di van salên dawî de zêdetir giraniya xwe daye ser tasfiyekirina gerîla. Pêvajoya şerê nû zêdetir li ser bingehê îstîxbaratê ye. Pêşxistina teknolojiyê bi rastî îmkanên bidestxistina îstîxbaratê zêde kiriye. Helbet fuzeyên ku li ser hedefê kilît dikin û li ser esasê lazeran bi hedefê re dibe yek hatin çêkirin û dan dewleta Tirk. Ji ber vê yekê gerîlayê ku li dijî vê artêşê şer dike, divê bibe gerîlayê serdemê. Ji ber vê yekê divê gerîlayekî tam profesyonel û modern be. Divê ew karibe hemû teknîka serdemê pûç bike. Ji xeynî vê, li hemberî artêşekî ku artêşeke NATO ye û ji hemû NATO’yê piştgiriyê werdigire, bidestxistina serketinê wisa bi hêsanî çênabe. Berî her tiştî, divê hûn îstîxbarata dijmin têk bibin. Divê bi vî rengî tevbigerin. Piştre divê hûn hêza wê ya hewayê pûç bikin. Ji ber ku bi hêza hewayî hewl dide xwe serdest bike. Jixwe du tişt di destê wî de hene; îstîxbarat û hêza hewayî. Her wiha şerê psîkolojîk pêş dixe. Bi vî awayî ew hewl dide ku encam bigire.
GERÎLA PÊŞENG E
Îradeya şer a artêşa nû ya ku dewleta Tirk bi pereyan afirandiye ne ewqas xurt e û nikare li hemberî hevalên me şer bike. Lê bele dixwazin bi teknîk û îstîxbaratê encam bigirin. Ma bêyî balafir dikare bikeve Herêmên Parastinê yên Medyayê? Ew qet nikare bikeve hundur! Ev hêz bi xwe şer nake, bi teknîka ku hêzên derve radestî wan kiriye îstîxbaratê kom dike û bi vê teknîkê li hedefan dixe. Wiha hewl dide ku şer bike. Wan niha tiştên din xistine dewrê. Ew kûçik, Kurdên hevkar, sîxûrên ku îstîxbaratê ji wan re kom dike dixe nava tevgerê. Dixwaze bi pêşxistina sîxûran encamê bigire.Niha hemû hewldanên wan li ser vê bingehê ne. Bi rastî em dikarin bibêjin ku şerekî taybet û psîkolojîk e. Ne şerekî normal e. Gerîla îro li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê nûbûnek dijî. Em jê re dibêjin gerîlayê serdemê, em jê re dibêjin gerîlaya pêvajoya nû. Gerîlayekî ku di hunera şer de kûr bûye, di branşê de pispor bûye, taktîkên dewlemend wergirtiye, li ser esasê vedizînê tevdigere, li ser bingeha bîrdozî xwedî baweriyeke pêşketî ye, dikare li dijî şerê psîkolojîk û her cure yên şeran, şer bike. Yê ku di hemû mijarên weke şerê bîrdozî, şerê rêxistinî, şerê leşkerî de dikare pêşengiyê bike ew e. Ev yek heta astek pêş ket.
Di destpêka sala 2020’an de, şerê tîmê li Heftenînê pêş ket. Di sala 2021’an de li Garê dewam kir, piştî berxwedana ku li Avaşîn, Zap û Metîna pêş ket planên dewleta Tirk ên sala 2021’an têk bir. Ev rastiyeke ku êdî bûye dîrok. Bi rastî jî berxwedana ku bi pêşengiya Şoreş Beytûşşebap, Cumalî, Çavrê, Botan, Serhat, Rêber, Hêjar pêş ket, di sala 2021’an de dijmin têk bir. Ew xitimand.
Dewleta Tirk ev erk daye desthilatdariya AKP-MHP’ê. Difikirin ku ger desthilatdariya AKP-MHP’ê bigihêje vê konseptê wê desthilatdarî û rejîma wan a faşîst bidome. Lê eger bi ser nekevin wê sîstem têk biçe û ew jî bi ser nakevin. Bi îhtimaleke mezin ew ê bên girtin. Lewma ji ber ku gelek sûc kirine dê bên darizandin. Ji ber vê yekê ev hikûmet neçar e ku bi ser bikeve, ji bo xwe vê meselê jiyanî dibîne. Ew weke pirsgirêka hebûn-nebûnê dibîne. Ji bo me jî ev pêvajo, pêvajoya hebûn-nebûnê ye. Ji ber ku dixwazin bi tunebûna me hebûna xwe ava bikin. Ew jî baş dizanin ku ger nikaribin me tine bikin wê ew tine bibin. Şer niha ji bo her du aliyan di xaleke hesas û jiyanî de ye. Di sala 2022’an de rejîma AKP-MHP’ê hemû îmkanên dewleta Tirk xistin dewrê. Yanî pozîsyona xwe ya jeostratejîk bi kar anî, bazariyê dike, va ye çawa xwe pêşkêşî NATO’yê dike hat dîtin, ji bo ku bi Rûsyayê re bazariyê bike diçe Tehranê û vedigere. Ew bi her awayî hewl dide.
