NAVENDA NÛÇEYAN –
Rojên ber bi 28’ê Adarê
Ez dixwezim di vir de rojên ku şêhid bûna Hevalê Egîd nêzik dikirin hinekî ser vekim. Ji ber kû ev bûyer di serî de ji bona Hevalên Koma Hevalê Egîd girîng û dîrokî ye.
Pişti çalakiyekî, 19 ê Adarê di sala 1986’an de Hevalê Egîd di hevpeyvînekê de got “ Emê Newroza sala 86 a bi xwinê pîroz bikin” . Emê kemînê deynin, wî evarî me bi dû koman kêmînek li darxist. Koma Hevalê Egîd û komeke jî Hevalê Harun. Berî ku em ji hev cuda bin Hevalê Egîd ji me re got “ Emê sibehî li seat 05.00 a de ji her dû alî dijmin lêxin” . Ez li Koma Hevalê Egîd de bûm. Me cîhê xwe girt. Hevalê Egîd ji bona koma me got “ Dema dijmin were emê yekî berdin bila biçe, yên din derbazbin vê çaxê em kevîran gêrkin û guleyan berdin, emê tola Hevalê Mezlum rakin” ji min re got “ Pişti vê çalakiyê emê biçin li karakola gundê we ( Karakola Kizilsu ) bidin” li vê de seat bû 5.30, roj hê derneketibû, ser hev, dengên guleyan hat. Hevalê Egîd “ Selim rabin xwe amadebikin, leşker zivirîn û nayên, emê lez bikin xwe bigehînin hevalan” . Em gihîştin hevalan, heval ji kêfê difiriyan. Ji ber ku çalakî pir serkeftî bû. Heval 5 leşker kuştibûn, 5-6 dane çekên weke Smirnov, G3, MP 5 anîbûn, derweyî wan çekan; gulle, parke, cante û radyoyeke Sony rakiribûn. Di çalakiya meha 12 ê ya sala 85’an de Hevalê Şexmus şehîd ketibû. Di wê şerê de subayê ku hevalê Şexmus şehîd xistibû fermandar radyoyeke Sony daye wî subayê. Ev radyoyê ku heval di vî çalakiyê de rakirin ev radyoya Sony bû ( ev bûyer gundî ji me re got ). Me xwe gihand hev, behneke sekinîn, helikopter dest bi danîna leşkeran kirin. Hevalê Egîd got “ Em lez bikin ji cihê çalakiyê em dûr bikevin” .
Ew roj, rojeke tav hebû. Behna behare dihate difna mirov, di gulên darên kevut, behif û hişinî vebûbûn. Di hinek cihên Gabarê de Kivark, guhreşk û tirşû derketibûn, lê hinek cîhan de jî ji berfê mirov nedikarî bimeşe. Em ketibûn tevgerê û dimeşiyan. Leşker jî ji aliyekî bi helikopterê ji aliyekî jî bi piya dihatin. Hema hema her der tev leşker bûn.
Sala 86, 27’ê Adarê seat şeşê evarî:
Hevalê Egîd banî me ( Ez, Celal û Yaşar ) kir û ji me re got “ Herin kifşê, ger leşker hebin hunê werîn nuqtê, ger nebîn demeke şûnde emê bên li cem we”. Em jî hatin me tû tişt nedît, behnêke din Hevalê Egîd wan hatin li cem me. Dema hatin Hevalê Egîd çekê M16 li mile wî ya rastê bû, radyo jî li deste çepê bû. Behna beharê dihat û roj diçû awa. Ji me re pirs kir çi heye. Me ji got me tiştek nedîtye. Em ketin newalê de, em nêzî 10 dekika meşiyan. Hevalê Harun got “beramberê me leşker hene”. Em ketibûn ber newalê beramberê me girek hebû, leşker jî tevî seyên xwe dimeşiyan. Hevalê Egîd got “ Her kes li cihê xwe de rûnîn”. Em hemû rûniştin, leşker derbazbûn çun roj jî çû awa. Li wê dere hisên min digo emê bikevine kemînê. Me meşa xwe domand, em li cîheke sekinîn me çay wexar. Seat 12ê nîvê şevê