MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo Pêngava 15`ê Tebaxê û li ser jiyana şehîd Egîd ya ku fîşeka yekemîn ya pêngava 15’ê Tebaxê teqandî semînerek li darxist.
Semînera ciwanan ya bi tevlîbûna dehan ciwan û jinên ciwan ve, li Navenda Çand û Hunera bajêr hate li darxistin. Di semînerê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbicê Nasir El-Hesen behsa jiyan û têkoşîna şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) û wateya Pêngava 15’ê Tebaxê kir.
Nasir El-Hesen bi domdarî axaftina xwe bi vê rengî anî ziman; “Şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji bo rizgar kirina herêmê ji pergalên faşîst şoreş li çiyayên Kurdistanê li darxist. Di kampên filistînî de tevlî perwerdeyên fikrî bû û li çiyayên Lubnanê perwerdeyên leşkerî dît, piştre careke din vegerî çiyayên Kurdistanê.”
Her wiha Nasir El-Hesen diyar kir ku kî bixwaze Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas bike û riya azadiyê bişopîne, divê destanên şehîdên vê partiyê mîna şehîd Mezlûm Dogan nas bikin.
Nasir El-Hesen destnîşan kir ku şehîd Egîd û hevalên wî, xwe li çiyayên Kurdistanê bi rêxistin kirin, rê li pêşiya li darxistina berxwedanê li hemberî dewleta Tirk a faşîst vekir û wiha domand: “Çiya nuqteya destpêkê ya çirûska berxwedanê bû. Guleya yekemîn, pêngaveke taybet ji bo gelên bidest ên azadîxwaz û demokrat bû.”
Di semînera ku ji aliyê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê ve hatî dayîn, diyar bû wê Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser xeta 15’ê Tebaxê, bi rihê Egîdan û berxwedana Zapê wê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.
Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî dîroka Kurdistanê û kurte jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê hate pêşandan.