ARTÊŞA TIRK WINDAHIYÊN MEZIN DIDIN
Hevrêyên me fedekariyeke mezin dikin. Ne tenê şehîdên me. Hevrêyên me yên ku ev 4 meh in li ber xwe didin, dîrokê dinivîsînin. Ne hewce ye ku em zêde pesnê xwe bidin. Lê berxwedana ku niha pêk tê, berxwedanek e ku di dîrokê de mînakên wê pir kêm in. Ev rewşek nû ye. Beriya her tiştî di hunera şer û di dîroka şer de rûpelek nû tê nivîsandin. Ji ber vê yekê, hêzek pispor çawa dikare bi taktîk û rêbazên jîr, mezintirîn artêşê rawestîne, tevî bikaranîna çekên qedexe? Tevî ku piştgirya gelek hêzên navneteweyî li pişta wî heye, çawa tê rawestandin? Tevî ku komên hevkar û sîxûr hebin û piştgirî bidin dijmin, çawa dikarin vê bikin? Ev artêş tevî ku ev qas piştgirî girt jî çawa xitimî? Rastî ev e. Îro jî dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimî ye. Dijmin li Zap, Avaşîn û Metîna bi ser neket, şer hê jî didome. Em niha naxwazin serketinekê ragihînin, hê jî şer didome. Lê heta niha dijmin bi ser neketiye. Ev têkçûna dewleta Tirk e. Ewqas hêza wî heye. Her hefte hêza xwe nû dike û diguherîne. Bi berdewamî dimire. Dewleta Tirk di dîroka xwe de tu carî ewqas windahî li pey hev nedaye. Li Başûrê Kurdistanê tu carî ev qas windahî nedaye. Şer tu carî 4 meh bê navber dom nekir. Ev rewşek nû ye. Ev rêbazeke taktîkî ya nû ye. Tîmên pispor ên ku dikarin bi awayekî koordînekirî şer bikin, tîmên bi tevger û nîv-tevger û tîmên li ser bingeha şerê tunelan. Ji ber ku şerê tunelê jî bi tîman pêk tê û şerê bi parastina aktîf di dîroka şer de nû ye. Ev ji bo hemû mirovahiyê rêyeke nû ye.
AKP’ê û Erdogan-Bahçelî zarokên gelê Tirk tînin û li van çiyayan dikujin, heta niha gelek kes mirine, vê yekê qebûl nakin û binketinên xwe jî qebûl nakin. Ew jî nikarin îtîraf bikin. Li Garê li xwe mikur hatin, piştre poşman bûn. Li Garê jî gotin ‘Mixabin em bi ser neketin’. Lê niha êdî nikarin vê bibêjin. Lê dem û heqîqet wê van rastiyan, bi wan bide gotin. Çar meh derbas bûn û hîn jî ti encam bi dest nexistine. Ev çi ye? Pirsgirêk ew e ku; Yên ku di nava sîstemê de wek muxalîf disekinin jî piştgiriyê didin vî şerî. Loma jî têkçûna wan dernakeve holê. Ger ne wisa bûya, diviyabû hinek ji wan li meclîsê bihatana û bigotana, ‘Çima 4 meh in hûn nikarin Zapê bi dest bixin, çar mehan ligel ku hun mijûl dibin we girek bi dest nexistiye? ‘ Lê ew jî napirsin, ji ber ku hemî bi hev re ne. Li dijberî me peymanên netewî hene. Ji ber vê yekê têkçûna wan pir girîng e. Ger ev rejîm têk biçe, wê hemû faşîzm têk biçe. Wê bela li ser hemû gelan, gelên Ereb, Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî û Farisan rabe. Ji ber ku eger ev rejîm bibe serdest dê bibe belayê serê her kesî. Wê şer bike, şer wê pêş bikeve, bi her awayî wê qirkirinê li ser gelê Kurd bike. Ji ber vê yekê têkçûna wan pir girîng e. Berxwedana ku niha em didim meşandin, şerê hebûnê yê gelê Kurd e, şerê azadiyê ye, şerê demokrasiyê yê li herêmê ye, şerê azadiya hemû gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê pir bi wate ye.