em ketin rê. Hîv hilal bû, erd berf û cemed bû, dengek ji tû kesî nedihat, Dinya sahî û bêdeng bû, Stêrkên Pêrû û Bist bilind bibûn, te digo qey dar li ser berfê dimeşin. Em gihiştin cîheke. Hevalê Faik, Ferhan, Bozan, Seid, Selim û Fadil, peşiya Hevalê Egîd bûn. Hevalê pêşi got “ dews hene, bila herkes li cihê xwe de bisekine” lê ji her hevalî dengek derket. Hevalê Egîd got “ bisekinin, bêdengbin, dengên me her diçi gund”. Em sekinîn. Di wê dengê vê ez xwe pê nehesiyam, ji nişka ve bomba, çekên LAW, G3 û MG3 karkirin, ser de jî kûçkê wan êrişê li ser me kir. Behna barutê weke mijê lê dihat, mi nefes nedistand, ji ber çewsê ( basınç ) min xwe li erdê dît. Demek şûnde Hevalê Brahîm û Bozan hatin li cem min. Em û dijmin davejine hev, her dû-sê heval li cîheke de ne û şer dikin. Şer nêzi nîv seat berdewam kir. Di nav dengên gulê û çekên din de Hevalê Egîd bi Tirkî “ Hepiniz geri çekilin” got. Êdî min ne dengê Hevalê Egîd bihîst, ne jî wê bi xwe dît. Em ji cîhê şer derketin, hevalê Metin birîndar bibû me anî. Lê belê di komê de Hevalê Egîd û Lezgîn nedixwuya. Em çûn nuqteya ku Hevalê Egîd ji me re gotibu “ Biçin kifşê”.
Bû sibehî seat 6ê helikopter pênc bi pênc leşkeran danîn. Em li cihê xwe sekinîn me sengerên xwe girt. Vê rojê evarî li seat 7 an de hevalê Harun û Hevalê Dr. Cehfer ( Serhat ) radyoya TRT 1 guhdar dikin. Radyo got “ APO’nun sağ kolu vuruldu” 28 ê
Adarê, sala 1986…
Çend gotin li ser Hevalê Egîd:
Hevalê Egîd cara despêkê min dît. Meha Tebaxêya sala 1985 li Perwarî- Çiyayê
Xelîla.
Koma me ji Girê Pîro hatibû li cem Hevalê Egîd wan. Di nav koma me de Ebubekir,
İsmail, Propagandacı Kemal, hevalê Erdal, Sert Zekî, Xilxile Kemal, Ahmed Rapo û Rojhat hebûn. Dema em weke koma xwe bi giştî çûn li cem Hevale Egîd. Li cem Hevalê Egîd, Karker, Selim Xoca ( Selahattin Çelik ), Hevalê Enver, Resûl û Rizgarê
Gûy hebûn.
Dema em hatin li cem Hevalê Egîd, hal ji me ve nemabû ji ber ku em li rê de ketibûn kemînê û 20 roj birçî û westiyayî em digeriyan. Hevpêyvîneke geş çêbû. Rabûn, rûnişkandin, tevgerîn û axaftinên hevalê Egîd bala me dikşand, xwe bi bawer bû. Gelek heval hebûn ji her derê heval ji bona civînê hatibûn.
Hevalê Egîd:
Çeka wî M16 bû û 8 dane jarjorê 20 lib li ser bûn. Parkeyeke leşkerî li ser bû, cilê xwe şîn bû, mekapêk zer li pî bû, rih û simbil hebû, pora wî dirêj bû. Qutiyeke tutinê ya çargoşe hebû, darcixereyaa wî marxist bû, gureyeke rîz ya bi rengê spî heta çongên xwe kişandibû, bejn qasî 170 santîm bû lê dagirtî bû, Hevalê Egîd binêpiyên wî rastbû ji bona vê sedemê nedikariya weke hevalên din bimeşe. Bi hevalan re pir heneka dikir, miroveke xwezayî bû, xwerin û wexerin, cil û berg, jiyan tev bi hevalan re parve dikir, tişteke wî ya taybet tûne bû, nêrînên hevalan pir digirt.
Di bîranîna salvegera 15ê Tebaxê de em serê xwe li ber giyana Hevalê Egîd ditawînin.
Silav û Rêz
Ji pênûsa Gurcan Komata