HESEKÊ – Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) di 26`ê Tîrmehê de di çarçoveya Pêngava Sondê ya li dijî sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker de, 3 sîxurên ku bûn sedema şehîdxistina şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê; Sosin Bîrhat, Rênas Roj û Egîd Girkê Legê girtine.
Ronahî TV, duh înê di bernameyeke taybet bi navê “Rûyên veşartî” mikurhatinên wan Sîxuran weşand. Wan sîxuran li xwe mikuhr hatin ku bûn sedema şehadeta hejmarek fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, di nav de Sosin Bîrhat, Rênas Roj û Girkê Legê.
Malbatên wan her sê sîxuran; Yûsif, Raperîn û Eyşî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê kom bûn û bi beşdariya malbatên şehîdan ên herêmê û gelek rûspiyan, helwesta xwe ji raya giştî û gelên herêmê re rave kir.
Osman Xelîl Seydo bavê sîxurê bi navê Yusif destpêkê bi navê her malbatên sîxuran axivî û got: “Em dilovaniyê ji şehîdan re dixwazin ku xwîna xwe di ber vê xakê re dane. Em bang li dadgeha leşkerî dikin ku cezayên herî giran li wan xayînan bibirin. Her wiha em piştgiriya biryara malbatên şehîdan dikin.”
Dayika Yusif jî got: “Tu eleqeya me bi wan xayînan re tune ye. Em bi şehîdan û hêzên xwe yên leşkerî re ne. Ji ber wê em ji hêzên leşkerî dixwazin ku cezayên herî giran li wan bibirin.”
Di heman çarçoveyê de Xidir Osman Sîno birayê mezin ê sîxura bi navê Eyşê got: “Wan xiyanet li ax û hêzên me kir. Daxwaza me ew e ku bên cezakirin.”
Her wiha Hemîd Şêx Elî bavê sîxura bi navê Raperîn bang kir ku cezayê herî giran li wan ajanan bê birîn.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Tahir Yunis axivî û got: “Em ev kiryara tirsonek ku li dijî şervan û zarokên em pêk hatiye şermezar dikin.”