Ji bo ku ev şer di vê astê de bê meşandin pêwîstî bi pêşengan heye. Ger pêşeng nebe, nabe. Îro gerîla pêşengiyê dike. Ger gerîlayê ku li ser esasê fikrên Rêber Apo, weke me berê jî got, li ser esasê ruhê 15’ê Tebaxê bûyîna Egîd û Zîlan û ruhê fedayî yê 14’ê Tîrmehê pêşengî nekirina, belkî ev rêbaz jî wiha pêş neketa. Yanî her hêza ku ev hêz di nava xwe de afirandiye, komunalîzm û hevrêtiyê bi vî ruhî û hevgirtinê pêşxistibe, dikare şerekî wiha pêş bixe.
Aliyê din ê herî girîng çi ye? Di vî şerî de di xeta hevrê Sara (Sakîne Cansiz) de û di şopa Zîlan û Delal Amed de jinên Kurd di şexsê Mizgîn, Şevîn, Nalîn, Berfîn, Armanc, Avînar û gelek hevrêyên din de vîna jinê bilind dikin. Ev nîşan dide ku di şer de çiqas hêza jin a serketinê heye. Xebata ku ji aliyê endamên YJA STAR’ê ve tê meşandin û berxwedana ku îro pêk tê, ji bo têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê derketiye holê. Ev hêz û îrade ye. Ya din jî ev e; Sînerjî çawa tê afirandin? Li ser esasê rihê hevrêtiyê dema ku hevgirtina jin û mêr a li ser esasê îdeolojiya Apoyî ber bi sînerjiyê ve diçe, bi awayekî zelal nîşan dide ku Egîdbûn çawa pêş dikeve. Ji ber vê yekê şerê ku niha tê meşandin bi rastî heta niha gelek nirx bi xwe re derxistiye holê û afirandiye. Em jî dibêjin; Ev nirxên hatine afirandin bingeha serketina mezin digire nava xwe. Yanî ger em li ser vê bingehê tevbigerin, ger em xwe di bin ronahiya dersên berxwedanê yên heta niha hatine meşandin de bi rêxistin bikin, serketina me teqez e. Helbet ez nikarim bibêjim ku niha me ev yek bi dest xistiye. Ev hêj jî berdewam e, destê me di bin kevir de ye. Bar giran e, ne hêsan e û em vê yekê dizanin. Niha hevrêyên ku li qadê şer dikin dizanin, ne ewqas hêsan e. Dibe ku gotin hêsan be. Em bi gotinê nikarin berxwedana hevrêyên xwe tam rave bikin. Ez bawer nakim ku me heqê wê tam daye. Lê dîsa jî, anîna ziman jî tiştek e, di pratîkê de kirina wê tiştek din e. Ji ber vê yekê ew pir girîng e.
Heft sal derbas bûn. Şerê ku em li dijî dewleta Tirk a faşîst a mêtînger-qirker dimeşînin bê navber didome. Dixwazin di zûtirîn demê de me tasfiye bikin. Wekî ku hûn hemî jî dizanin, wan di Nîsana 2017’an de hedef danî. Jixwe dema Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kiribû wan, 72 saetan dem dabûn ku her tişt biqedînin. Dev ji wan berdin, ji ber ti caran negihiştine armancên xwe. Lê rastiya PKK’ê, Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, rastiya gelê Kurd îrade ye û diyar e. Dijmin êdî dixwaze sedsaliya Lozanê bi qirkirina Kurdan temam bike. Heta dixwaze serkeftina xwe ragihîne û vê peymanê hîn berfirehtir bike. Ji bo vê jî îsal, yanî 2022 û 2023’an pir girîng e. Pêvajoya li pêş me girîng e, ev serdem serdema guherînê ye.
Şerê îro tê meşandin di astek bilind de ye. Di çi wateyê de bilind e? Ji bo me bilind e, taktîkên me di şiklê xwe yê herî safî de ne. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de kûrbûnek girîng hat bidestxistin. Asta şerê heyî temsîla ruhê fedayî yê Zîlan, Egîd û 14’ê Tîrmehê dike. Bi rastî jî wisa ye. Ev jî lûtkeya bidestxistina encam û serketinê ye. Ji ber vê yekê ji bo me, ji bo hebûn û pêşeroja Rêberê me, gelê me û gelên herêmê girîng e ku di serdemeke wiha de vî şerî bimeşînin. Heta niha her kesî li ber xwe daye. Beriya her tiştî Rêber Apo li ber xwe dide û pêşengiyê dike, zindan li ber xwe dide, hêzên çep ên sosyalîst ên Tirkiyeyê li ber xwe didin, hemû gelê me li ber xwe dide, çapemeniya azad li ber xwe dide. Bi giştî em weke gel û bi hevrêyên xwe re di nava berxwedanê de ne. Berxwedana gelê Ereb, gelê Asûrî-Suryanî, gelê Kurd û gelê Tirk li dijî qirkirin û dagirkeriyê dibe yek. Ev şer şerê demokrasî û azadiyê ye. Şerekî pîroz e.
Di 24’ê Tîrmehê de, heft salên vî şerî bi dawî bûn. Dijmin bi ser neket. Rast e, me berdêl da, dibe ku dijmin jî hin cihan dagir kiribe. Lê dijmin nekarî bigihêje armanca xwe, nekarî bi ser bikeve û sîstema dijmin li ber hilweşînê ve hat. Ji ber vê cara dawî şansê xwe diceribîne ku têk neçe û dixwaze bi ser bikeve. Lê em dizanin ku ger em di vê rêbazê de kûr bibin, em ê bi ser bikevin. Lê divê were zanîn ku me vê tecrûbê bi hêsanî bi dest nexist. Me berdêl da. Me bi hezaran şehîd dan. Ji berxwedana bajêr heta berxwedana çiya û bi giştî me berdêl da. Pêşengên vê pêvajoyê Atakan Mahîr, Çetîn Siverek, Zîn Cîzre, Yilmaz Dêrsim, Çîçek Botan, Dogan Zinar, Azad Sîser, Çekdar Amed, Berçem Cîlo, Alî Pilling, Nûman Batman, Gulnaz Ege, Delal Amed, Egîd Civyan, Diljîn Marya, Şervan Êrkendî, Rizgar Gever, Vedat Amed, Dilşêr Herekol, Bedrettîn Amanos, Welat Herinkî, Zerdeşt Navdar, Baharîn, Îsa Serhat, Şevîn Bîngol, Çavreş Serhat, Hewram Avyer, Cuma Mêrdîn, Medya Mawa, Bager Garzan, Egîd Garzan, Şervan Varto, Hakî Amed, Têkoşer Şemzînan, Armanc Goşkar, Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî, Bargiran Êrkendî, Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Şoreş Beytûşşebap, Botan, Serhat, Rêber, Hêjar û bi hezaran hevrêyên me yên fedaî di van heft salan de şehîd bûne. Em hemû şehîdên xwe yên leheng di şexsê van hevrêyên ku me careke din navê wan anî ziman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê tola wan li erdê nehêlin, em ê meşa wan a pîroz ber bi serkeftinê ve bibin. Soza me ya ji bo şehîdan ev e. Em deyndarê wan in.
Li ser vê bingehê em 38’emîn Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Em bi berpirsyarî û barên pir girîng vê salvegerê pêşwazî dikin. Ji ber ku em dizanin ku li pêşiya me erk hene. Ger em erkên xwe pêk neynin wê her tişt bikeve xeterê. Em weke hevrêyên van lehengan di pozisyona rexnedayînê de ne. Sekna me ya li hemberî Rêbertî û xeta şehîdan bi awayek rexnedayînê ye. Em deyndarê wan in û em dixwazin vî deynî bidin. Em dixwazin di vê dema dîrokî de bibin bersiv. Em hemû wiha ne. Biçûk û mezin her kes li ser vê rêyê ye û em deyndar in. Em dizanin ku berxwedana îro ya li Zap, Avaşîn û Metîna bûye bingehê serkeftinê. Ger em ji kêmasiyan dersê bigirin û azmûnê rast bi kar bînin, em dikarin li her derê li hemberî vî dijminî bi ser bikevin. Em 39’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi vî rengî pêşwazî dikin. Ango li ser bingehê bêtir ezmûn, bêtir bawerî, bêtir afirînerî, bêtir wêrek û bêtir îrade; Em ê meşa gelan a azadiyê, meşa azadiya Kurdistanê û meşa azadiya Rêber Apo bi ser bixin. Li ser vê bingehê 39’emîn salvegera 15’ê Tebaxê ji bo me wê bibe sala geşbûn û destkeftiyên mezintir û serketinên mezin. Em li ser vê bingehê di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de li ser navê hemû biryargehên xwe û tevahî rêveberiya xwe, em ji hemû hevalan re di sala 39’an a têkoşînê de serkeftinê dixwazin, hemû hevalan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û Cejna Vejînê careke din pîroz dikin.”